Seyîdê me

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 28 Îlon 2023 - 00:05

Payîza 2012'an bû. Cara pêşî û cara dawî bû ku min Seyîd Evran didît. Bi qasî hefteyekê em bi hevre man. Demsala payîzê bû. Li bajêr rewşa hewayê hê jî germ bû. Lê li çiyê hêdî hêdî serma dihat. Li herêma Garê me û Seyîd hev nas kir. Wekî ku çend sal bûn em bi hevre ne ewqasî têkiliyek hevaltiyê pêş ketibû. Seyîd bi her kesî re heman têkilî datanî. Yanî nedigot ki ye û çi kes e. Yekser têkilî datanî û hevaltî bi wan re dikir. Ji ber vê hevaltiya wî jî ez tim li cem bûm. Di nava rojê de em li gelî û zozanên herêma Garê digeriyan, bi şev jî diketin nava sohbetên dûrûdirêj. Kesayetek zana bû. Erê raste ew hafizaya çapemeniya Kurd bû. Di heman demê de ew arşîva tevgera azadiyê bû jî. Ji ber ku ji salên 1990'î heta şehadeta xwe jî xwedî zanyariyan bû.

Ez hefteyekê bi Seyîd re mam. Lê wekî ku bi salan em hevalê hev bûn. Her kesî ew nas dikir û kê ew nas kiriba ji bîr nedikir. Têkiliyên wî xwedî bandor bûn. Eger em qala milîtanekî PKK'ê bikin Seyîd Evran mînakek wê ye. Ji şoreşgeriya wî heta rojnamevaniya wî mînakek dîrokê bû. Heman salê li bakurê Kurdistanê pêngava şerê gel ê şoreşgerî dest pê kir. Li rojava jî şoreşê dest pê kiribû. Seyîdê me jî xwe ji bo Rojava amade dikir. Êdî wê rêwîtiya wî ya salan li Rojava dewam kiriba. Çû Rojava û di nava şoreşê de cih girt. Pêngavên ku li dijî DAIŞ'ê hatibûn destpêkirin ji nêz ve şopand. Her carê bi agahî û nûçeyan xwe digihand her deverî. Li ser şoreşa Rojava dinivîsand û agahî parve dikirin. Wekî din ji Şengal heta Mexmûrê, ji Kerkûk heta Silêmanî li her deverê bû. Dek û dolabên li ser rojhilata navîn dinivîsand û her kes pê agahdar dikir. Bi taybetî bal dibire ser pîlanên dewleta Tirk ên dagirkeriyê.

Seyîd Evran car caran di nivîsên xwe de rûyê xwe yê edebî jî derdixist pêş. Dema ku qala berxwedaniya Kobanê dikir, bi nivîsên xwe her kes bandor dikir. Ji bo wî Kobanê şehîdgeha li bajêr bû. Wî digot eger ev şehîdgeh nebûya, Kobanê jî nedibû. Yanî qala wan lehengan dikir. Her hevalek ku şehîd dibû parçeyek ji bedena wî diçû. Bi şehadeta hevalên xwe gelekî têşiya. Lê dizanîbû ku ev têkoşîn bê bedel jî nabe. Bi sedan hevalên wî yên nêz di vê oxirê de şehîd bûn. 30 salên xwe di vê dozê de derbas kir. Deşt û çiyayek nema ku têre derbas nebibû.

Seyîd Evran bi pênûs û nivîsên xwe rojnamevanek zîrek bû. Eger em qala rojnamevanan û rojnamevaniyê bikin Seyîdê me mînak e. Bîst û çar saetên xwe di oxira vê dozê de feda kir. Rêber Apo jî gelek caran qala vê şoreşgeriyê kiriye. Seyîdê me jî li gorî wê şoreşgeriyê bû. Her kêliya xwe têr û tijî derbas dikir. Kêliyek wî jî vala tinebû. Nivîsên dûrûdirêj dinivîsandin û lêkolîn dikir. Li rojava jî bi kesayetên hêja re hevpeyvîn dikirin û ji raya giştî re parve dikirin. Li ser medya dîjîtal jî çalak bû. Wî dizanîbû ku rojnamevanî valatiyê qebûl nake. Lewma jî her kêlî tiştek dinivîsand û radigihand. Eger em jî îro li ser şopa wan dimeşin, em şagirtê wî ne. Pênûsa çapemeniya azad ti carî li erdê neket. Ji Gurbetellî Ersoz heta Apê Mûsa, ji Denîz Firat heta Seyîd Evran kevneşopiya şopa heqîqetê ye.

Seyîdê me wê her tim bi pênûs û fikrên xwe riya me ronî bike. Em ê di xebat û tevgera xwe de li wî binêrin. Ji wî re sekin tinebû. Li ku derê agahiyek hebûya li wê derê bû. Eger em jî şagirtê wî bin, divê layiqî wî bin. Îro ez dibêjim baş e ku min ew nas kir û bi wî re meşiyam. Ev yek barê min giran dike, lê di heman demê de rûmetek mezine ku min ew nas kir. Xwezka gelek hevalên din jî ew dîtibana û nas kiribana. Ji bo ku em Seyîd bi her kesî bidin naskirin em ê jî nesekinin. Seyîdê me dibistan û akademiyek bû. Bi gelek şehîdên çapemeniya azad re hevaltî kir û îro jî çû kêleka wan. Ew kesayetek nemir e. Bi fikir û ramanên xwe stêrka me geş dike. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.