Êrişên li dijî Rojava ti carî nesekinîn. Her roja derbas dibe jî ev êriş zêde dibin. Çiqas pêşeng û xebatkar hebin di hedefa dewleta Tirk de ne. Ji bo vê yekê jî wan qetil dikin. Herî dawî jî hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û du kesên pê re bûn hatin qetilkirin. Beriya ku Yusra şehîd bikeve bi rojekê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo li Amûdê beşdarî çalakiyê bibû. Di wê çalakiyê de jî daxuyaniyek ji aliyê wê ve hate dayîn. Piştî vê daxuyaniyê bi rojekê jî bû hedefa neyaran.
Ev ne êrişa yekê ye ku bi vî rengî pêşeng û xebatkar têne şehîdxistin. Her ji çend rojan bi vî rengî balafirên artêşa Tirk dikevin Rojava û li hedefan dixin. Hedefa wan jî kesên pêşengiyê dikin. Bi van êrişan re hewl didin ku tirsê bixin dilê civakê. Ji bo ku kes pêşengiyê neke peyamekê didin. Piştî hilbijartina li Tirkiyê jî êrişên bi heman rengî zêde bûne. Destûra balafiran dane artêşa Tirk û her cara ku bixwaze derbas dibe û li hedefan dixe. Wê demê mirov fêm dike ku çiqas pêşeng hebin ew di hedefê de ne. Sivîl an jî eskerî be ferq nake. Wê demê divê tedbîr werin girtin. Her kes divê hesabê neyarê xwe bike. Eger tu şoreşger be, tu li her derî şoreşger e. Dijmin jî li her derî dijminatiya xwe dike. Eger tu li Parîsê jî be ev yek ferq nake. Ji bo wan Kurdê azad divê were qetilkirin. Mesele ne tenê Rojava an jî devereke din e.
Îro li Rojava statuyeke Kurdan a xweseriyê heye û ev yek li hesabê dewleta Tirk nayê. Bi şev û roj êriş dike û van êrişan normalîze dike. Ji aliyekî ve peyama dagirkeriyê dide. Ji aliyekî tirsê dixe dilê civakê ji bo ku Rojava bidin valakirin. Êrişeke piralî û plankirî heye. Eger dewleta Tirk bi vî rengî tevdigere, wê demê divê bersiva wê jî hebe. Divê mirov bi zimanê wan bersiva wan bide. Ji ber ku dewleta Tirk faşîzmê diafirîne û vê faşîzmê li civaka xwe belav kiriye. Erê raste faşîzm polîtîkayeke dewletê ye, lê ev yek li hesabê civaka Tirkan jî tê. Faşîzm di rihê Tirkan de bi cih bûye. Ji bo wan divê Kurd tine bin. Ew Kurdên mirî jî qebûl nakin. Berê jî me dît ku bê çawa gorên şehîdên Kurdan bombe kirin û cenazeyên şehîdan ango hestiyên wan revandin. Çiqasî xerabî û neyartî hebe li Kurdan kirin. Li beramberî vê zilmê jî Kurdên leheng çêbûn.
Roja ku ev bûyer pêk hat, di Stêrk Tv de dengên du gerîlayên beriya şehîd bikevin hat weşandin. Gerîla Xebat û Zana li herêma Omerya ya Mêrdînê şehîd bûn. Dema ku di şikeftê de bûn û ketibûn kemîna dagirkeran dengê xwe qeyd dikirin. Ew peyamên wan ên dawî bûn. Ber bi şehadetê ve diçin, lê dîsa jî mirin ne xema wan e. Bi îradeyeke xurt û pola diçin şehadetê. Dizanin ku wê şehîd bikevin, lê dîsa jî xwedî biryar in. Ev çawa îrade û fedayîtî ye gelo ? Gelê Kurd qehramên wiha ava kirine. Bi saya van qehremanan gelê Kurd ti carî têk naçe. Ji mirinê natirsin û bi ser mirinê de dimeşin. PKK'ê û Rêber Apo ev kesayet ava kirin. Ev kesayet ji bilî PKK'ê li ti deverî tinene. Tenê di nava PKK'ê de cihê wan qehremanan heye.
Dewleta Tirk jî ji vê yekê aciz e. Çiqasî dikuje, lê dîsa jî nikare biqedîne. Bi dehan wezîr û kizîr hatin, lê encam negirtin. Ewqas serokomar û serokwezîr hatin guhertin. Lê dîsa jî nekarîn PKK'ê biqedînin. Lehengên di nava PKK'ê de roj bi roj zêde dibin. PKK'ê ev rihê nemir li tevahiya civakê belav kir. Hişt ku civak netirse û li ber xwe bide. Ev rihê berxwedanê îro li Rojava heye û lewma jî Rojava di hedefa êrişan de ye. Divê xelkê me yê Rojava zanibe ku dawiya van êrişan tineye. Lewma di sala 2014'an de Rêber Apo gotibû; jiyana xwe li gorî şer amade bikin. Ev rastî ji wê demê ve di pratîkê de ye. Dewleta Tirk ji wê demê ve êrişên qirkirin û dagirkeriyê pêk tîne. Bersiva li dijî van êrişan jî şerê gel ê şoreşgerî ye.