Heval Şivan, têkoşiya û xwe îspat kir
Duşem 3 Mijdar 2025 - 03:30

- Ji fermandarên HPG'ê Îrfan Cûdî endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Şivan Cîlo Gever bi bîr anî ku 16'ê Hezîrana 2023'yan şehîd bû. Îrfan Cûdî wiha got, "Heval Şivan, li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya û xwe îspat kir."
 
Yek ji fermandarên HPG’ê Îrfan Cûdî, Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Konseya Fermandariya HPG’ê Şivan Cîlo Gever (Yûnus Demîr) ku di 16’ê Hezîrana 2023’yan de di encama êrîşa dewleta Tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, bi bîr anî.
Îrfan Cûdî bi bîranîna hemû şehîdan di şexsê Şehîd Şivan Cîlo de dest bi gotinên xwe kir û anî ziman ku ew ê heta dawiyê li ser şopa şehîdan bin û soza xwe ya ku dabûn Rêber Apo û şehîdan careke din dubare kirin.
Îrfan Cûdî bi bîr xist ku Şivan Cîlo bi ked û tevlîbûna xwe di tevgera Apoyî de derket pêş û bi giranî di xebatên leşkerî de cih girtiye û wiha got:“Heval Şivan, li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya û xwe îspat kir. Di her qonaxên gerîlatiyê de cih girt; hevalekî mînak bû ku erkên xwe bi serkeftî bi cih anî. Dema me şehadeta wî bihîst, em gelekî xemgîn bûn. Hevalên ku ew nas dikirin, ji şehadeta heval Şivan gelekî bandor bûne. Bi vê wesîleyê, di serî de sersaxiyê ji malbata heval Şivan û tevahiya gelê me re dixwazim. Em ê li ser şopa hevalên ku di nava tevgera me de ewqas ked dane, nirxên mezin afirandine û ev rê ji me re nîşan dane, herin. Hevalên ku heval Şivan nas dikin, keda wî û têkoşîna wî esas digirin. Em ê kesayetî, ked, şervanî û fermandariya wî her dem ji xwe re bikin mînak. Em ê heta bigihîjin armanc û armancên xwe, li ser soza xwe ya ku me dabû hevalên xwe yên şehîd, bimînin. Dema ku mirov dibêje heval Şivan, welatparêzî, ked, fedakarî û wêrekî tê bîra mirov. Tiştên ku min di heval Şivan de dîtin, ev bûn. Her wiha dilnizmiya wî tê bîra mirov."
Îrfan Cûdî anî ziman ku Şehîd Şivan Cîlo kesekî gelekî dilnizm bû û her kesê ku pê re maye ev yek dîtiye û wiha got: “Heval Şivan, di heman demê de hevalekî gelekî bi sebir bû. Bi taybetî li hemberî zorî û tengasiyan bi sebir tevdigerî. Jixwe mirovekî ku ne sebirkar û ne dilnizm be, ne pêkan e ku li wan qadan xebatê bimeşîne. Bi Şoreşa Rojava re çû qadên herî zor û di pêşketina şoreşê de rol lîst. Mînak, di berxwedana Kobanê û di gelek pêngavên li Rojava de cih girtina wî ne tesadûf bû."
Îrfan Cûdî destnîşan kir ku Şehîd Şivan Cîlo di her qada ku lê bû de hemû erkên ku digirt ser xwe bi serkeftî bi cih anî û got: “Heval Şivan hem di warê jiyanî hem jî di warê rêxistinî de pratîkên xurt dimeşand. Aliyê wî yê pratîk zêdetir bû; di heval Şivan de rewşeke ‘em bi rojan rûnên û nîqaş bikin, nirxandin an jî amadekariyê bikin’ tunebû. Dema xebatek çêdibû, tavilê hevalên li kêleka xwe jî rêxistin dikir û diçû erkê. Gelek caran ez bi xwe jî şahidê van rewşan bûm.
ANF/BEHDÎNAN














