Bêyî Kurdan çareserî nabe
Çarşem 4 Sibat 2026 - 03:40

- Endamê Meclîsa Neteweyî ya SPO Paul Stich diyar kir ku li Sûriyeyê ti çareseriya ku Kurdan û kêmneteweyên li derve dihêle wê mayînde nebe û got, "Aştiya rastîn tenê bi misogerkirina jiyanek ewle û bi rûmet pêkan e.”
Endamê Meclîsa Neteweyî ya Partiya Sosyal Demokrat a Awistiryayê (SPO) Paul Stich derbarê Sûriye, Tirkiye û pirsgirêka Kurd de nirxandinên berfireh kir. Paul Stich ê ku berê pênc salan wekî serokê Rêxistina Ciwanên Sosyalîst ên Awistiryayê (Sozialistische Jugend) xebitî, diyar kir ku di vê heyamê de wî bi gelek sazî û rêxistinên navneteweyî re, hem di warê siyaseta derve de û hem jî bi taybetî li ser pirsgirêka Kurd li Tirkiye û Sûriyeyê, ji nêz ve xebitiye. Paul Stich anî ziman ku pirsgirêka Kurd yek ji mijarên sereke ye ku di tevahiya jiyana wî ya siyasî de bi berdewamî mijûl bûye.
Paul Stich bi tundî rexne li helwesta dawî ya Yekîtiya Ewropayê li ser Sûriyeyê kir û paşguhkirina rayedarên YE’yê ji bo bombebaranên li Bakurê Sûriyeyê û rewşa sivîlên li Rojava di dema serdana wan a Şamê de wekî tirsnak bi nav kir. Paul Stich destnîşan kir ku ev nêzîkatî ne tenê ji bo SPO’yê, di heman demê de ji bo gelek partiyên sosyal demokrat ên navneteweyî jî nayê qebûlkirin.
Paul Stich derbarê peymanên di rojevê de axivî û diyar kir ku bersivên hem ji dostên wî yên Kurd û hem jî ji komên etnîkî yên cuda yên li Sûriyeyê nîşan dide ku atmosferek cidî ya bêbaweriyê heye. Paul Stich anî ziman ku derbarê mayîndebûna peymanê de pirsên girîng hene û gor ku ji ber vê yekê divê bi taybetî bala xwe bidin hin xalên bingehîn. Paul Stich behsa pêvajoya veguheztina gengaz a li Sûriyeyê kir û got, "Ger azadî tenê ji bo yek komê hebe, hingê ew ne azadî ye.”
Paul Stich destnîşan kir ku bi tunehesibandina îradeya Kurdan biryara derbarê pêşeroja Kurdan nabe bê girtin. Paul Stich bi bîr xist ku Sûriye civakek pir-etnîkî ye û diyar kir ku aştiya mayînde li welêt tenê bi pergalek ku misogeriya ewlehiyê di nava xwe de dihewîne, mafên kêmneteweyan bi zelalî destnîşan dike û van mafan bi destûrî misoger dike pêkan e. Paul Stich anî ziman ku ev maf divê ne tenê bi gotinê be, di heman demê de bi mekanîzmayên şênber jî werin bicîhanîn.
Paul Stich gava Rêber Apo ya ber bi aştiyê ve nirxand û diyar kir ku ew vê bangê wekî pêşveçûnek pir girîng û erênî dibîne û hêvî dike ku ev gav bibe destpêka rêyek ber bi pêvajoyek aştiyê ve.
Paul Stich diyar kir ku serkeftina vê pêvajoyê bi sê şertên bingehîn ve girêdayî ye û Paul Stich anî ziman ku ya yekem, aştî tenê di hawîrdorek ku mafên gelê Kurd bê naskirin û ti kes wekî hemwelatiyê duyem neyê dîtin.
Paul Stich destnîşan kir ku ya duyemîn ne diyar e ku derdorên muhafezekar û rastgir ên li Tirkiyeyê çiqas cidî vê pêvajoyê digirin dest û got ku nirxandinên hem ji Tirkiyeyê û hem jî ji civakên Kurd û Tirk ên li Viyanayê dijîn nîşan didin ku ev pêvajo dikare bibe taktîkek derengxistinê û rêyek ji bo kêmkirina zexta siyasî ya navxweyî ya hikûmeta Erdogan. Paul Stich anî ziman ku ji ber vê yekê, divê hikûmetên Ewropayê pêvajoyê bi baldarî bişopînin û li ser aştiyek rastîn israr bikin.
Paul Stich diyar kir ku ya sêyemîn divê muxalefeta li Tirkiyeyê parçe nebe û da zanîn ku bi taybetî CHP divê di vê pêvajoyê de rolek avaker bilîze.
Paul Stich diyar kir ku ji bo li Sûriyeyê aştî pêk were, mafên Kurdên li Bakurê Sûriyeyê were misogerkirin û li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyeke rastîn pêk were divê PKK ji “lîsteya terorê” ya Yekîtiya Ewropayê were derxistin.
Paul Stich bi bîr xist ku dîmenên ji Bakurê Sûriyeyê tên pir hejiner in û anî ziman ku bi taybetî ciwan li ser medyaya dijîtal bi dîmenên şer re rû bi rû dimînin. Parlamenterê Awûstûryayî got ku dengê mexdûran di medyaya Rojavayî de bi têra xwe nayê bihîstin.
Paul Stich bi bîr xist ku SPO û nûnerên sosyal demokrat ên li Parlamentoya Ewropayê, bi taybetî Andreas Schieder, bi salan e di vê mijarê de çalak in û got ku ew ê parastina mafên sivîl ên li herêmên xweser ên Bakurê Sûriyeyê dijîn bidomînin.
Paul Stich diyar kir ku li Sûriyeyê ti çareseriya ku Kurdan û kêmneteweyên li derve dihêle wê mayînde nebe û got, "Aştiya rastîn tenê bi misogerkirina jiyanek ewle û bi rûmet pêkan e.”
ANF / VIYANA / ROZERÎN ALTINIŞIK











