Ev mîtîng hêza siyaseta demokratîk e
Duşem 29 Kanûn 2025 - 03:55

ROZA METÎNA / AMED
Nejla Demîr ji bo mîtînga "Hêvî û Azadiyê" ya di 4'ê Çileyê de banga tevlibûnê kir û wiha got:"Ev mîtîng dê hêza siyaseta demokratîk, israra jiyana bi hev re û hesreta ji bo pêşerojek wekhev eşkere bike."
Di 4’ê Çileyê de ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ve li Amedê dê mîtînga "Hêvî û Azadiyê" bê lidarxistin. Tê hêvîkirin ku ji her bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê gelek kes tevli mîtîngê bibin. Mîtînga "Hêvî û Azadiyê" dê di 4’ê Çileyê de li Qada Îstasyonê ya Amedê saet di 13.00’ê de bê lidarxistin. Têkildarî armanc, sedem û girîngiya mîtîngê parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr nirxandin kir. Nejla Demîr banga tevlibûna mîtîngê kir û got:"Wê ev mîtîng têkoşîna hebûnê bi nasnameya xwe, bigihîne qonaxek nû. Ev mîtîng îfadeyek bihêz a îradeya ji bo çareseriyek demokratîk, israra li ser jiyana hevbeş û daxwaza hemwelatîbûna wekhev e."
Wê mîtîng têkoşînê bigihîne qonaxek nû
Nejla Demîr di destpêkê de li ser girîngî û taybetmendiya mîtînga 4'ê Çileyê ya "Hêvî û Azadiyê" de wiha got:"Ne xelet e ku em mîtînga 'Hêvî û Azadiyê' wekî xalek werçerxê bi nav bikin. Ev mîtîng dê bibe îfadeya herî xurt û bi biryar a daxwaza gelê Kurd, ji bo wekhevî û azadiyê, bi taybetî ji bo jin û ciwanan. Di vê wateyê de, dê rastir be ku em wê wekî yekbûna gelê Kurd a li dora xeta Rêbertiyê bi nav bikin. Mîtînga me dê di heman demê de îfadeya biryardariya pûçkirina polîtîkayên li ser bingeha hilweşandin û înkarê be. Wê ev mîtîng têkoşîna hebûnê bi nasnameya xwe, bigihîne qonaxek nû. Ev mîtîng îfadeyek bihêz a îradeya ji bo çareseriyek demokratîk, israra li ser jiyana hevbeş û daxwaza hemwelatîbûna wekhev e. Ez bawer dikim ku, bi rihê Cejna Newrozê ya nêzîk, bi mîlyonan kes dê li Amedê biqîrin û bibêjin, 'Em li vir in, em parastina aştî û azadiyê didomînin'. Di vê wateyê de, ez dikarim bibêjim ku çirûska yekem a meşaleya Newrozê dê di 4'ê Çileyê de were vêxistin."
Mafê hêviyê deriyê aştiyê ye
Nejla Demîr bal bir ser Mafê Hêviyê û wiha pê de çû:"Azadiya Birêz Abdullah Ocalan û azadiya Gelê Kurd bi bandor û pratîkî bi hev ve girêdayî ne. Tecrîda mutleq a li ser Birêz Abdullah Ocalan ne tenê tecrîda kesekî ye, lê di heman demê de tecrîda li ser aştî, çareserî û pêşeroja hevpar a gelan e. Her ku tecrîd berdewam dike, êş kûrtir dibe; her ku tecrîd bi dawî dibe, hêvî mezin dibe. Wekî din, azadiya fîzîkî û mafê hêviyê ya Birêz Ocalan ne tenê pêdiviyek normên qanûnî yên gerdûnî ye, di heman demê de yek ji mifteyên bingehîn ên aştiya mayînde ya li Tirkiyeyê ye. Naskirina mafê hêviyê ne tenê pêdiviyek qanûnî ye; ji bo tevahiya civakê, ew di serî de, deriyekî aştiyê ye. Roja ku Birêz Ocalan azadiya xwe bi dest bixe, em ê li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi rojek bi tevahî cuda şiyar bibin. Ji ber vê yekê, banga me zelal e: divê tecrîd bi dawî bibe, divê serdestiya hiqûqê were parastin û divê rêya aştiyê were vekirin. Bi vî awayî, mîtînga 'Hêvî û Azadiyê' ya 4'ê Çileyê dê îfadeya xwedîderketina li aştiyê be. Her wiha wê bangek ji bo pêkanîna bilez a rêziknameyên qanûnî be."
Ev mîtîng hêza siyaseta demokratîk e
Nejla Demîr da zanîn mîtînga "Hêvî û Azadiyê" dê israra jiyana bi hev re eşkere bike û wiha got:"Em dikarin bi teqezî vê bibêjin. Mîtînga 'Hêvî û Azadiyê' ji bo xurtkirina perspektîfa 'Aştî û Civaka Demokratîk' di asta civakî de xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Aştî li pişt deriyên girtî nayê avakirin; ew bi beşdariya gel, siyaseta demokratîk û îradeya civakî tê avakirin. Ev tam ew e ku em ji civakîbûna aştiyê mebesta xwe didin diyarkirin. Ev mîtîng dê hêza siyaseta demokratîk, israra jiyana bi hev re û hesreta ji bo pêşerojek wekhev eşkere bike."
Di 4'ê Çileyê de derkevin qadan
Nejla Demîr banga tevlibûna mîtînga "Hêvî û Azadiyê" kir û wiha bi dawî kir:"Civakeke demokratîk tenê bi têkoşîna hevpar pêkan e. Ev mîtînga ne mîtînga partiyekê ye, ya gel e. Ev mîtînga karkeran e. Ev mîtînga jinên ku dibêjin, 'Civak bêyî azadiya jinan azad nabe' û 'Jin Jiyan, Azadî' ye. Ev deng û mîtînga ciwanan e. Mîtînga me bangek e, ji bo belavkirina aştiyê ya li dijî şer, ji bo azadiyê ya li dijî zilmê ye.Derketina kolanan a di 4'ê Çileyê de ne tenê beşdarbûna mîtîngekê ye; ew hembêzkirina bi hev re ya daxwaza jiyaneke azad û bi rûmet e. Em bang li her kesî dikin ku ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadiyê' di 4'ê Çileyê de derkevin qadan."















