Paradîgmayê komplo vala derxist

Pêncşem 12 Sibat 2026 - 03:55

Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber APO dikeve sala 27’an. Wekîlê Partiya Demokrasiyê (DEP) Nîzamettîn Toguç ku beriya komployê li Ewropayê di navbera Kurdan de xebatên yekitiyê dimeşand, têkildarî mijarê axivî. 

Toguç, anî ziman ku dema bi Abdullah Ocalan re hevdîtin dikir, têkildarî xebatên yekitiyê agahî pê re parve kirine û got:“Em nêzî 10 rojan bûn mêvanê birêz Abdullah Ocalan. Dema me jê re got xebatên yekitiyê dimeşînin, gelek keyfxweş bû û ji me re got ‘xeyala min a sedsalî ye.’ Got, hem ji hêla madî ve hem jî ji hêla manewî ve bi me re ye. Piştre me xebatên yekitiyê domandin. Me ev xebat li her çar parçeyên Kurdistanê domand. Me Parlamentoya Kurdistanê ava kir. Li vir biryar hate dayin ku ji bo pêşîlêgirtina birakujiyê xebat bên meşandin. Biryara din jî ew bû ku kongre were avakirin.” 

Toguç bi bîr xist ku Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de hate girtin û got:“Kongreya me jî bi daxuyaniyekê ev şermezar kir û xwest were berdan. Hinek başûriyên di kongreyê de li dijî vê derketin û piştre ji kongreyê veqetiyan. Biryar hate qebûlkirin. Piştre me li dijî komployê biryara çendek rêzeçalakiyan da.”  Toguç, da zanîn ku paradîgmaya Rêber APO komplo vala derxistiye û got:“Li gelek deverên cîhanê şer çêbûn. Lê tu yek ji wan tevî lîderê wan girtî berdewam nekirin û wiha mezin nebûn. Paradîgmaya birêz Ocalan roj bi roj bihêztir bû. Komplo vala derket. Komploya wê rojê vala derket îro jî vala derketiye. Hêzên emperyal xwestin li Rojava û gelek cihên din planên xwe bixin meriyetê lê vala derketin. Ji komployê heta niha paradîgmaya birêz Ocalan bi ser ketiye.” 

MA/FETHÎ BALAMAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.