Doza me siyasî ye

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 13 Tîrmeh 2023 - 00:05

Li Kurdistan û Tirkiyê hezaran hevalên me girtî ne. Girtina wan û darizandina wan jî bi temamî siyasî ye. Kurd ji ber Kurdbûna xwe têne girtin û darizandin. Em dibêjin darizandin, lê di esasê xwe de ne darizandin e. Mirov ji ber sûcên kirine tên darizandin. Lê deh hezaran Kurdên di girtîgehan de bêsûc tên darizandin. Dema ku derdikevin dadgehan jî parastina xwe nakin. An jî qet qala doza darizandina xwe nakin. Yekser qala rewşa siyasî ya li Tirkiyê dikin û girtina xwe jî pêre têkildar nîşan didin. Herî dawî me ev yek di doza darizandina rojnamevanên Kurd de dît.

15 hevalên me yên rojnamevan zêdetirî salekê ye girtî ne. Doza darizandina wan dest pê kir, lê ne ji bo ku hesab bidin çûne dadgehê, ji bo ku hesab bipirsin çûne. Li dadgehê bi Kurdî axivîn û qala pergala faşîzan a li Tirkiyê kirin. Pêvajoya binçavkirin û girtina wan çawa çêbûye û ji bo çi 13 meh in di girtîgehê de ne qala wê kirin. Rojnamevan ji ber ku karê xwe kirine girtî ne. Ji ber ku nûçe çêkirine hatine girtin. Ev tişt tenê li Tirkiyê çêdibe. Yanî kesek ji ber karê dike were girtin. Eger rojnamevanek nûçeyan çêneke û rojnamevaniyê neke wê çi bike ? Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê her kesî wekî xwe dibîne. Bi vî rengî dixwaze ku rojnamevanên Kurd jî serî bitewînin. Lê kevneşopiyeke çapemeniya azad heye. Di salên 1990'î de jî van rojnamevanan serî netewand. Ji Apê Mûsa heta niha li ser şopa heqîqetê ne. Ji bo ku rastî di tariyê de nemîne li ber xwe didin. Bi dehan hevalên me yên rojnamevan û xebatkarên çapemeniya azad hatin qetilkirin. Hê jî bi dehan hevalên me girtî ne. Eger hevalên me yên girtî li gorî dosya dadgehê bimeşin û serê xwe bitewînin wê werin berdan. Lê li dadgehê jî vê yekê dibêjin; ev dozeke siyasî ye û ti têkiliya wê bi hiqûqê re tineye.

Eger ew rojnamevan li gorî dosyaya girtina xwe bimeşin, wê demê bêhiqûqiya wan rewa dikin. Lê mesele ne ewe ku çiqasî girtî bimînin, bên berdan an jî na. Eger her kesek li gorî vê rastiyê bimeşe wê demê ev dewlet teşhîr dibe. Divê her kes li gorî vê rastiyê tevbigere. Divê zanibin ku her dozeke li Tirkiyê siyasî ye û divê ji aliyê siyasî ve were teşhîrkirin. Girtina rojnamevan Merdan Yanardag jî di vê çarçoveyê de ye. Ji ber ku gotiye tecrîd heye hate girtin. Eger tecrîd tinebe wê demê destûrê bidin bila malbat û parêzer biçin cem Rêber Apo. Eger tecrîd hebe divê were gotin. Bi veşartina rastiyan û nixumandina wan re ew tişt wenda nabe. Civaka li Tirkiyê ji vê rastiyê direve. Divê hebûna tecrîdê were gotin. Îro ji Îmraliyê heta derve, tevahiya civakê tecrîdkirî ye. Tecrîd ne karekî veşartî ye. Lewma jî divê em li her derê qala tecrîdê bikin.

Dewleta Tirk ji fikir û ramanên Rêber Apo ditirse. Yê ku li Îmraliyê hatiye tecrîdkirin dewlet bi xwe ye. Dewletê xwe tecrîd kiriye. Lê Rêber Apo jî bi fikir û ramanên xwe azad e. Ji ber ku mirovekî azad e ew girtin e. Azadî ne li pişt çar dîwaran e. Azadî di mejiyê mirovan de û di rihê wan de ye. Lewma jî em dibêjin doza me siyasî ye. Ev dewlet polîtîkaya qirkirin û tinekirinê li ser Kurdan dimeşîne. Ti têkiliya vê dewletê bi qanûn, hiqûq û edaletê re tineye. Ti carî jî ev têkilî çênebûye. Wê demê heta ku ji me tê divê em têkoşînek siyasî bimeşînin. Eger em tenê rastiyan jî bînin ziman bes e. Lê em ji gotina rastiyan jî bitirsin wê demê rewş xerab e. Divê rastî li her derê were gotin. Eger tecrîd û faşîzm hebe divê bê gotin. Eger em nebêjin em ê têk biçin û nikarin doza tiştekî bikin. Hebûna me siyasî ye û ji ber vê yekê em di nava pencên qirkirinê de ne. Heta ku rastî werin gotin wê ev dewlet jî bitirse. Bila bitirsin, ji ber ku ew bi siyaseta derew û xapandinê hene. Em jî bi rastiyên xwe hene.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.