Wutuwêjî Kuruş Laşayî: Beşî pêncem

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 18 Sibat 2023 - 01:15

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (162)

hsghazi@gmail.com

 

Siyasetî nerîtî

Hêndêk le wulate rojawayiyekan hen ke xawenî ew siyasete nerîtîyeşin ke le henderan hêzêk be dijî Iran durust ken û wek şîrî Damuklus le ser sermanî ragrin bo ewey mebestekanî xoyan pêk bênin. Hêndêk le hêze gewrekan hen ke be ruwaletî helfirîwênerî pêşkewtinxwazî û wek delên be dêwcamey îdêolojî mebestî destdirêjî xoyan da depoşin û tê dekoşn be şêweyekî dîke lew gurûpane kelik werbigrin. Hêndêkyan rastewrast û yan narastewxo yarmetî madî deden. Îzin biden wek numûney aşkira basî dirawsêy lay rojawaman bikem. Ew hukûmetey ke natuwanê gîrugirifte nawxoyiyekanî xoy çareser bika biryarî dawe yarmetî ême bida bo ewey be ser gîrugirifte nawxoyiyekanman da zal bîn! Boçî? Çone hukûmetêk ke destî ta anîşkî be xwênî komonîste 'Iraqîyekan sûre lepir meylî têda pêk dê yarmetî komonîste Iranîyekan bida? Aya ew kesaney ke xoyan be marksîst dezanin serincyan dawete ser ew meseleye? Ew hukûmete hêndêk rûnakbîrî le cînsêkî dîkeşî ko kirduwetewe û bo her kamyan sazêk dejenê be pêy zewqî ewan. Heyetî fermanrewayek ke tenanet diro legel xoşî deka aya nayewê ême bikate qoçî qurbanî deselatî gewretirî dîke? Bo na? Xwêndneweyekî kurte mêjûy Be'si rûnî dekatewe ke grûpî cor be corî ser be hêzî gewrey cor be cor, car car legel yek rêk kewtûn car carîş tenanet ta sinûrî têror û kuştarî yekdî çûn. Sertaserî mêjûy ew grûpe pirre lew core beyek dadanane da. Diro legel xoyan, diro legel xelik, diro legel dostan! Be dirowe çilon dekrê xizmet be amancî durust bikrê? Ew kesane tenê ew kate yarmetî deken be xelkî dî ke mebestekanî xoyan û axakanyan dabîn kira bê û ew katey ke qazancêkî awa le gorê da nebê dostanî xoyan wekû desrokeyekî çilkin firê deden û tenanet nizîktirîn dostanî xoşyan dekûjin. Numûne lew bareyewe zore. Û duwacar waq'îyet eweye ke ew rê û rêbazaney ke be numûne durust kirdin le serkewtnekanî xelkî dî zor xiraptir be lasakirdnewey şikanî xelkî dî, pêşniyar kirawin û yan dekar kirawin û geyiştûne binbest û car car ew bin beste karesatawî û xwênawî bûwe. Hîzbî Tûde le berçaw negrîn le ber ewey qet le xemî ewe da nebûwe rêgayek pêşkêş bika ke bîyewê xizmet be komelgey Iranî bika, rêga û nexşekanî be pêy çarenûsî şetrencî nawneteweyî diyarî dekra û ew be çaw û gwêy axindirawewe gwê rayelî bûwe. Zor rêgay dîke hatûne gorê hêndêkyan bêganekan sazyan kirdbûn, wek ewey ke Teymûr Bextyar destî pê kird û hêndêkîşyan le cehaletewe xoy serçawey degrit. Ne rêgay çirîkî çiya, û ne rêgay çirîkî şarî, hîçkamyan wulamderî pêdawîstîyekan û qanûnêtîyekanî komelî ême nîn. Ewe waq'îyetêkî mêjûy ye û ezmûnî tal morî xoy lê dawe. 

 

Rîsaletî diro

Rîsaletî rûnakbîr dekrê be şêwey diroznaney wî bête gorê û eweş binbest nebê hîç nîye. Kotayî hatinî rîsaletêkî awa her le heman demî despêkirdinî daye û eme şerî Çêgêwara le awêney mêjû da selmandûyetî. Rîsaletêkî awa le heman gurûpî piçûk ra dest pê deka û her bew gurûpe piçûkeş kotayî dê. Le katêkda rîsaletî rasteqîne û pir bereketî rûnakbîran katêk dest pê deka ke biçne naw xelik û kar biken, dest bidene dest zehmetkêşan û yarmetîyan biken le pênaw berewpêşbirdinî berhemhênanî neteweyî û piroje leşsaxî û kultûrîyekan dewlemend biken u be kirdewe cê be cêyan bken. Rîsaletêkî awa rîsaletî rasteqîney rûnakbîrane. Eger ewe qubûl bikeyn debê demançe piçûkekanman le ser mêz danêyn û karamraz be destewe bigrîn ta ew derfetey ke mêjû bo nwê kirdnewey komel dawye be ême le dest nedeyn.

 

Dengdanî giştî

Bangewazî min bo cewanane le derewey wulat ke demêk lew qisane rabmênin! Dezanim ewe zor dijware, çunke boxom le helkewtî êwe da bûm. Qisekanî Nîkxa û Parsa Nejadim yekser berperç dedawe û tenanet derfetî bîrkirdneweşim lew rûwewe be xom nededa. Belam demêk rabmênin. Boçî rêkxirawekanî xwêndkaranî Iranî wek hêndêk le wulatanî dîke nabê bibne hokarêk bo berewpêşbirdinî komel û berjewendîye neteweyiyekan? Boçî dest neka be dengdanêkî giştî bo karêkî erênî û afrêner? Boçî ew cewananey ke le konfêdrasyon da ko bûnetewe be şêweyekî afrênerane û erênî yarmetî neken be alugorrekanî komel? Boçî ew hêzane le buwarî tuwanayî û pisporayetî xoyan da, her le çuwarçêwey heman rêkxirawî xwêndkarî da, xerîkî pisporayetî û lêkolînewe nebin. Le buwarî awdaştin, elektirîk, le ser dabeş kirdin, pirse kultûrîyekan, xwêndin û barhênan û hezaran grê û meseley ke wulatî ême hewcêy be cêbecêkirdinyane be herewezî mutala neken û gelaley çêker pêşkêş neken, ew pirsyarane bo demêkîş bê cêy lê ramane û emin ewe wekû le xew raperîwêkî ke leber şikan wexo hatûwetewe dehênme gorê. Renge ew pirsyare becêye bête gorê bo çima însan be şewêk awa serubin debê? Yan ew qisane leber rizgar kirdinî giyanî xote? Emin lêre da ne pêm xoşe pasaw bo xom bihênmewe û ne ho dataşim belam şorişêk le min da rûy dawe. Şorişêk be manay wirdî wuşe yanî ser û bin bûn. Şitêk helgirtin û şitêkî dîke le cêy danan (çend wşe nexwêndiranewe) helumercî azad û lebar encam bidrê zor baştire. Belam carî waye ke helumercî derewe, wekû zerbeyek, însan naçar deka bigerêtewe naxî xoy. Le min da doxêkî ewto rûy dawe. Tê ruwanînim le qûlay zemîrî xom, pêdahatnewey bawerî û bîrurakanî jiyanî rabirdûm, ew car be dûr le xo be zil zanîn û demar girjî, le katêkda ke şikan, gopalî waq'îyetî le serim dabû, rûy da û geyiştme ew dawerîye ke basim bo kirdin.

Dirêjey heye...

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.