Li bajarê Dortmund ê Elmanyayê di 13’ê Îlonê de wê Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn bê lidarxistin. Kurdistaniyên li Ewropayê di çand û hunera xwe bi berxwedanê re bigihîne hev. Çalakî wê li navnîşana Remydamm/Victor-Toyka Str. 44139 Dortmund pêk were.
Di festîvalê de wê Rapvan Azad, Rûken Yilmaz, Nasir, Dilniya Rezazî, Zelemele, Ferhad Merdê, Hussein Shaqooli, Ferzad Mehdi Nia, Hunera Mizgîn û DJ Mûstafa Demîr derkevin ser dikê.
Di çalakiyê de her wiha wê konê ji çanda Kurd ê bi navê Konê Amele bê vedan. Ji herêmên cuda yên Kurdistanê jî wê govend bê lîstin. Koma Erbanê wê derkeve ser dikê û ji bo zarokan wê atolyeyên Zarok Ma û lîstik hebin.
Beşdarî û xwegihandin
Di daxuyaniya KON-MED’ê de hate ragihandin ku ji Elmanya, Bakurê Fransa, Belçîka, Swîsre û Hollandayê wê ji 119 deverên cuda bi sedan wesayit ji bo tevlîbûna li festîvalê bi rê bikevin.
Ewlekariya qadê wê ji aliyê 400 dilxwazan ve bê kirin. Pêşniyar li beşdaran hate kirin ku bi kincên xwe yên gelêrî, her wiha bi malbat û hevalên xwe tevlî festîvalê bibin.
Peyama Festîvalê
Festîval ji nîşandana cihêrengiya çanda Kurd wêdetir weke îfadeya mafê diyarkirina çarenûsa xwe û berxwedana li hemberî zextê tê dîtin. KON-MED’ê diyar kir ku li hemberî zext, polîtîkayên asîmîlasyon û zilmê yên dewletên dagirke rên li ser Kurdistanê, îfadeya çandî di heman demê de berxwedaneke siyasî ye.
ANF