Divê 15’ê Sibatê bibe roja azadiyê
Duşem 17 Sibat 2025 - 03:35
Li Amedê bi pêşengtiya DBP, DEM Partî û TJA “Meşa Aştî û Azadiyê” hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajar û gelek welatî tevlî meşê bûn. Girseya ku li Qada Şêx Seîd hate gel hev, ber bi Birca Keçikê ve meşiyan. Di meşê de pankarta “Em ê roja reş veguherînin ronahiyê” hat hilgirtin. Bi hezaran kesan bi çepikan dan, tililî avêtin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye”, “Bijî berxwedana gelê Kurd” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. Girseyê li cihekî nêzî Birca Keçikê daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn diyar kir ku gelê Kurd di siyaseta demokratîk de bi israr e û got:“Heke hûn çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bixwazin, divê hûn ji ewil tecrîdê rakin. Divê hûn îradeya gel xesp nekin.”
Ocalan komplo vala derxist
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî komploya navneteweyî şermezar kir. Halîde Turkoglû, destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan tevî ku di tecrîdê de bû jî komploya navneteweyî vala derxistiye û got:“Xwestin bi komployê û bi tecrîdkirina birêz Ocalan têkoşîna gelan tune bikin. Lê birêz Ocalan li Îmraliyê li ber xwe dide. Bi salan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd çareserî pêş xist û muzakere kir. Di roja heyî de em dixwazin aştiyeke birûmet çêbibe, komplo vala were derxistin û 15’ê Sibatê veguherînin roja azadiya gelê Kurd.”
Aştî bi zext û qeyûman nabe
Halîde Turkoglû, destnîşan kir ku divê tecrîda li Îmraliyê were rakirin û got:“Birêz Ocalan dibêje ku çareseriya pirsgirêka Kurd dikare bi hiqûq û rêyên siyasî were kirin. Peywiran dide Meclisê û dibêje ku divê aştiya civakî pêk bê. Ew ê ev aştî çawa be. Ma bi zext û qeyûman aştî dibe? Em dizanin ku pirsgirêka Kurd mezintirîn pirsgirêka Rojhilata Navîn e. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê birêz Ocalan modelekê pêşkeş dike. Ev pirsgirêk bi yekperestî, înkargerî, bi dijminatî û şer çareser nabe. Ev pirsgirêk, pirsgirêka tevahiya gelan e.” Nûnerên me bi qirkirinên siyasî rû bi rûyê zextan dibin, Hevşaredarê Amedê Dogan Hatûn bi êşkenceyê bê binçavkirin em vê qebûl nakin. Çiqas zext çêdibin bila çêbin wê nekaribin daxwazên me yên wekhevî, demokratî, aştî û azadiyê terorîze bikin. Nikarin ji vê re bibêjin hiqûq. Ji vê re hiqûqa dijminatiyê tê gotin. Tu gel jiyaneke wiha qebûl nake. Em jiyaneke bi rûmet dixwazin. Em ê bi her avayî îradeya xwe biparêzin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û tecrîdkirina birêz Ocalan bi dawî bibe û bi awayekî azad muzakereyan pêk bîne em ê her roj li ber xwe bidin û tu caran serî natewînin. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin.”
Îmralî veguherî qada berxwedanê
Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz diyar kir ku bi ser Komploya Navneteweyî re 26 sal derbas bûne lê hê jî bandora komployê dewam dike û got:“Ji ber ku birêz Ocalan li dijî tecrîda giran girtîgeh û girava Îmraliyê veguherand qada berxwedanê û sekna sedsalane nîşan da. Ev biryarbûn û sekn nîşan dide ku Komploya Navneteweyî neguhiştiye armanca xwe. Divê neyê jibîrkirin ku aştî û çareseriya ku birêz Ocalan dixwaze bi pêş bixe di heman demê de têkoşîna ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ji ber ku birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê ji bo strateji û tifaqa dîrokî ya gelan têdikoşe divê demildest azad bibe û divê bingeha muzakereyên demokratîk bên avakirin. Werin em bi hev re qad û kolanan tije bikin û azadiya birêz Ocalan bixwazin. Di salvegera 26’emîn a komployê de divê êdî 15’ê sibatê di şexsê birêz Ocalan de bibe roja azadiyê.” Çalakiya rûniştinê piştî axaftinan bi dawî bû.
MA/AMED