Kurdên li Ewrûpayê

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 24 Tebax 2023 - 00:05

Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka Selahattîn Erdem vê hefteyê di nivîsa xwe de li ser rewşa Kurdên li Ewrûpayê nivîsand. Bi taybetî jî balê dikşîne ser pîrozbahiyên ji bo salvegera pêngava 15'ê Tebaxe. Selahattîn Erdem rexne li wan dike û dibêje pîrozbahiyên li parkan û bi gerandina govendê nayê qebûlkirin. Dibe ku ev beşek ji rexneyên wî ne. Her wiha ji bo vê yekê jî rexneya esasî li pêşengan dike. Ez jî dixwazim hinek aliyên din bêjim û rexneya xwe pêşkêş bikim. 

Di salên 1980 û 1990'î de û heta salên destpêka 2000'î jî rêxistinbûyînek berfireh a Kurdistaniyan li Ewrûpayê hebû. Ev rêxistinbûyîn hê jî heye, lê aliyên wê yên qels hene. Mesela di salên destpêkê de perwerde zêde bû. Komeleyên Kurdan wekî akademiyan kar dikirin. Li her komeleyeke Kurd di her warî de perwerde hebûn. Li ser çand û hunera Kurdî perwerde hebûn. Ji fêrkirina govenda Kurdî, heta tenbûrê û zimanê Kurdî perwerde dihat dayîn. Lê ev rewşa em dibêjin îro tineye. Zarokên Kurdan li komeleyan mezin dibûn û yekser dibûn endamê wê komeleyê. Lê dev ji dubarebûnê û pêşxistinê berdin, êdî rewşa berê jî tineye. Ev rexneyek cidî ye. Bi hezaran malbatên Kurd li Ewrûpayê hene û zarokên wan li vir çêdibin û mezin dibin. Lê komeleyek tineye ku wan zarokan perwerde bike. Gelek malbat hene ku dixwazin zarokên wan li komeleyê fêrî çand û hunera Kurdî bibin. Lê ji vê yekê bêpar dimînin. Îro nifşek li Ewrûpayê çêbûye. Yên di salên 1990'î de çûne Ewrûpayê nifşek in. Zarokên wan çêbûne û mezin bûne û zewicî ne. Û niha zarokên wan jî çêbûne. Lê ew zarok di warê çand û hunera Kurdî de ji komeleyan tiştekî nagirin. Eger komele hebin, divê tiştekî bide wan zarokan. Ev mijareke girîng û cidî ye ku li komeleyên me ji bo pêşxistina zarok û ciwanan perwerde tinebe.

Mesela di salên 1990'î de li Ewrûpayê festîvalên çand û hunera Kurdî dest pê kirin. Festîvalên destpêkê gelekî xweş û zindî bûn. Eger ji aliyê tevlîbûnê em bêjin, ew tevlîbûna girseyî dîsa heye, lê heman bernameya çandî tineye. Mînak; Rêber Apo bi riya telefonê beşdarî festîvala yekemîn a ciwanan a Mazlûm Dogan bû. Li wê derê dibêje ku divê ev festîval wekî karnavalan derbas bibin. Yanî ne tenê ji bo rojekê be. Birastî jî festîvala ciwanan a Mazlûm Dogan jî heta deh salên destpêkê pir xweş bû. Lê piştre bernameya wê jî qels bû. Festîval ne tenê organîzekirina konseran û derketina hunermendan a ser dikê ye.  Eger em qala festîvalên 30 salî dikin, wê demê divê bername û aktîvîteyên wê berfirehtir bin. Yanî ev festîval dikarin çend rojan dewam bikin.

Pîrozbahiyên salvegeran jî bi heman rengî qels bûne. Berê pîrozbahiyên rojên dîrokî dewlemendtir bûn. Bernameyên çandî û hunerî zêdetir bûn. Lê niha ew bername di nava salonan de asê mane. Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka Veysî Sarisozen beriya bi çend rojan pêşniyarek li ser vê mijarê kiribû. Digot; divê rojên dîrokî ji rûtînbûn û burokrasiyê derkeve. Yanî pîrozkirina salvegeran wekî kampanyayekê were dîtin û bi vî rengî were pêşwazîkirin.

Ev tiştên em qala wan dikin kêmasiyên rêxistinê destnîşan dikin. An jî kêmasiyên rêxistinbûyînê. Di vê mijarê de her kes dikare xwe rexne bike û rexneyê li xwe bigre. Kes nikare xwe ji vê rexneyê dûr bigre. Eger îro em vê rewşê dibînin û rexne dikin, wê demê em dikarin biguherînin. Ji bo guhertinê derfet heye. Ev mijar û rexne dikarin li platformên berfireh werin nîqaşkirin û encamek jê were derxistin. Dema ku mirov encamekê jê derxîne wê demê mirov dikare qala serkeftinekê jî bike. Rewşa Kurdên li Ewrûpayê û rêxistinbûyîna wan divê were dîtin û nirxandin. Girseyek mezin a Kurdistaniyan li Ewrûpayê heye û derfet jî hene, wê demê dikare were guhertin. Ji bo vê yekê bar dikeve ser milê me hemûyan.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.