Navê xwe li me dikin

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 16 Mijdar 2023 - 00:15

Axaftina parlementera HEDEP'ê Meral Daniş Beştaş a li meclisa Tirk mohra xwe li rojevê da. Meral Daniş Beştaş bersiv da parlementerê AKP'ê Îsmaîl Erdem û jê re got "terorîst tu yî û bavê te ye". Ev gotina parlementera HEDEP'ê bersiv da polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk.

Ev dewlet sed sal in Kurdan bi navê terorîzmê sûcdar dike. Bi navê terorîzmê li wan dixe û qetil dike. Dewleta Tirk çi kesê ku li gorî fikrê xwe nebîne wan bi navê terorê pênase dike. Jixwe ji sala 2015'an û şûnde bi deh hezaran kes girtin û avêtin zindanan. Çi kesê ku ne bi AKP-MHP'ê re bûn hatin girtin an jî ji karê xwe hatin dûrxistin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ango bi dîktatoriya Erdogan re piraniya Tirkiyê bûne terorîst. Eger piraniya civakê terorîst be wê demê pirsgirêkek cidî heye. Gelo çawa dibe ku bi milyonan kes li Tirkiyê terorîst bin.

Polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Kurdan sed sal in bi êrişên qirkirin û dagirkeriyê dewm dike. Bi taybetî di bin navê terorê de van êrişan dikin. Ya rast ewe ku navê xwe li me dikin. Dewleta Tirk wî navî li yê dijberê xwe dike. Li her qadê Kurdan wekî terorê pênase dikin. Ma ne ev dewlet bû bi Kurdan û rêberê wan re hevdîtin dikir. Eger terorîst bin, wê demê çima hevdîtin pêk anîn ? Pênaseya terorê têgehek berfireh e û ev yek li dewleta Tirk tê. Ji ber vê yekê her carê em dibêjin terora dewleta Tirk. Kurdan ti carî ji rêxistin û partiyan re navê terorê bi kar neanîne. Ji ber ku ev têgeh bi zanebûn û polîtîk tê bikaranîn. Lê ji bo dewleta Tirk em dikarin bêjin. Ji ber ku sed sal in terora dewleta Tirk li ser Kurdan û Kurdistanê heye.

Dema ku ez vê nivîsê dinivîsim salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî ye. Di sala 1937'an de Seyîd Riza, kurê wî û hevalên wî hatin darvekirin. Yê ku ev yek kir dewleta Tirk bû. Ji dema Şêx Seîd û Seyîd Riza û vir ve tiştek nema ku bi serê Kurdan û Kurdistanê neanîn. Rêberên Kurdan darve kirin û cihê gorên wan nediyar e. Kurdan qetil dikin û gorên wan xera dikin. Eger bi rastî jî vê dewletê karîbûya bi zindiyên me, êrişî miriyên me nedikir. Ji ber ku nikare bi zindiyên me, êrişî miriyên me dike. Gelo ev tiştên dewleta Tirk dike ne teror e ? 30 salan mirovan di zindanan de dihêle û piştre bernade jî. Ma ev yek ne teror e gelo ? Bi ser halan de radibe û xwedî li Hamasê derdikeve. Her wiha Îsraîlê jî sûcdar dike ku li sivîlan dixe. 

Zilma ku dewleta Tirk li Kurdan kiriye bi hezaran mînakên wê hene û ev mînak di çarçoveya terorê de dikare bê dîtin. Ji ber vê yekê ew parlementerên Tirkan ku îro li meclisê ne ew û bavê xwe terorîst in. Eger ne terorîst bûna wê ji Kurdan lêborîn xwestibûna. Eger hê jî li ser ya xwe ne, wê demê zarokê bavê xwe yê terorîst in. Eger bav û kalê wan baş bûna, ew ê jî baş bûna. Em jî careke din gotina Meral Daniş Beştaş dubare dikin; hun û bavê xwe terorîst in !

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.