'Karavana Piştevaniyê' bi rê ket
Şemî 24 Çile 2026 - 02:45

Li dijî êrişên li ser Rojava, ji bo xurtkirina piştevaniya navneteweyî li bajarê Hannover ê Elmanyayê enternasyonal li hev kom bûn û ber bi Kasselê ve bi rê ketin. Enternasyonalîst beriya ber bi Kasselê ve bi rê bikevin li bajêr daxuyaniyek dan çapemeniyê. Çalakgeran diyar kirin ku metirsiyeke cidî li ser Şoreşa Rojava heye. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrişên li ser Rojava parçeyek ji şerê li ser hemû parçeyên Kurdistanê ye û hate gotin, berxwdana ji Rojhilat heta bi Başûr û Bakur li Rojava dewam dike. Hate destnîşankirin ku li Ewûopayê jî parastina şoreşa jinê û mezinkirina berxwedanê berpirsyariyeke dîrokî ye. Çalakgeran diyar kirin ku bi vê armancê ew di çarçoveya "Karavana Gelan / People's Caravan" de tevdigerin ku ji Ewrûpayê berê xwe didin Rojava û bang li raya giştî kirin ku piştgiriyê bidin vê çalakiya piştevaniyê ya enternasyonalîstan. Di bangê de hate gotin:"Ji bo mirovahiyê em bi karavanekê ber bi Rojava ve diçin." Karavan ji xwe re dike armanc ku ji bajarên cuda yên Ewropayê jî bi tevlîbûnê rêwîtiya xwe dewam bike û xwe bigihîne Rojava.
NAVENDA NÛÇEYAN











