Di salvegerê de komployeke din

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 26 Cotmeh 2023 - 00:05

Bi şerê Îsraîl û Hamasê re rojhilata navîn di nava aloziyek mezin de ye. Hêzên herêmî û navneteweyî di vî şerî de dane pey berjewendiyên xwe. Her yek ji wan li gorî xwe sedemekê ji şer re dibîne. Lê sedema esasî jî zihniyeta desthilatdariya wan e. Rêber Apo di destpêka salên 2000'î de li ser bûyerên îro nirxandin kiribûn. Ji berê de xuyabû ku wê ev sedsal bi şerekî ew çend giran re rûbirû be. Ji Ûkrayna heta Qerebaxê, ji Îsraîl heta Kurdistanê xwîn dirije. Me li Ûkrayna û Qerebaxê dît ku bê xelk çawa ji cih û warê xwe koçber bûn. Me li Ermenistan û Qerebaxê dît ku bê çawa cihê Ermeniyan hat dagirkirin û di vê sedsalê de careke din gelê Ermenî bi qirkirinê re rûbirû maye. Ew dewletên ku qirkirina Ermeniyan nas kiribûn jî deng ji xwe dernexistin. Îca bifikirin ku ew dever dewlet bûn û statuya wan hebû.

Heman tişt li Rojava û başûrê Kurdistanê jî qewimî. Ji Efrînê heta Serêkaniyê û Girê Spî dagirkeriya dewleta Tirk pêk hat. Me fêm kir ku ev dagirkerî jî di çarçoveya planên hêzên navneteweyî de dimeşe. Hêzên navnetewî ango hêzên komploger beriya bi 25 salan li dijî Rêber Apo komplo dan destpêkirin. Bi komploya 9'ê Cotmehê re li rojhilata navîn bûyerên girîng qewimîn. Lê di encama vê komployê de nekarîn Rêber Apo teslîm bigrin û PKK'ê têk bibin. Tevgera Kurd jî di vê pêvajoyê de xurt bû.

Dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî dewama wê komployê bû. Hêzên kapîtalîst û mêtinger dixwazin her carê deverekê dagir bikin. Bi vî rengî rojhilata navîn û Kurdistanê di nava aloziyê de dihêlin. Rêber Apo jî li pêşiya van planên wan asteng e û lewma jî niha tecrîdkirî ye. Eger îro tecrîd hebe têkiliya wê bi bûyerên îro re têkildar e.

Hêzên mêtinger û kapîtalîst li seranserê cîhanê şer ragihandine. Ew hêzên ku vî şerî dimeşînin jî li derveyî xwe vî şerî bi rêve dibin. Yanî şer derdixin derveyî welatê xwe û diçin li devereke din didin. Amerîka, Rûsya, Almanya, Fransa û hêzên din bi vî rengî tevdigerin. Diçin welatê xelkê dagir dikin û vê dagirkeriyê jî bi hinekan didin kirin. Mesela dewleta Tirk yek ji wan e. Azerbeycan jî bi heman rengî ye. Bi van dewletên faşîst re dagirkeriyê dikin.

Şerê ku niha li Îsraîl û Hamasê jî dimeşe ev yek e. Yanî ev ne şerê xelkê cihû û Filistîniyan e. Me ev yek li Ûkraynayê jî dît. Di esasê xwe de li ser axa Ûkraynayê şerê NATO û Rûsyayê hebû û hê jî heye. Tişta niha Xezeyê diqewime jî ev yek e. Ew hêzên mêtinger li ser Xezeyê şerê hev dikin. Li pişt Hamasê dewleta Tirk heye. Yanî eger dewleta Tirk tinebe jî zihniyeta wan li wir heye. Li Îsraîlê jî rûyê Amerîka xuya dike. Eger Amerîka di nav meseleyê de be dîsa komplo heye.

Şerê niha tê kirin komployeke din e. Tam di salvegera komploya navnetewî de komployeke din li rojhilata navîn heye. Bûyerên niha li Xezeyê diqewimin tevahiya rojhilata navîn û heta cîhanê eleqedar dike. Wê bandorê li her deverê bike. Ji bo vê yekê jî rojên giran li pêşiya me ne. Dagirkerî û êrişên qirkirinê wê di vê sedsalê de zêde bibin. Bila kes nebêje ma çi ji me re. Eger îro ew şer li Xezeyê be, wê sibê bigihê heta Amed û Hewlêrê. Ev zihniyeta dagirkeriyê di heman demê de destê dewleta Tirk jî xurt dike û cesaretê dide Erdogan. Lewma jî îro komployeke navnetewî li ser her kesî heye. Tiştên bi serê xelkê Ûkrayna, Ermenistan, Qerebax û Xezeyê de hatine, dibe ku sibê bi serê we de jî were. Dibe ku sibe hun jî bê cih û war bimînin û koçber bibin. Lewma divê her kes xwedî amadekarî be û jiyana xwe li gorî vê aloziyê amade bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.