Pirtûkek Kurdî ji bo dibistanên Elmanya

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 2 Îlon 2025 - 01:45

  • Yekîtiya Mamosteyên Elmanya (YMK) da zanîn ku wan pirtûkeke bi Kurmancî ya bi navê “Kurdî-Kurmancî Asta Navîn” çap kiriye. Ev pirtûk li gorî mufredata NRW’yê hatiye hazirkirin û ji bo dibistanên sereke û navîn hatiye çapkirin.

ARAT ARARAT / BIELEFELD

Eleqaya tevlîbûna dersên Kurdî, hejmara zarokan ya dersên Kurdî ya dibistanên li Elmanya her tim mijara nîqaş û rexneyê ye. Divê saziyên Kurdistanî yên li Elmanya bi vê mijarê dakevin û binirxînin. Li ser vê mijarê pir hat nivîsandin, hat gotin, pêşnîyar hatin kirin lê mixabin hê jî tedbîr nehatine girtin. Li gel vê yekê jî xebat her dewam dikin. Yekîtîya mamosteyan Elmanya (YMK ) ji bo dibistanên sereke û navîn meha Tebaxê pirtûkêk nû ya 140 rûpelî çap kir. Di pirtûkê de 71 xal hene û her xalek girîngiya xwe heye.

Li gorî encamên sala par li 7 eyaletên Elmanya 32 mamoste perwerde didin zarokan. Qederê 100 dibistanên Kurdî hene û 3 hezar jî şagirt. Ji bo di van dersan da bê bikaranîn Komisyona Meteryal a YMK pirtûkeke nû çap kir. Li ser wê pirtûkê serokê komisyonê û amadekarê pirtûkê mamoste Abdulqadir Ulumaskan hîn agahî dan me.

Pirtûk li gor esasên mufredata NRW’yê ye

Pirtûk ji aliyê Weşanên YMK’yê bi navê “Kurdî-Kurmancî Asta Navîn” hatiye çap kirin. Mamoste Ulumaskan dibêje ku pirtûk li gorî mufredata NRW ji bo pola 7 û 8an hatîye amade kirin lê, ji pola 5an heya pola 10an ji dikarin bikar bînin û got; “Pirtûkên me yên ku di dibistanên navîn de tên bikaranîn kêm in. Ji ber wê hewce bû ku em pirtûkeke bi vî rengî derxin. Me mufredata NRW esas girt. Helbet Eyaletên din ji dikarin bi kar bînin. Pirtûk bi mijarên pedagojîk, dîdaktîk, rêziman daketiye. Di pirtûkê de hîndarîyên wek guhdar kirin, axaftin, xwendin û nivîsandin hene. Her wiha pirtûk bi çanda Kurdî jî dadikeve. Li ser kurtedîrok û erdnîgariya Kurdistanê, mîtolojî, destanên Kurdî, zargotin, huner, wêje, çîrok, cejnên kurdî yên netewî û olî jî gelek agahî hene.”

Keda mamoste Fevzî Ozmen

Mamoste Abdulqadir Ulumaskan di pêşgotina pirtûkê de Serokê Enstîtûya Kurd a Elmanya, ku beriya 3 salan jiyana xwe ji dest dabû, bibîr aniye û wiha gotiye; “Em spasiya hemû mamosteyên ku ked dane pirtûkê dikin. Keda mamoste Fevzî Ozmen weke di hemû karên me de, di vê pirtûkê de jî zêde ye. Wî piştevaniyeke zêde da me, ez wî bi minet bibîr tînim. Her wiha li hêla din van mamosteyan jî alîkarî da me; Samir Kheder  Abde, Yusuf Bilgic, Mahmud Ayiin, Rêzan Hesinkar, Alisser Sayan û Roni Sterk. Ji bo keda wan jî ez spas dikim.”

Du beş bi hevre weke yek pirtûkê hatiye hazirkirin

Pêşgotina mamoste Abdulkadir Ulumaskan bi van agahiyan dewam dike; “Tevî her çar behremendiyên zimanî yên wek guhdarî, axaftin, xwendin û nivîsandinê, bi hinek mijaran vê girêdayî beşên rêzimanî yên bingehîn bi awayekî hêsan, tevî Mînak û hîndariyên wan hatine amadekirin. Di beşên rêzimanî de me nexwest, em mijaran zêde bi teoriyên rêzimanî zahmet bikin û loma bêtir agahiyên hêsan û pratîk hatine dayin. Me nexwest ku pirtûk wek du pirtûkan, ya xwendin û xebatê mîna du pirtûkan ji hev cuda bin. Ji aliyê pedagojîk de wek metod me baştir dît ku her du beş bi hev re wek yek pirtûkekê bê amadekirin. Beşên xwendin û yên xebatê bi hev re li dû hev hatine rêzkirin. Xebata beşa xwendinê, rêziman, pirs û hîndarî bi mijara xwendinê ve girêdayî û li pê hev hatine dayin. Bi vî awayî mijar ji hev cuda nabin û yekser bi hev re tên girêdan.

Hinek mijarên bideng jî di pirtûkê de hene. Mîna; Sirûda kurdî, hinek stran û helbestên kurdî yên navdar. Ev berhem dikarin, bi deng jî bên guhdarîkirin. (Bi koda çarqozî) “

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.