Mînaka fedayîtî û tolhildanê: Şehîd Sila Tolhildan
Pêncşem 23 Cotmeh 2025 - 03:50

- HPG-NRÇ’ê nasnameya gerîlya şehîd eşkere kir û got:’’Hevrê Sila wê bi sekna xwe ya fedayiyane, têkoşîn, hevrêtî û cesareta xwe ya di şer de timî rê nîşanî me bide û em ê teqez armancên wê bi ser bixin.”
HPG-NRÇ’ê nasnameya gerîlaya şehîd eşkere kir.Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:’’Dema payîza sala 2022’an nêz bû, ji bo dijmin ji giran were paqijkirin û were nîşandan ku dagirkirina Kurdistanê ne pêkan e û tola dîrokî bê hilanîn, li Qadên Berxwedanê yên Girê Hekarî, Girê Amediyê, Girê Cûdî û Girê FM gelek çalakî hatin lidarxistin. Yek ji van çalakiyan jî; çalakiya êrîşê bû ku 25’ê Mijdara 2022’yan li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li dijî hêza dijmin hate lidarxistin. Hevrêya me Sila Tolhildan di baskê êrîşê yê vê çalakiyê de cih girt, bi milîtana fedayî ya Apoyî hevrê Eylem Esrîn Memyan – Nûpelda Polat re mil bi mil bi cesareteke mezin bi ser dijmin de çûn. Hevrêya me Sila di vê çalakiyê de mîna xeyal û xwesteka xwe, dema bi lehengî bi ser dijmin de çû û şer kir şehîd bû. Hevrêyên me Sila, Eylem, Heqî, Adar, Medya, Rênas, Şahîn, Milîtan, Serxwebûn, Nejwan, Amed, Binevş û Baran pêşengî ji van çalakiyên payîza 2022’an re kirin. Van çalakiyan tirseke mezin di dijmin de çêkir û kir ku dijmin ji gelek deverên rojhilat û rojavayê Zapê derkeve. Hevrêya me Sila Tolhildan jî yek ji van milîtanan bû, em wê bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em bi hestên herî kûr ji malbata Ete ya welatparêz û pir hêja ku sê ewladên xwe di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd dan, gelê Botan û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Fedayiya Apoyî hevrê Sila Tolhildan çeka birayê xwe û xwişka xwe li erdê nehişt, xwedî li bîranînên wan derket, bêteredut têkoşiya, li çiyayên Kurdistanê bi wêrekî û lehengî şer kir û şehîd bû. Weke şopdarên xwişk û birayên şehîd, hevrê Sema, Koçer û Sila em soz didin ku di her şert û mercî de bibin şopdarên xeta şehîdan û meşa Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad ku armanca wan a herî mezin bû, teqez pêk bînin.
Çeka wan li erdê nehişt
Hevrêya me Sila di nava malbateke hêja ya Botanî ya ji eşîra Didêrî ya welatparêz de, li Sêrtê hate dinê. Hevrêya me Sila li dibistanên cuda yên Sêrt, Amed û Şirnexê heya lîseyê xwend û qedand. Tevî ku xwendekareke zîrek û jêhatî bû, li cihekî çand û zimanê Kurdî lê tê înkarkirin û gelê Kurd rû bi rûyê êrîşên îmhayê dimîne, xwendina li dibistanên dewleta Tirk ji bo xwe weke heqaret dît û dest jê berda. Hevrê Sila tevlî xebatên ciwanên welatparêz û şoreşger bû û dest bi têkoşînê kir. Xwişka hevrêya me Sila hevrê Sema – Muhsîne Ete sala 2005’an tevlî nava refên gerîla bû û sala 2009’an li Botanê di kemînekê de şehîd bû, piştî vê şehadetê birayê wê hevrê Koçer Rustem – Hesen Ete sala 2010’an tevlî nava refên gerîla bû û sala 2014’an li Şengalê şehîd bû. Van şehadetan bandoreke kûr li hevrêya me Sila kir. Ew jî ji bo çeka xwişk û birayê xwe li erdê nehêle, têkoşîna wan bi ser bixe û tola şehîdan hilîne, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û sala 2014’an li Botanê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Sila ya ku dixwaze tempoya meşa xwe ya şoreşgeriyê zêdetir bike, ji bo ku li ser xeta Zîlan bibe milîtaneke dijwar derbasî warê fedaiyan Hêzên Taybet bû.
Tu kes nekarî li pêş bibe asteng
Ji ber ku ji malbata wê gelek xizmên wê, bira û xwişka wê beriya wê demê tevlî karwanê şehîdan bûbûn fermandarên wê destûra vê yekê nedan û xebatên cuda kirin. Lê belê her çend fermandarên wê xwestin hevrêya me Sila biparêzin û bikêşin xetên paş jî wê li hemberî vê yekê li ber xwe da. Di sala 2022’an de ku wê salê têkoşîn bilind dibû, bêyî agahiya hevrêyên xwe hewl da derbasî li eniyên şer bibe. Dema ku ji aliyê fermandarên wê ve ev hewldana wê hate astengkirin jî hevrêya me Sila diyar kir ku divê ew bi awayekî teqez derbasî qadên şer bibe û tola xwe ya ku bi salan e di dilê wê de ye bistîne û tu kes nikare li pêşiya wê bibe asteng. Li hemberî vê biryardariyê, xwesteka hevrêya me Sila hate qebûlkirin û derbasî Qada Berxwedanê ya Girê FM a li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû. Hevrêya me Sila ya ku xwe digihîne Eniya Şehîd Mûnzûr a li Qada Berxwedanê ya Girê FM û kedeke mezin dide, bi lez beşdarî pratîka li vir dibe. Bi kesayeta xwe ya bimoral, cesareta xwe ya mezin, enerjiya xwe ya jiyanê ya bêdawî û hevrêtiya xwe ya jidil ji hemû hevrêyên xwe re dibe hêz û moral.” Agahiyên derbarê nasnameya hevrê Sila Tolhildan bi vî rengî ne:
Sila Tolhildan (Sultan Ete), li Sêrtê jidayîk bûye, 25’ê Mijdara 2022’an li Zapê şehîd bû.
BEHDÎNAN















