Li Bilefeld Rojên Filmên Kurdî

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 8 Îlon 2025 - 17:30

  • 2yemîn Rojên Fîlman ên Kurdî yên OWL (Ostwestfalen-Lippe) li Bielefeldê tê lidarxistin

Înîsiyatîfa Aştî û Hêviyê ya Kurdistanê (KBUI) 2yemîn Rojên Fîlman ên Kurdî yên OWL (Ostwestfalen-Lippe) di navbera 19-28ê Îlonê de li Bielefeldê organîze dike. Festîval, bi piştgiriya Volkshochschule ya Bielefeldê (VHS), li Sînemaya Lichtwerkê pêk were. Di çarçoveya bernameyê de, di 19ê Îlonê de fîlma "Oyuna Geldik" a derhêner Kazım Oz tê nîşandan. Derhêner Kazım Oz jî dê beşdarî çalakiyê bibe. Di 21ê Îlonê de fîlma Bahman Ghobadi ya bi navê "Kûsî jî difirin", di 26ê Îlonê de fîlma Orhan İnce ya bi navê "Hêvî" û di 28ê Îlonê de jî fîlma Soleen Yusef a bi navê "Haus Ohne Dach" dê bi temaşevanan re bêne parvekirin.

Seroka KBUI Emine Gozen got: "Armanca me ew e ku nasname û çanda Kurdî were xuyakirin, civaka me bi nirxên xwe yên çandî re werin gel hev û di heman demê de piştgirî bidin wan kesan ku ji bo sînemaya Kurdî ked didin. Li Elmanyayê çanda Kurdî demeke dirêj di nav nasnameyên Tirkî, Erebî an jî Farisî de hatî nirxandin. Bi çalakiyên çandî yên bi vî rengî, em armanc dikin ku xwerûtiya xwe derxin holê."

Gozen, gel vexwend çalakiyê û wiha lê zêde kir: "Divê mirovên me yên li Bielefeld û derdorê dijîn xwedî li çalakiyên bi vî rengî derkevin. Roja yekşeman fîlmên ku zarok jî dikarin temaşe bikin hene. Bi beşdariya malbatî, em ê li hember raya giştî ya Elmanan jî peyama 'Em hene' bidin." BIELEFELD

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.