Xelkî Helebce Dr.Cewadyan le bîr nekirduwe

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 14 Tebax 2020 - 23:00

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (42)
Goşeyek le Mêjûy Bizûtnewey Çepî Êran
Le Qalbî Beserhatêk da
Beşêk le kitêbî Siyaweş Parsanejad
Neşrî Nîma , Êsên – Elman çapî ewel – Jûyiyey 2002

Min duway xwêndewe u wergêranî ew beşaney kitêbekey Dr. Parsanjad lemer serdemay xebatî le Başûrî Kurdistan û xizmetî pijişkî le Helebce le kotayî 1960kanda, lay xom gutim bilêy Dr. cewad le bîrewerî xelkî Helebce da mabê? Be yarmetî hawrêyekî xoşewîstî Helebceyî ew pirsyaraney xuwareweman nard bo Helebce û berêzan kak 'Usmanî 'Ebe Rîş Sûr û kak Hemey Hacî Heme Şerîf be kurtî wulamyan daynewe, zor sipasyan dekeyn u lêre da becêye zanyarîyekanyan têhelkêşî kotayî kitêbekey Dr. Parsanejad bikeyn wek nimûneyekî cuwanî bîrewerî giştî û heq le çaw dabûn.
"Zor sispastan dekem eger wulamî em pirsyaraney xuwarewe bidenewe. Le kotayî salanî 1960 kanda ber le îmzay Peyannamey 11-î Azar le nêwan hukûmetî nawendî 'Êraq û bizûtnewey kurd, gurûpêkî komonîstî Êranî dêne Başûr bo ewey lewêwe biçin têkel be şerî çekdaraney têkoşeranî wek Şerîfzade û Mu'înî bibin le dijî rêjîmî şa. Belam leber kûjranî zorbey fermandeyekanî ew bizûtneweye û guşarî le zêdey Êran, ewan le Bekreco le lay Mam Celal degîrsênewe û karêkî berbilaw deken bo perwerdey siyasî çi le Bekreco û çi le Silêmanî û her weha xizmetî dermanî. Bo wêne le Helebce dermangeyk dayîr deken. Yek lew kesane Dr. Parsanejad buwe ke le Kurdistan û le Helebce be Dr. Cewad nasrawe. Beşêk le bîrewerîyekanî xoy terxan kirduwe bo ew serubendey le Helebce buwe. Lew pêwendîyeda em sê pirsyaretan araste dekeyn:
1-Kes bîrewerî ew kate û Dr. Cewadî le fikir da mawe?
2-Qadir Kokoyî ke fermandeyekî bewecî Celalî buwe le nawçey Helebce, kengê şehîd buwe?
3-Hîç zanyarî heye le ser ew kurdaney ew dîw be nawî tayîfey Namdarî ke ew serubende penaber bûn û le Helebce jiyawin?
Silaw, çend pirsyarêkt le 'Usman kirdbû.
Wulam: Dr. Cewad Êranî bû. Katêk Mam Celal û cema'etekey mektebî siyasî Mam Celal le Hemedanî Êranewe geranewe bo Kurdistanî 'Êraq, Mam Celal legel xoyanda hênabûyan dostî Mam Celal bû yek dû kesî tirî legelda bû, beramberî malî Hacî 'Ebe Zurûf xanuyekyan bo girtbû tedawî pêşmerge birîndarekanî dekrid, xelkî tirîş wek nexoş serdanyan dekrid, nexoşî debînî bê beramber. Carêkyan min xom lewê bûm. Ayşêy Şêx Kerîm, baxewanyan hêna bo lay, zor hîlak bû deyqîjand azarî gurçîley hebû, fehsî bo kird, wutî berdî heye. Be yekêkyanî wut, biro le malewe qorîyek çayî xest bikulênin zor, paşan bî palêwn û sardî kenewe be perdax bîxwat ta qoryeke tewaw dekat paşan beyanî ke hesta mîzekey bikate we'deyek, bo sibeynê lay Dr. Cewad bû be dengubas ke Ayşê be çayî berdêkî gewrey gurçîley firêdawe û rizgarî buwe lew azare qurse.
Wulamî duhem : Şehîd Qadir Kokoyî le şerî nawxo berwarî 1 / 1 / 1995, le dewrî Seyd Sadiq şehîd kira.
Wulamî sêhem: Xêzanî Namdarekan 1- Qadir Namdar nemawe 2- Heme Salih Namdar nemawe 3- Rezay Namdar nemawe 4- Paşay Namdar nemawe 5- Tayerî Namdar le jiyanda mawe 6- Necim Namdar le jiyanda mawe.

Dirêjey heye……. 


parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.