Li Tirkiyê rojeva sereke tecrîd û faşîzm e. Ev tecrîda ku em qala wê dikin, li tevahiya zindanan belav bûye. Pêşî ji zindana Îmraliyê dest bi tecrîdê kirin. Piştre jî ev tecrîd li zindanan û heta derve belavkirin. Her derê bi polîtîkayên tecrîdê dimeşînin. Çi kesê dengê xwe li dijî tecrîdê derdixe yan tê girtin, yan jî tê teşhîrkirin. Tecrîd bûye polîtîkayeke sereke ya dewletê. Heger tecrîdê nekin, wê nikaribin desthilatdariya xwe ya zordar li ser piyan bihêlin.

Li zindanan bi hezaran girtiyên nexweş hene û nayên berdan. Her salê bi dehan girtî li pişt wan derabeyên hesinî, şehîd dibin. Dewlet bi zanebûn wan bernade û li benda mirina wan disekine. Heta ku wan nekuje jî dernaxîne derve. Girtî tenê bi darbestan dikarin derkevin derve. Wekî din bi dehan girtî hene ku cezayê wan qediyaye û nayên berdan. Di nava wan de girtiyên 30 salan hepskirî jî hene. 30 salên xwe li girtîgehê derbas kirine, lê dîsa jî nayên berdan.

Ez dixwazim hinekî jî qala wan girtiyên 30 salan di hepsê de bikim. Mirov dema dibihîse û difikire şaş dimîne. Çawa dibe ku mirovek 30 salan di zindanê de bimîne. Lê piştî ku derket, jiyaneke çawa li benda wî ye gelo? Yek ji wan girtiyên ku di nava vê mehê de hat berdan Ferhan Ay e. Dema ku hat girtin, zarokên wî hebûn. Lê niha ew zarok mezin bûne û zanîngeh qedandine. Her wiha zewicî ne û zarokên wan çêbûne. Yanî neviyên Ferhan Ay hene. Piştî 30 salan mirov dikeve rewşeke çawa gelo? Li aliyekî kîn û nefret li dijî wê dewletê heye ku 30 salên wî kesî dizî ne û li girtîgehê hiştine. Li aliyê din malbat kêfxweş dibe ku zarokê xwe yan jî xizmê xwe dibîne.

Dewletek ew çend barbar e ku zilmeke nedîtî li Kurdan dike. Li ti devera cîhanê mînakeke bi vî rengî tineye. Bi sedan girtiyên siyasî hene ku 30 salên xwe di zindanê de temam kirine. Piştî 30 salan derketina wan ji girtîgehê, wekî derketina ji gorekê tê dîtin. Dema ku ew kes hatin girtin, salên 1990'î bû. Ji wê demê heta niha gelek tişt guherîn. Tiştekî wekî berê nemaye. Îca ew kesê 30 salên xwe di girtîgehê de bihurandibe, wê çawa li derve bijî? Ji bo Tirkiyê ev ne tiştekî ecêb e. Ji ber ku di rewşa heyî de ti ferqa hundir û derve nemaye. Îro girtîgehên Tirkiyê heta bi dev tijî bûne. Çi kesê li dijî faşîzmê li ber xwe daye û dide tê girtin û di girtîgehê de ye. Lewma jî çi derve û çi hundir ji bo Kurdan ferq nake. Her du jî warên têkoşînê ne. Jixwe ne ji vê baweriyê bûya, ewqasî nedikarîn li girtîgehê bimînin.

Îradeyeke ji pola ya şoreşgeran heye. Ti carî serê xwe li ber zilmê natewînin. Çiqasî poşmanî li wan bê ferzkirin jî qebûl nakin. Dikarin 30 salên din jî di girtîgehê de bimînin, lê poşmaniyê qebûl nakin. Ev îrade û bawerî jî tenê li cem Kurdan heye. Ji bilî Kurdan ti nasnameyên din, nekarîn li ber xwe bidin. Tenê Kurd dikarin li dijî faşîzma dewleta Tirk li ber xwe bidin.

Rêber Apo ji bo vê rewşê beriya bi salan di pirtûkeke xwe de analîzek kiribû. Digot; azadî hebe wê li her derê hebe. Lewma jî em dibînin ku dema azadî li derve tine be, ti ferqa wê tineye ku tu li derve bî yan jî li hundir be. Kurd jî hay ji wê hene. 30 sal berê çawa hatin girtin, îro jî li ser heman biryarê ne. Ji bo wan her der warekî têkoşînê ye. Têne girtin, kuştin, êşkencekirin û revandin, lê dîsa jî dev ji doza xwe bernadin. Doza Kurdan dozeke hebûnê ye. Kurd ji bo hebûna xwe têdikoşin. Heta ku hebûna xwe misoger nekin jî wê nesekinin. Lewma jî girtîgeh û jiyana sirgûniyê biryara wan a têkoşînê naguherîne. Ew li ku derê bin, dizanin li ber xwe bidin. Ferhan Ay ê ku 30 salan di girtîgehê de mabû, dema hat berdan digot; ez hê jî deyndarê gelê xwe me. Ev gotin, felsefeyekê tîne ziman. 30 salên xwe girtî derbas kirine, lê dîsa jî xwe deyndar dibîne. Azadî jî bi riya van şoreşgeran pêkan e.