Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (146)

hsghazi@gmail.com

 

Çend pirsyar le kak Xidir Qadir (Xidir Xidirzade) yekêk lew pêşmergekanî ser be destey şehîd Kawe (Feqê Husên Marexanî) ke le kempî Bekreco bûwe

 

Siyaweş Goderzî le bername belgeyiyekey da (Tarawge) ke le têlêvîzyonî mangîley Aryenwe bilaw debêtewe le  20 / 5 /2020  beşî yekemî ew çawpêkewtiney bilaw kirdewe ke legel Xidir Qadir ( Xidir Xidirzade)kirdûyetî, lew çawpêkewtine da Xidir Qadir basî ezmûnî xoy le Bekreco deka: “Ême le Bekreco meqerman hebû, ew demî 32 nefer  bûyn û kak Kawe (Feqê Husên Marexanî) serperistî dekird be nawî betalyonî şehîd Qazî yewe karman dekird. Meqerêkî tenîştman dû axay cuwanroyî bûn be nawî Hamîd Beg û Mistefa Beg [mebest le Hamîd Begî Kilaşî ye ke le salî 1979 le katêkda be pêy bangihêştinî HDKA çû bû bo Mehabad le layen Sazmanî Çirîkekanî Fîdayî Xelq we Rifêndira û duwatir le dêyek le dewruberî Sine tîrebaranyan kird; Hesen Qazî]. Ewanîş wextî xoy nazanim pêm waye le ber îslahî zera'î qaçax bibûn çî, ewanîş lewê çekdaryan hebû. Ême cîranî wan bûyn le Bekrecoye. Ême 32 nefer bûyn belam her heresyatî xoman deda [....] belam ewem le bîr neçê cema'etêk hebûn çirîkî ser be Çîn. Le serdemî cûlanewey Mamosta Aware mesûlî yekemekeyan nazanim be rastî nêwî çi bû, belam le duwayeş gira êhdam kira.  Be nawî Dr. Simayîl, [diyare, Xidir Qadir nawekanî baş webîr naye, ew kesey ew basî deka rewanşad Dr. Kuriş Laşayî bûwe ke be nawî Mela Hesen/Dr.Celal  çend mang legel pêşmergekanî destey Şerîfzade û Mela Aware le nawçekanî şwênî çalakî Komîtey Şorişgêrî Hîzbî Dêmokratî Kurdistanî bû û legelyan jiya; Hesen Qazî] hat le menteqey gera û çun ew demî ke karman dekird Sipay Danîş hatbûne dê. Ew kesaney ke serbaz bûn, lebatî serbazî deyankirdin be me'elîmî dêyekan be nawî Sipay Danîş. Ew sipay Danîşane zorî xirap bûn, heta wa bû deyangut me'zeret dexwazim eger şewê seg dewerî deyangut eha ewe segwerî pêşmerge ye. Yanî xirap bûn. Le duwaye eger ew Dr. Simayle [Dr. Celal] hat gera be seryanewe le menteqey Nelên û Serdeşt û Gewirik û ewane, zorbey zorî ew Sipay Danîşane çak bûn çûn têy geyandin gutî babe ewane awan. Kabra Fars bûn baweryan pê hêna. 

Ca ewane cema'etêkyan hebû le Bekrecoye, meqerêkî gewreyan hebû. Lewê hemû ew şitaney ke ser be Maoy bû, deyankirde kitêbî çikolûkey wird deyannardnewe bo daxîl. Ewane dû dewreyan bo ême kirdewe bo ew 32 neferey hem dewrey siyasî, hem dewrey nîzamî heta meselen le dewrî Bekrecoye êmeyan debird be çekewe le sengerewe, goya bilêyn le şaxêkî Kurdistanîn, le şaxêkî Iran lewê wanêk bê, eweyan deda wek dokîwmênt. Belam le barî siyasîyewe. Carê hem le barî 'eskerî hem le barî siyasîyekeşewe hêndêk şit bilêyn le barî çepî û ewanewe îstîfadey hebû. Emin boxom îstîfadey çakim lê kird û le barî 'eskerîyekeşî ew demî be rastî zanistêkî başyan pê bû meselen bilêyn le barî taktîkî şer û çon şer kirdin û ewane. Eweş îstîfadeyekî başman lê kird.

