Piştî salên dirêj dîsa Agirê Jiyan

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Îlon 2025 - 15:15

  • Agirê Jiyan piştî salên dirêj vegeriya. Kom, roja Şemiyê (06.09.2025) li Dusseldorfê konserekê lidar dixe. Agirê Jiyan dibêje: "Werin em stranên xwe bi hev re bêjin. Stranên ku xwedî bîranîn, dîrok û nostaljî ne."

 

Agirê Jiyan komeke navdar a muzîka Kurdî ye. Xwedî gelek stranên hît e. Kom piştî sala 2018'an ket nav bêdengiyekê. Endamên komê neçar man, ji hev qut bûn û bi serê xwe meşiyan.

Lê endamên Agirê Jiyan li welatê xerîbiyê (Elmanya) dîsa li hev civiyan. Ev bû çend meh bi hev re provayan dikin. Art Recordsê ji bo Agirê Jiyan konserek amade kiriye. Konser 6'ê Îlonê roja Şemiyê li bajarê Düsseldorfê saat 20:00'ê destpê dike. Cihê konsêrê jî Capitol Theater Düsseldorf e.

Roja Şemiyê ji bo Agirê Jiyan û hezkiriyên wan rojekê dîrokî ye. Kom piştî 7 salan cara yekemîn e ku konserekê bide. Agirê Jiyan dibêje: "Werin em stranên xwe bi hev re bêjin. Stranên ku xwedî bîranîn, dîrok û nostaljî ne."

Hunermendên ku derdikevin ser dikê

Hunermendên ku wê sibe derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin:

Solîst: Ali Geçimli
Solîst & Gîtar: Şener Yildiz
Solîst: Eylem Aktaş
Vokal: Asli Zelal
Klavye & Orkestra Chef: Amed Tabar
Keman: Nûrê Dilovanî
Flüt & Saksafon: Dilvan Ronî
Mey & Zurna & Tulum: Emrah Oğuztürk
Saz: Bülent Yildirim
Dahol: Murat Vural
E-Gîtar: Bariş Boyraz

Kurtedanasîna Agirê Jiyan

Agirê Jiyan çar albûm derxistin:

  1. Adarê (Adara 1996an)
    2. Helîn (1999)
    3. De Were (2006)
    4. Aştî (2014)

Agirê Jiyan sala 1992'an hate damezrandin. Hunermendên ku di serdema yekem de di nav komê de cih girtine ev bûn:

* Şener Yildiz (1992–1998)
* Ali Geçimli (1992–1999, 2001–2018)
* Nail Yurtsever (1992–1999)
* Piştre Amed Tabar (pîyanîst û aranjor), Bülent Yildirim (Tembûr)
* Mervan Tan (2000-2007)

Stranbêjên ku bi dengên xwe nasname û albûmên komê xurt kirin ev bûn:

* Berîvan Okçuoğlu (Albûma “Adarê”)
* Elif Koç (Albûma “Hêlîn”)
* Meral Tekçi Korkutata (Albûma “De Were”)

Xebatên solo

Piştî sala 2018'an endamên komê neçar man û rêya xwe ya muzîkê wek solo dewam kirin. Her endamekî komê dîsa stran çêkirin, konser lidar xistin û xebatên xwe pêşkeşî hezkiriyên xwe kirin.

Ali Geçimli sala 2020an albûma “Arîn Mirxan” û sala 2024an albûma “Dayêcan” derxist. Şener Yıldız ji sala 2007an vir ve muzîka pop a Kurdî-Tirkî çêdike (Eman û Single'ê din).

Nail Yurtsever muzîka rêzefîlm û fîlman çêkiriye (Asi, Öyle Bir Geçer Zaman Ki, Adını Feriha Koydum û hwd. 2006–2016). Meral Tekçi sala 2016'an albûma bi navê “Vejîn” derxistiye. Mervan Tan sala 2010"an albûma bi navê “Zarîn” derxistiye. Amed Tabar jî ji bo rêzefîlman muzîk çêkiriye. FIRAZ BARAN/KOLN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.