Di jiyanê û şer de mîrasa têkoşînê hiştin

Sêşem 28 Cotmeh 2025 - 03:55

  • HPG-NRÇ’ê 10 gerîlayên tevlî karwanê şehîdan bûne bi rêzdarî bi bîr anîn û got:’’Em soz didin ku em ê bibin şopdarên hevrêyên xwe yên ku bi sekna xwe ya di jiyan û şer de mîrateyeke têkoşînê ya tu caran neyê jibîrkirin, hiştine.’’

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) derbarê gerîlayên şehîd bûne de ev agahî parve kirin:’’Em hevrêyên xwe Azê Rojgirav, Lêgerîn Canfeda, Hêlîn Kobanê, Dijwar Nûrheq, Milîtan Heqî, Dilêr Serdar, Rojhat Ararat, Azad Minbic, Şevger Dirbesiyê û Rohat Zagros yên di têkoşîna sala 2024’an de li Qadên Berxwedanê yên Zap, Metîna û Xakurkê li hemberî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dane û tevlî karwanê şehîdan bûne bi rêzdarî bi bîr tînin. Hevrêyên me Azê, Lêgerîn, Hêlîn, Dijwar, Milîtan, Dilêr, Rojhat, Azad, Şevger û Rohat yên hêja yên ji perçeyên cuda yên Kurdistanê ji felsefeya Apoyî bawer kirine û tevlî nava refên têkoşînê bûne, bi şêwejiyana xwe ya fedaî û hevrêtiya xwe ya kûr karîn bibin milîtanên mînak. Bi ruhekî fedaî li ber xwe dan, li hemberî hemû êrîşên dijmin bi îradeyeke polayî li ber xwe dan, di gerîlatiya modernîteya demokratîk de xwe kûr kirin û têkoşîn bilind kirin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û serkeftina têkoşîna gelê Kurd bi hemû hebûna xwe têkoşîneke bêdawî dan meşandin. Em soz didin ku em ê bibin şopdarên hevrêyên xwe yên ku bi sekna xwe ya di jiyan û şer de mîrateyeke têkoşînê ya tu caran neyê jibîrkirin, hiştine û em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

Agahiyên nasnameyên hevrêyên me ên ku gihîştine şehadetê wisa ne:

Azê Rojgirav (Mijdar Mihemmed), li Kobanê jidayîk bûye, 23’ê Mijdara 2024’an li Zapê şehîd bû.

Lêgerîn Canfeda (Berçem Şaşmaz), li Elmanyayê jidayîk bûye, 20’ê Mijdara 2024’an li Zapê şehîd bû.

Hêlîn Kobanê (Şemsa Adil Feyyad), li Minbicê jidayîk bûye, 20’ê Mijdara 2024’an li Zapê şehîd bû.

Dijwar Nûrheq (Hisên Nebhen), li Şehbayê jidayîk bûye, 24’ê Tebaxa 2024’an li Zapê şehîd bû.

Milîtan Heqî (Mûstafa Akyildiz), li Amedê jidayîk bûye, 4’ê Tebaxa 2024’an li Metîna şehîd bû.

Dilêr Serdar (Arman Kadîrpûr), li Bokanê jidayîk bûye, 31’ê Cotmeha 2024’an li Zapê şehîd bû.

Rojhat Ararat (Meysem Muhammedzade), li Mako jidayîk bûye, 24’ê Tebaxa 2024’an li Xakurkê şehîd bû.

Azad Minbic (Ednan Şewax), li Minbicê jidayîk bûye, 29’ê Tebaxa 2024’an li Zapê şehîd bû.

Şevger Dirbêsiyê (Ridvan Osman), li Dirbêsiyê jidayîk bûye, 7’ê Tebaxa 2024’an li Zapê şehîd bû.

Rohat Zagros (Yûsûfcan Evren), li Stenbolê jidayîk bûye, 4’ê Tebaxa 2024’an li Xakurkê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.