Em n-ebedî ne

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 7 Îlon 2023 - 00:05

Gerîlayekî HPG'ê yê ku beriya bi sê salan li herêma Xerzanê şehîd bûbû, cenazeyê wî radestî malbata wî kirin. Ew jî Tolhildan Tekman bû. Esas hestiyên wî dan malbatê. Ev ne cara pêşî ye ku dewleta Tirk vî tiştî tîne serê malbatan. Kurdan qetil dike, cenazeyên wan parçe dike û tenê hestiyên wan dide malbatên wan. Dema ku min nûçeya wê pêşkêş dikir gelekî zor bû. Bifikirin, zarokeke we heye û mezin dibe. Bi salan hûn wê zarokê mezin dikin. Piştî bi demekê jî ew zarok dibe gerîla û ji bo azadiya welatê xwe têdikoşe. Dewleta Tirk jî wî zarokê we qetil dike û tiştê nemayî tîne serê cenazeyê zarokê. Yanî şer e û tiştekî asayî ye ku şehîd bibe. Lê tişta ne normal, ew hovîtiya li hemberî cenaze ye.

Ji ber hovîtiya li Cihûyan kiriye, navê Hîtler heye, lê tişta ku Erdogan di vê sedsalê de bi Kurdan dike, xerabtir e. Erdoganê faşîst ti êşkence nema ku li Kurdan nekir. Çi kesekî doza mafê xwe dike di hedefa vê desthilatdariyê de ye. Jixwe, mesele ne tenê Erdogan û desthilatdariya wî ye jî. Beriya Erdogan jî heman siyaset hebû. Ji Şêx Seîdê Kal heta Seyîd Riza heman polîtîkaya qirkirin û tinekirinê heye. Kurdan qetil dikin û cenazeyên wan jî tine dikin. Di salên 1990'î de jî deh hezaran Kurd revandin û nebedî kirin. Hê jî bi hezaran cenaze nehatine dîtin.

Di pêvajoya 8 salên bihurî de jî ev siyaseta xwe ya qirêj dijwartir kirin. Şehîdgehên Kurdan bombebaran kirin, cenazeyên Kurdan bi erdê kaş kirin û gelek bûyerên hovane kirin. Dewleta Tirk, ji ber ku dewleteke barbar û hov e û tenê dizane vê yekê bike. Bi awayekî eşkere dijminatiyê li Kurdan dike. Heger hûn li rewşa Efrînê binêrin bes e. Lê dinya xwe lê kor dike.

Rêber Apo beriya bi salan qala Kurdên di pencên qirkirinê de kiribû. Kurd hê jî di pencên qirkirinê de ne û her roj têne qetilkirin. Rêberê Kurdan tecrîdkirî ye û agahî jê tineye. Li zindanan her roj faşîzm heye û girtiyên cezayên wan qediyane jî bernadin. Ev yek bi awayekî eşkere dijminatî ye. Yên vê dijminatiyê nabînin, çavê wan li rehma dewletê ye.

Dewleta Tirk û civaka wê ti carî nabin dostê Kurdan. Ew Kurdan wekî cîran jî qebûl nakin. Derdê wan ew e ku Kurd tine bin û tenê Tirk hebin. Ji bo vê yekê jî her hovîtiyê dikin. Tişta ku tînin serê cenazeyên Kurdan jî ev e. Ji bo ku zarokên Kurdan nebin gerîla, hovîtiyeke mezin li cenazeyên wan dikin. 

Ciwanên Kurd Egîd Îpek, Hakan Arslan û Yilmaz Ûzûn hestiyên wan bi awayekî bêhurmetî radestî malbatên wan kirin. Niha halê ruhê wan malbatan çi ye gelo? Ew malbat û xizmên wan wê vê barbariya dewleta Tirk çawa ji bîr bikin? Heta ku sax bin, ev hovîtî wê ji bîra wan neçe. Yên dixwazin dewleta Tirk nas bikin bila li wan wêneyan binihêrin. Em qala sed sal berê nakin. Em qala vê sedsalê dikin. Gelo ew wijdan bi Tirkan re heye ku di vê meseleyê de empatiyê bikin. Ma gelo ji bo deqeyekê be jî dikarin xwe têxin şûna wan malbatan? Meseleya me û Tirkan jî ev e. Ti carî me wekî civakekê û nasnameyekê qebûl nakin. Her û her, me wekî dijmin dibînin. Roja ku civaka Tirk li ber van bûyeran rabe, wê demê em dikarin qala xwişk û biratiyê bikin. Wekî din em çi bêjin wê ne ji dil be. Tişta ku bi serê me dikin bi mirovahiya wan re têkildar e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.