Metirsî li ser her kesî ye

În 30 Çile 2026 - 03:30

Li hemberî êrişên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava nerazîbûna li qada navneteweyî mezin dibe. Li Swîsreyê komek ji parlamenterên ji partiyên çep û rastgir daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku bi êrişên cîhadîst re sîstema demokratîk a li Rojava hedef tê girtin û bang li Hikumeta Swîsreyê û hêzên naventeweyî kirin ku bikevin nava liv û tevgerê. Ji Partiya Sosyalîst Fabian Molina û ji Partiya Keskan Balthasar Glattli ji ANF'ê re axivîn. Balthasar Glattli anî ziman ku komek ji parlamenterên rastgir û çepgir li Swîsreyê ji bo parastina Rojava ketine nava liv û tevgerê û diyar kir ku armanca wan ew e ku civaka navneteweyî û Swîsreyê bixin nava liv û tevgerê. Glattli bi bîr xist ku meha Kanûnê bi pêşnûmeyekê re Parlamenta Swîsreyê bi erka Konseya Federal ku ji bo piştgiriya bi hindikahiyên olî û cografî yên li Sûriyeyê gavên şênber biavêje. Glattli ragihand ku ev biryar bi taybetî ji bo gelê Kurd ê li Rojava û hindikahiyên li herêmên din ên Sûriyeyê ye û destnîşan kir ku divê êdî hewldan bêne kirin û got:"Em nikarin 6 mehan an jî salekê bisekinin. Ne tenê gelê Rojava em neçar in ku Ewropayê jî li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê biparêzin ku dibe ku ji girtîgehan birevin."

Êriş li ser modela Rojava ye

Ji Partiya Sosyalîst Fabian Molina jî diyar kir ku li Swîsreyê îradeyeke xurt a piştevaniyê heye û diyar kir ku Konseya Federal neçar e ku li gorî wezîfeya ku parlamentê da, bi berpirsyarî tevbigere. Molina ragihand ku berdana DAÎŞ'iyan li ser ewlekariya Swîsreyê rîsekeke cidî ye. Molina diyar kir ku Rojava ji aliyê demokrasî, federalîzm û wekheviya zayendî ve modeleke girîng e û ev nirx li dijî îdeolojiya cîhadîst e. Molina destnîşan kir ku ji ber vê yekê êriş li ser sîstema xweser a li Rojava tê kirin û got, Swîsre ku nirxên mafên mirovan û demokrasiyê diparêze, xwedî berpirsyariyeke taybet e ku li gel Rojava bisekine. Molina diyar kir ku bi piştgiriya dewleta Tirk hiqûqa mirovî ya navneteweyî li Rojava tê binpêkirin û ji bo êriş tavilê bisekinin û ji bo parastina hiqûqa navneteweyî xwest, di serî de Neteweyên Yekbûyî hêzên neteweyan bikevin nava liv û tevgerê.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.