Bûn dengê Gerîlayên Azadiyê

Pêncşem 30 Cotmeh 2025 - 03:55

  • HPG-NRÇ’ê şehîdên çapemeniya azad bi rêzdarî bi bîr anî û got:’’Bi awayekî herî bi bandor xîtabî hiş û dilê mirovan kirin û bûn hilgirên heqîqetê û dengê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê.”

HPG-NRÇ’ê şehîdên çapemeniya azad bi rêzdarî bi bîr anî. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kir:“Qada çapemeniya azad a ku Hevrêyê me yê damezrîner û kadroyê pêşeng ê Partiya me PKK’ê Mazlum Dogan bi derxistina Rojnameya Serxwebûnê da destpêkirin, bi kedeke mezin a Apê Mûsa mezin kir, bi dehan karkerên çapemeniyê yên bi awayekî hovane hatine şehîdkirin veguherand kevneşopiya berxwedanê, di nava gelê Kurd de ronahiyeke mezin afirand. Hevalên Gulîstan Tara, Hêro Bahadîn, Azîz Koyluoglû, Egîd Roj, Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di dema têkoşîna wan a bûna dengê heqîqetê de gihîştin şehadetê. Îro şopdarên çapemeniya Kurd a azad ku xwedî danehev, dîrok û kevneşopiyeke mîna deryayê ye, hevalên me Selçûk Şahan, Gurbetelî Ersoz, Halîl Dag, Cesûr Roboskî, Arjîn Amed, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Elî Kanîroj, Arhat Ba, Jiyan Amargî, Avrîn Mahsûm û gelek şehîdên din in. Di dema meşandina xebatên çapemeniyê yên azad de li çiyayên Kurdistanê gihîştine şehadetê, hevalên me Aso Baran, Şîlan Ezgî, Tûfan Sefkan, Azad Serxwebûn û Firat Tolhildan bi rêz, hezkirin û minet bibîr tînin. Em soz didin ku têkoşîna hevrêyên me Aso, Şîlan, Tûfan, Azad û Firat bikin mînak, bîranînên wan nemir bikin û bigihînin serketinê. Di serî de malbatên hêja yên hevalên me û hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Milîtanên propagandaya pêşeng

Hevrêyê me Aso li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz ku pir girêdayî çand û kevneşopiyên Kurd in, çavên xwe li cîhanê vekir. Di sala 2003’an de tevlî refên gerîla bû. Di serî de Şehîd Qasim Engîn, Şehîd Dozdar Hemo, Şehîd Elî Kanîroj, Şehîd Arjîn Amed û gelek milîtanên din ên Apoyî yên hêja, karî li çiyayan nûnertiya xebatên çapemeniya azad bike. Hevrêyê me ku bi îdîa û biryardariya meşandina şerê gel ê şoreşgerî derbasî Dêrsimê bû. Hevrêyê me Aso ku di her kêliya têkoşîna xwe de xwest bibe milîtanekî hêjayî rastiya Rêber Apo û şehîdan û neferê têkoşîna azadiyê ya gelê me, bi tevlîbûna xwe ya durust, hevrêtiya xwe ya jidil karî vê armanca xwe bi temamî bi cih bîne.

Hevrêya me Şîlan li gundê Hoçvanê yê Erdexanê çavên xwe li cîhanê vekir. Malbata hevrêya me ku hestên wan ên Kurdistanî di pêş de bûn, serî li ber dijmin netewandin û neçar man koçî Stenbolê, metropoleke Tirkiyeyê, bikin. Di sala 2002’an de dema ku xwest tevlî gerîla bibe, ji aliyê dijmin ve hate girtin. Hevrêya me ku çar mehan di zindanên dijmin de ma. Piştî ku ji zindanê derket, di payîza sala 2003’an de bê dudilî tevlî refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû. Piştî ku şeş salan pratîkeke serketî ya bê navber meşand, tevlî xebatên HPG NRÇ bû. Bû dengê heqîqetê. Hevrêya me Şîlan di sala 2016’an de careke din berê xwe da Zagrosan. Hevrêya me Şîlan bi pratîka xwe ya şer jî karî xeta milîtaniya YJA Star bi awayekî hêja temsîl bike.

Hevrêyê me Tûfan ê ku bi eslê xwe ji gundê Agdat ê navçeya Pulur a Dêrsimê ye, weke kesekî malbateke ku neçar ma koçî Bursayê, yek ji metropolên Tirkiyeyê bike, çavên xwe li cîhanê vekir. Hevrêyê me ku demekê li Bursayê xebat kir, xwest gavên pêşketîtir bavêje û derbasî Stenbolê bû û tevlî xebatên Kovara Gelê Azad bû. Di payîza sala 2009’an de rûyê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû. Hevrêyê me Tûfan ê ku ligel şert û mercên dijwar jî di nava refên têkoşînê de her tim xwe pêş xist, di sala 2018’an de tevlî xebatên HPG NRÇ bû. Di xebatên çapemeniyê de weke milîtanekî propagandaya pêşeng xwedî meşeke bê dudilî bû.

Hevrêyê me Azad, weke endamekî malbateke welatparêz ku bi eslê xwe ji navçeya Siwêreg a Rihayê ye, li Amedê çavên xwe li cîhanê vekir. Hevrêyê me di sala 2007’an de dîl ket destê dijmin. Hevrêyê me Azad ê ku bi eniya vekirî ji zindanê derket û bi biryardariya mezinkirina têkoşîna xwe, bi vî awayî bersiva herî watedar da dijmin. Di sala 2013’an de tevlî refên gerîla bû. Bi şêwaza xebatê ya disîplînkirî û bi rêkûpêk û bi kesayetiya xwe ya ku bawerî dida hevalên xwe, derbasî xebatên di nava HPG NRÇ de bû. Hevrêyê me ku karkerê çapemeniyê yê serketî û milîtanekî Apoyî yê girêdayî prensîban bû.

Hevrêyê me Firat, li gundê Kîla yê navçeya Heweng a Rihayê çavên xwe li cîhanê vekir. Di sala 2013’an de dev ji zanîngeha ku dixwend berda û giha biryardariya tevlîbûna xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz bibe. Di sala 2015’an de tevlî refên gerîla bû. Hevrêyê me Firat derbasî HPG NRÇ’ê bû û bû şopdarê kevneşopiya çapemeniya azad a ku bi keda mezin a şehîdên me hat afirandin. Hevrêyê me Firat yek ji hevalên me bû ku bi kesayetiya xwe ya afirîner bi lez derket pêş û berpirsiyarî girt ser milên xwe. Ji bo ku berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku bê dudilî ji bo paşeroja azad a gelê me canê xwe feda dikin, xuya bike, wan bigihîne gelê me, kedeke mezin da.”

Agahiyên nasnameya hevrêyên me wisa ne:

Aso Baran (Cabbar Kerîmî), li Merîwanê jidayîk bûye, Tebaxa 2014’an li Dêrsimê şehîd bû.

Şîlaz Ezgî (Dîlan Mavzer), li Erdexanê jidayîk bûye, 15’ê Tebaxa 2017’an li Zapê şehîd bû.

Tûfan Sefkan (Ûlaş Guven), li Bûrsayê jidayîk bûye, 13’ê Cotmeha 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Azad Serxwebûn (Adil Farûk Gezîk), li Rihayê jidayîk bûye, 29’ê Nîsana 2019’an li Garê şehîd bû.

Firat Tolhildan (Mûslûm Aslan), li Rihayê jidayîk bûye, 24’ê Nîsana 2014’an li Avaşînê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.