....Diyare ew demî to nakrê bilêy Hîzbî Dêmokrratî Kurdistan. Wayan be selah zanî ême be nawêkî 'eskerî bilêyn hêzî çekdarî, siyasîyekey lê keynewe. Eweş way lê hat ke ême betalyonêkîn û hêzî çekdarîn û ew betalyoneş be nawî şehîd Qazî Mihemedewe kira. Ewe bû ke ew nawey lêndira û bew naweşman kar dekird. Diyare be daxewe, be daxewe ew qîne her heye çunkî mamosta Hejar şê'rêkî heye delê: heç kesêk neybê bîrî tole/ le babî xoy nebo zole. Ca be daxewe zor bedaxewe tehwîl danewey kak Fayiq û kak Xelîl û Salih Lacanî û ewane tesîrî zor xirapyan hebû. Eweş dîsaneke bo mêjû degêrînewe çun ême şahîdî ewey bûn ke kabrayekî baştirîn fermande be nawî Muhsîn Dizeyî ke î Hêzî Kawey bû yanî hêzî Kawey Heso Mîrxanî Pişderê ke hat bo menteqey Serdeştê be duway ême da meselen, be duway pêşmergey mamostay da [mebest Mela Aware ye], diyare ew demî mamosta nemabû. Ême dawaman kird çun gutim ew qîne hebû, gutman çi bikeyn lêrekanê le Bekrecoy her derzîn, exir berrastî awî Bekreco û cewî Bekreco bo ême zor neguncaw bû, yanî cewêkî zor naxoş bû bo ême, hawînîşe. Herçî dawaman dekird Mam Celal retî dekirdewe, deygut êwe mîwanî minin heyam deçê şitêktan be ser bê. Serit neyêşênim dey dey dey le duwaye axrî fişarman hêna Mam Celal qubûlî kird. Belam way qubûl kird be hemû cema'etî xoyanî gutbû debê le piştî cebhey bin nabê daxîlî şer bin. Ewe bû deçûn menteqeyekyan degirtewe le piştî şer dayan denayn wekû piştî cebhe. Ewe bû ême çûyn bo menteqey Qeredax û le Sûrdaş be daxewe dû însanî zor qaremanman şehîd bû. Le piştî Silêmanî yê kesêkî dî şehîd bû zor be daxewe. Nawekan yekyan be nawî Hesen Elyas, yekîşyan be nawî şehîd Qerenî ke Feqê 'Elî Şîweselî bû. Ewane le Sûrdaş şehîd bûn le şer da û birîndarîş hebûn. Le piştî Sileymanî û dole Rût û ewaneş kesêk be nawî Hemze xelkî Qelereşê bû şehîd bû.

....Kak Kawe însanêkî zor têkoşer bû, zor be bîr û bawer bû hem siyasî hem 'eskerî dekrê bilêm ew demî emin siyasî nebûm, 'eskerî bûm, zorbey zorî refîqekanim 'eskerî bûn, belam ew siyasî û 'eskerî bû, dewrî zor başî hebû, bawerke ew demî Mam Celal Kawe gutbay kesêk le jêr darî ê'dam da baye azadî ke azadî dekird. Kawe zor rolî başî hebû, zor însanêkî baş bû çunkî mamosta Aware xelkî Şelmaşe ew axay Şelmaşê ye. Bilêyn çend biraşî heye êsta birayekî le Fînlande, birayekîşî Mistefa le Holandaye û nazanim birayekî dî mawe yan na birayekî le Serdeştê hebû be nawî Mela Mehmûd. Ewane ba bilêyn tayfey mamosta Awarey mulkyan heye xelkî Şelmaşên û Mehmûd axaş, Mehmûd axa heta mizgewtî degel beş kird bûn degel ew tayfey. Mamosta Aware ke derbeder bû, ewe berastî le ber fişarî axayan bû.

Dirêjey heye...