Divê Elmanya gava pêşî bavêje

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 23 Mijdar 2023 - 00:05

Di sala 1993'an de Elmanyayê PKK qedexe kir û bi vê qedexeyê re Kurd hatin krîmînalîzekirin. Bi qedexeyê re bi hezaran Kurd li Elmanyayê hatin binçavkirin û girtin. Wekî din sazî û rêxistinên Kurdan li Elmanyayê hatin girtin. Hinek Kurd jî ji pasaport û mafê penaberiyê bêpar hatin hiştin. Sedem jî qedexeya li ser PKK'ê bû. Dema ku qedexe danîn ser PKK'ê jî li Kurdistanê şerekî giran hebû. Ew jî şerê dewleta Tirk ê li ser Kurdan bû.

Di wê salê de PKK'ê agirbest ragihand û xwest ku bi hukûmeta Ozal re di riyên demokratîk re pirsgirêka Kurd çareser bike. Lê hê wê demê hêzên komploger û yên tarî ketin dewrê û Tûrgût Ozal kuştin. Bi vî rengî pêşî li riya çareseriyê girtin. Tam wexta ku PKK'ê agirbest ragihandibû ew li Almanyayê qedexe kirin. Bi vî rengî Elmanyayê nîşan da ku parçeyek ji pêvajoya komployê ye. Yekîtiya Ewrûpayê jî piştî salên 2000'î PKK di lîsteya rêxistinên terorê de bi cih kir. Yanî her cara ku PKK'ê banga aştî û çareseriyê dikir, bi terorê bersiva wê didan.

Elmanya yek ji wan welatên sereke ye ku hevkariyê bi dewleta Tirk re dike. Di salên 1990'î de panzerên Elmanan li Kurdistanê komkujî kirin. Ew panzerên ku li Nisêbînê xelk diperçiqandin ên Elmanya bûn. Ew sîleh û tankên Elmanan bûn û li Kurdistanê dihatin bikaranîn. Yanî tam 30 sal in Elmanya bi awayekî eşkere dijminatiyê li Kurdan û Kurdistanê dike.

Dema ku êriş li ser Rojava hebûn jî herî zêde sîlehên Elmanya hatin bikaranîn. Li Efrînê û deverên din sîlehên Elmanan hebûn. Elmanya û Tirkiye du endamên sereke yên NATO'yê ne. Ev herdû welat di şer û aloziya rojhilata navîn de xwedî hêz in. Lewma jî hevkariya di nava wan de jî ew çend xurt e. Dibe ku car caran nakokî têkeve nava wan, lê ti carî dûrî hev nasekinin. Îro herî zêde welatiyên Tirkiyê li Elmanyayê hene. Li Elmanyayê bi sedan sazî, komele û rêxistin ava kirine. Bi riya wan sazî û rêxistinan karê sîxurtiyê dikin. Ji wan saziyan muxalifan û Kurdan dişopînin. Elmanya jî bi awayekî eşkere çavê xwe li dewleta Tirk digre û rê li kiryarên wan vedike.

Îro li Elmanyayê siyasetmedarên Kurd di girtîgehan de ne. Faşîzma dewleta Tirk li ser Kurdan çi be, li Elmanyayê jî heman siyaset heye. Erê em dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan fêm dikin. Ji ber ku dijminatiyeke sed salî heye. Lê dewleta Elman çima ewqasî dijminatiyê li Kurdan dike ? Di encama vê dijminatiyê de zerar digihê dostaniya Kurd û Elmanan.

Divê Elmanya zanibe ku 30 sal berê û rewşa niha ne wekî berê ye. Lewma jî divê ew qedexeya li ser PKK'ê di ber çavan re derbas bike. Eger îro PKK hebe ji bo parastina Elmanyayê jî heye. Me di şerê li dijî DAIŞ'ê de dît ku bê şervanên PKK'ê çawa rê li ber DAIŞ'ê girtin. Eger ne ji wan şervanan bûya, wê îro DAIŞ li Elmanyayê bûya. Lewma divê Elmanya vê rewşê li ber çavan bigre. Ji bo xatirê berjewendiyên xwe nabe ku milyonan Kurdên li Elmanyayê bike qurbanî polîtîkayên qirêj. Eger Elmanya an jî Ewrûpa dixwazin doza Kurd çareser bibe, divê PKK'ê ji lîsteyên qedexe û terorê derxînin. Wê demê emê zanibin ku çareserî nêzîk dibe. Heta ku ew qedexe hebin wê dewleta Tirk jî di neçareseriyê de israr bike. Lewma jî divê Elmanya gava pêşî ji bo çareseriyê bavêje. Çawa ku her tişt ji Elmanyayê dest pê kir, divê gava pêşî jî ji wê derê were avêtin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.