Xefka li pêşiya PDK'ê

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 24 Hezîran 2021 - 02:53

Di 23'ê Nîsanê de artêşa dewleta Tirk ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dest bi tevgereke berfireh a dagirkeriyê kir. Ev roj jî bi zanebûn hilbijart. Ango qaşo salvegera serxwebûna milletê Tirk e. Ji 23'ê Nîsana 1920'an û bi şûn ve gotina yek millet, yek al û yek ziman li Tirkiyê serdest bû. Erdoganê ku niha serokomarê Tirkiyê ye ji bo ku li gorî wê pêvajoyê bimeşe, pêngavek da destpêkirin. Ew jî bi temamî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Ji bo vê tevgera xwe ya dagirkeriyê jî bi PDK'ê re li hev kiriye. PDK jî ji bo ku karibe di vî şerî de cihê xwe bigre daye pey dek û dolaban. Ji aliyekî ve çapemeniya xwe bi kar tîne, ji aliyê din ve çekdarên xwe ji bo provokasyonê dişîne qadên gerîla. Ew dixwaze ku PKK fîşekê biteqîne û bike sedema şer.

Bûyera herî dawî ya li Metîna jî mînaka wê ye. 5 çekdarên PDK'ê di 5'ê Hezîranê de li herêmên gerîla hatin kuştin. Mesûd Barzanî ragihand ku ew ê xwîna wan li erdê nehêle. Yanî dibêje, ew ê derbê li PKK'ê bixin. Ev yek jî tam li gorî dilê dewleta Tirk e. Jixwe, ev çend sal in dibêjin, çi karê PKK'ê li Başûrê Kurdistanê heye? Lê xwezka li şûna vê pirsê gotibana, çima em ne li Bakurê Kurdistanê ne. Yan jî çima em li Rojava li dijî dagirker û çeteyan şer nakin. Heger îro pêşmergeyên PDK'ê li çiyayên Cûdî, Gabar û Bagokê bûna û li dijî dagirkeran şer kiribana wê çiqasî kêfa Kurdan hatibûya. Ma wê kê gotiba çi karê PDK'ê li van deran heye? Îcar ev PDK ya ku li dijî dagirkeran şer nake, çima ji PKK'ê dixwaze şer neke. Yan jî PDK çima li dijî PKK'ê ketiye pozîsyona şerekî.

Em dibînin ku zêdetirî 40 salan e dewleta Tirk dike û nake nikare PKK'ê biqedîne. Li aliyekî NATO heye, li aliyê din ewqas çete û cerdevan. Lê dîsa jî PKK neqedand. Ewqas balafir, tank û topê wan hene û çi encam bi dest nexistine. Di rewşeke wiha de çawa dibe ku PDK dibêje, ez ê şerê PKK'ê bikim. Gelo wê çawa bike û encama wê çi be? Bêguman encama wê ji aliyê her kesî ve tê zanîn, lê tişta tê meraqkirin, çima PDK ketiye pey encamekê ku wê dawiya wê jê re xerab be.

Heger em li referandûma serxwebûna Kurdistanê jî binihêrin wê heman encam were dîtin. Wê demê jî ango sala 2017'an referandûma serxwebûnê bi destê PDK'ê hat kirin. Li şûna serxwebûna Kurdistanê nîvê axa Kurdistanê ji dest çû. Yên ev yek kirin desthilatdariya niha ya li Başûrê Kurdistanê ye.

Xuya ye ku wê demê jî ne bi aqlê xwe tevgeriyane. Yanî hatine lîstika hin hêzên ji derve. Îro jî heman tişt heye. Dewleta Tirk ji bo karibe rêveberiya li Başûr hilweşîne PDK´ê dişîne meydana şer. Dewleta Tirk dizane ku wê PDK derbên giran bixwe û Başûr tevlîhev bibe. Encam jî wê li gorî dewleta Tirk be. Di wê navberê de wê hikûmeta Iraqê dest li rewşê werde. Statuya niha ya li Başûr jî wê têkeve xeterê.

Ji serî heta binî, xefkek li pêşiya PDK'ê hatiye danîn. Tevgera Artêşa Tirk a li Zap, Avaşîn û Metînayê yekser dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Li vê derê hedef ne PKK ye. Dewleta Tirk dizane ku di tevgereke wiha de nikare PKK'ê biqedîne. Dehê caran hatiye ceribandin û nekarîbûn bikin. Hedefa Erdogan û desthilatdariya wî têkbirina statuya Başûrê Kurdistanê ye. Îro firsenda wan çêbûye û PDK'ê ji xwe re bi kar tînin. Lê PDK çi qasî hay ji vê heye, nayê zanîn. Ji bo Erdogan û rayedarên dewletê ti ferqa Kurdan ji hev tineye. Berê digotin, PKK taştê be, PDK jî firavîn e. Lê îro rewş guheriye. Di hedefa destpêkê de hilweşandina statuya li Başûrê Kurdistanê heye.

Li aliyê din PDK û çapemeniya wê li ser xeta dagirkeriya dewleta Tirk dimeşin. Mirov şaş dibe. Yanî çawa dibe ku PDK li ber xwe xera dike. Ew pêşmergeyên ku navekî wan hebû, wê çawa têkevin xizmeta artêşa Tirk. Li vê derê tişta herî baş ew e ku xelkê li Başûr li dijî dagirkeriyê ye. Di vê mijarê de PDK tenê maye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.