3'ê Tebaxa 2014'an bû û fermanek bi serê civaka êzidî de anîn. Yên ferman pêk anîn çeteyên DAIŞ'ê bûn, lê yên bûn sedema fermanê ji wan bêtir sûcdar in. Ew jî PDK û hikûmeta Iraqê bûn. Bi awayekî eşkere çavê xwe li fermanê girtin. Hê bêriya bi rojan dizanîbûn ku wê ferman rabe û bi awayekî organîzekirî bûn şirîkê fermanê. Bi wê fermanê re trajediyeke mezin bi serê civaka êzidî de anîn. Bi taybetî jinên wê civakê kirin hedef. Jin revandin, qetil kirin û li bazaran firotin. Hê jî aqûbeta bi hezaran jinên êzidî nayê zanîn. Her ji çend mehan çend jinên êzidî tên dîtin û rizgarkirin. Di şexsê jinan de civaka Kurdan kirin hedef. Yên bûne sedema vê trajediyê wê ti carî neyên jibîrkirin û neyên efûkirin.
Tişta ku bi serê civaka êzidî de anîn di sedsala 21'ê de ne asayî ye û nayê qebûlkirin. Yên bûne sedema vê felaketê divê werin cezakirin. Lê heta niha jî tiştekî bi vî rengî nebûye. Yên bi hawara êzidiyan de çûn û ew ji fermanê rizgar kirine tên cezakirin. Me ev yek li Şengalê dît. Li Şengalê piştî fermanê pergaleke parastinê hat avakirin. Yên ev pergal ava kirin yek bi yek tên cezakirin. Ango têne qetilkirin. Bi vî rengî peyamê didin ku pergala parastinê ava nekin. Piştî fermanê hat dîtin ku kêmasî di parastinê de heye. Eger êzidiyan ji berê de pergala xwe ya parastinê ava kiribûna ewqasî êş û azar nedikişandin. Lê bi fermanê re ev yek bêtir hat dîtin. Li rojhilata navîn pergala te ya parastinê tine be, tê wê wateyê ku tu berxê li ber kêrê ye. Sala 2014 û 2015'an ev yek nîşanî me da. Li vê derê em careke din dikarin rêxistinbûyîna PKK'ê mînak nîşan bidin. Eger ne ji PKK'ê bûya wê DAIŞ li rojhilata navîn desthilatdariyek ava kiriba. Ev desthilatdarî wê bandora xwe heta Ewrûpayê jî nîşan dabûya. Lê bi saya PKK'ê û hêza wê ya eskerî DAIŞ têk çû.
Ew kesên digotin bila PKK çekan deyne vê rewşê li ber çavan bigrin. Gerîla û şervanên PKK'ê ji Şengal heta Kerkûkê, ji Mexmûr heta Kobanê û gelek deveran berxwedaniyeke destanî nîşan da. PKK'ê ne tenê li ber xwe da, riya berxwedanê jî nîşanî şêniyên wan bajaran da. Lewma îro em dibînin ku ji Kobanê heta Şengalê pergaleke xweparastinê ava bûye. PKK'ê rê nîşanî wan da û vê yekê serketinek mezin bi xwe re anî. Ji ber vê yekê dinya îro deyndarê PKK'ê ye. Lê li şûna ku PKK'ê pîroz bikin, ew lehengên li ber xwe dane qetil dikin. Ew lehengên di dema fermana Şengalê de bi hawara êzidiyan çûbûn yek bi yek hatin qetilkirin.
Li aliyekî fermana ku bi serê êzidiyan de hatiye wekî qirkirinê ango jenosîdê qebûl dikin û nas dikin. Lê li aliyê din civaka êzidî nas nakin. Destûr nadin ku êzidî karibin xwe bi rêve bibin û biparêzin. Divê statuya li Şengalê xweser be û destûr bê dayîn ku xwe biparêzin. Ne girêdayî Iraq û rêveberiya li başûr be. Çiqas êzidî xweser bin wê ewqasî dûrî fermanan bin. Ew kesên bûne sedema fermanê nikarin êzidiyan biparêzin. Lewma jî pêdivî bi statuyeke xweser heye. Ew welatên Ewrûpayê ku qirkirina êzidiyan nas dikin, divê statuya êzidiyan jî nas bikin. Wê demê em ê bawer bikin ku ji dil in. Lê li vê derê dirûtiyek heye. Ti carî naxwazin êzidî bibin xwedî statu. Eger ji dil bin wê destûr nedabûna bi hezaran jinên êzidî wekî kole li bazaran werin firotin.
Tişta ku li Şengalê bi serê êzidiyan û jinên wan de anîn şerma mirovahiyê ye. Çi kesê ji xwe re dibêje ez mirov im divê li pêşberî vê rewşê ji xwe fedî bike. Çawa dibe ku bi hezaran jin werin revandin û firotin. Ev yek di sedsala 21'ê de pêk hat. Tiştekî wiha li Ewrûpayê çêbibe wê Ewrûpî qebûl bikin gelo ? Nexêr. Ji bo vê yekê divê di serî de Kurd, çi kesê ji xwe re dibêje ez mirov im divê li dijî vê fermanê derkeve. Heta ku Şengal ne xweser be û jinên êzidî ne di ewlekariyê de bin divê rehetî ji me re tinebe.
parvê bike
Nivîsên Aslan ASLAN
Divê Elmanya gava pêşî bavêje
23 teşrînê
Navê xwe li me dikin
16 teşrînê
Sonda bi Kurdî Jiyana bi Tirkî
9 teşrînê
Bi berxwedanê tecrîd wê bişike
2 teşrînê
Di salvegerê de komployeke din
26 cotmeh
Dewleta Tirk û Însanetî
19 cotmeh
Encama Komploya 9'ê Cotmehê
12 cotmeh
Erdheja li Enqerê
5 cotmeh