Yek gelek kese

Nûçeyên Nurhaq GULBAHAR

Duşem 11 Mijdar 2024 - 09:00

Hêza xwezanîn û pêşxistinê li gel mirov ferqa herî mezine û di encama vê yekê de mirovahî xwe gihanda asta wateyê. Ev hêz di yekê de dibe hezar û li pey xwe hêza guhertinê dide avakirin. Ola Êzdatiyê ku ji wan baweriyên herî qedîm ên li ser axa Mezopotomyayê, vê heqîqetê bi awayê herî zelal û xwerû tîne ser ziman û dibêje;

Xwezga min hebûya hezar serî

Di her seriyek de hezar rû

Di her ruyekê de hezar dev

Û di her devekê de hezar lugat

Di yekê de hêza hezaran, di gotinekê de hêza vegotinê û grîngiya xwezanîna di her zimanekê de, weke qewlekê xwe di baweriya kevnare de bicîh kiriye.

Ev rastî herî dawî 2ê Mijdarê li Zanîngeha Îslamî Azad a Tehranê hate dîtin. Xwendekara jin a bi navê Ahu Deryayî, li dijî ferzkirina xwegirtinê çalakiyeke protestoyî li dar xist. Bi tena serê xwe bi bedena xwe ya ku polîtîka û serweriya hişmendiya zilamsalarî li ser tê meşandin û ferzkirin, çalakiyek ji çalakiyên herî karîger û balkêş li dar xist. Zimanê çalakiyê gelek xwirt û rêbazê wê bandorker bû. Ziman ji zimanê bêdengiyê bû. Amûrê çalakiyê bedena wê bi xwe bû. Ew bedena ku hişmendiya aqlê serdest ê zilamtiyê xwe bi temamî weke şaneya kok li ser bedena jinê dabû avakirin û serweriya xwe pêk anîbû, bi vê çalakiyê weke çekekê li dijî vê hişmendiyê dihat bikaranîn. Û bi yek kesî ev pêk dihat. Hêza vê çalakiyê jî ev bû. Nîşan da ku yek gelek kese. Yek dikare xof, xeterî û tarîtiya vî aqlê serdest a ku xwe li ser jinê daye avakirin, di kêliyekê de, bi rêya zimanê bêdengiyê û bi bedena xwe ya rut dikare li pêş çavan nîşan bide, şer bike û biserkeve. Di heman demê de di kesayeta xwe de civakekê, heqîqetekê, kombûnekê û mafdariyê bide hev û nîşan bide. Ew civakbûn, heqîqet, kombûn û mafdarî jî ku di tevahî raperînên ‘Jin Jiyan Azadî’ de ji xwe gihîştibû lutkeya wateyê.

Kerameta civakî û ya takekes xwedî li xwe derketine, baweriya bi hebûna xwe ye. Di kesayeta xwe de avakirin û parastina kerametê ye, di hebûna civaka de jî wedîderketin û bilindkirina kerameta takekese. Ev yek diyalektîka civakên exlaqî û polîtîk in. Di heman demê de hêza xwe zanîn û pêşxistinê ye. Ahû Deryayî bi vê helwêst, xîret û çalakiya xwe, hêza takekes ya pêkanînê jî nîşan dide. Ew koletiya ku di navbera porno û çarşefa reş de diçe û tê û xwe kiriye hişmendiyeke serdest û li tevahî hebûna jinê de xwe rapêçaye, bi awayê herî xwerû li pêş çavan nîşan dide.

Helbet nîşan da ku kesek, gelek kese. Heke bi hêza xwe bizanibe û rêbazê herî guncaw peyda bike kesek dikare hêza hezaran di xwe de kom bike. Ev hêz di vê çalakiyê de careke din derkete holê. Ji ber ku em dizanin civak û takekes nikarin bêrûmet bijîn.

 

 

 

       

parvê bike

Nurhaq GULBAHAR


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.