Wutuwêjî Kuruş Laşayî: Beşî Hewtem

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 4 Adar 2023 - 00:46

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (164)

hsghazi@gmail.com

Pirsyar: Û diyare êwe le Iran be nihênî dejyan! Lew maweyey da ke le Iran bûn, boçûnekantan çi bû?

 

Şadîy qûl

Laşayî: Lêre da kattan nagrim be şadîyekî qûlî ke be bûnim le nîştmanim da hestim pê dekird belkû tê dekoşm nuxte serekîyekanî bîruram wêna bikem. Yekem zerbey ke wêm kewit ewe bû ke dem dî be helumerc û wez'êkî ke heme tenanet natuwanim lêkolînewe û twêjîneweyekî durust u hîsabîş bikem. Le hemû cêyek dîwarêkim le ber dem bû ke rêgay debestim. Deretanî pêwendî min legel xelik teqrîben nebû ewe bo her kesêkî ke awa dejî le gorê daye. Însan le rastîda xoy bew şêweye le xelik cwê kirdûwetewe. Wek zîndanîyek bûm de naw qefesî bilûrîn da ke helbet dewr û berî xom dedî belam nemdetuwanî qisekem be kes bilêm u ne qisey kes bibîsm, eger bituwanin xotan le cêgay min danên têdegen ke ewe zerbeyekî gewreye, min xom be mujdeberî azadî û şoriş dezanî. Wek promteyek ke agir dênê! Belam şitî awa le gorê da nebû. Ne kes agirî minî dewîst u ne paşmawey şitekan le rewezewe bigre ta heloy cerg xor! Belkû şitêkî dîke bû. Êsta ke nawî promtem le Yonanî kewnarawe hêna nêw nêwan îznim biden ew doxe be pêy şubhandinêkî dî rûn kemewe. Wek “ Nantal”im lê hatbû ke renge bînasn. Le efsanekan da le ber xezebî xudakan mehkûm dekrê be tûnyetî hetahetayî, ew nîşan deden ke le nawerast rûbar rawestawe u deyewê aw bixwatewe belam dilopî aw nagate lêwî. Minîş doxêkî awam hebû. Bîrewerîyek ke zor behêz le zeynî min da mawetewe: êwareyekî rojî heynî le Demawendewe degeramewe. Utûbos pir bû  u dû cewan le ser kursî xoyan hêndêk nizîktir danîştin u cêy minîşyan kirdewe. Zor mêhrewan bûn u serî qisanyan dagîrsand, belam min heman mehkûmî be tûnyetî bûm, însanêkî şarawe bûm. Ne demtuwanî be wan bilêm kêm, çi dekem, legelyan bibme dost, şitêk fêr bim ya qiseyek bikem. Ewe nimûneyeke belam pêm waye sebaret be hemû ew kesaney ke wekû min dejîn deguncê. Birwanin le komelêk da ke xelik leber narezayetî amadey serheldan bin, doxêkî awa nîye. Promte hemû cêgayek dedozêtewe, çunke hemwan be duway agir da degerên, belam lêre awa nebû.

 

Cêyekî hîsabekeman hele bû

Ewe sakaraneye ke eme be pay destga emnîyetîyekan yan mesele têknîkîyekan binûsîn, belkû debê pêy lênêyn ke xelik dawxwazêkî awayan nîye. Lêre da gumanî min destî pê kird. Ke wa bê ême le cêyek da heleman dekird. Cêyekî hîsabekeman hele bû, ewe bû ke fikrim bo peyda bû û hêndêk şitim be corêkî dîke bo hate gorê. Meseley werzêran u îslahatî zewî, meseley pêwendîyekî tazey ke lêr u lewê wegyan dekewê û weberçaw dekewê, meseley siyasetî serbexoy neteweyî u wek ewane fikrî be xoyewe xerîk kirdim. Le nameyek da emanem legel hawrêyanim hêna gorê lew nameye legel şitî dî da nûsîbûm ke le Iran her çonêk bê hêndêk alugor rûy dawe ke ême debê bê demargirjî boyan biçîn u her weha le seretawe debê bivekan nehêlîn bo ewey dewruberêkî lebar saz bê bo helsengandinî durust sebaret be barudox, her weha meseley siyasetî serbexoy neteweyîşm hêna gorê. Be daxewe qet nemtuwanî ew nameye binêrim u legel ew sened û belganeye ke destyan be ser da gîrawe. Her çonêk bê, biryarim dabû ke le ser ew meselane be bê serincdan be demargirjî u berhelist pê dabgrim. Ême nemandetuwanî u îcazeman nebû çawman le rastîyekan biqûçênîn. Debû tê koşabayn ke ewe bidozînewe. Helbet gişt ew bîruboçûnane le doxî seretayî u awleme da bûn û emin hîwadar bûm be gengeşey nawxoyî bituwanîn bigeyne akamî durust u nirxandinêkî tazeman hebê.

Pirsyar: Bo gişt layek çawrakêş debê ke bizanin êwe bo dozînewey rêgay xotan çi core hewlêktan da?

 

Damezranidnî Sazmanî Înqîlabî

Laşayî: Emin serdemî seretayî jiyanî siyasîm le pêşekî da hêndêk şî kirdewe. Pêm waye baştir waye basî serdemî duwatir bikem, wate le zemanî damezrandinî Sazmanî Înqîlabî Hîzbî Tûdey Iran ra. Mebestî seretayî ême eme bû ke le heman seretawe bêynewe Iran. Debû çi core karêk bikeyn, neman dezanî? Grûpî Nîkxaş ke lew meseleye da pêşeng bû, çûbû. Eweş bo ewey ke bizanê çi karêk bikrê. Renge eger êmeş lêbirawane bew rêgaye da çûbayn, emro wez' corêkî dî bûba. Belam ême kewtîne hêlî rêkxiraw saz kirdin le henderan ke hoyekîşî rû tê kirdnî takuteray Hîzbî Tûde le ême bû u ême le pir gewre bûyn. Ewe xoy hokarêk bû ke bûwe hoy ewe le derewe bimênînewe. Be pêy têgeyiştine seretayiyekanman u her weha hêndêk boçûnî ke grûpî Nîkxa hênabûye gorê ême têzî "na nawendêtî" man hêna gorê. Bew manaye ke takuteray rêkxirawekeman binêrîn bo Iran, le Iran ewan bo xoyan nawendêtî xoyan bin û bew pêye zincîreyek rêkxirawî peragende saz bê u le peregirtinî duwatir da boxoyan legel yek dekewtin u debûn be hîzib. Belam duwatir dîtman ewe 'eybî serekî heye. Yek ewey her kesî ke deçê, diyare be pêy têgeyiştin u şîkirdnewey xoy karêkî dîke deka, ême le henderan ne lêy agadar debûyn u ne demantuwanî be şêwey dûlayene şwênêkman le serî hebê. Akamekey debête têkewlêkeyiyekî fikrî û rêkxiraweyî u le layekî dîkeşewe hêzî rêkxirawêkî ke heye, xoman le doxî nawendêtî man kirduwetewe û peragendeman kirdûwe. Ew demî lûtkey teblîxatî şerî girîlayî bû u hera û huryay Kûbaş zor berz bibûwewe. Ême kewtîne jêr karîgerî bîrurakanî Çê Gêwara u Rêjê Dêbrê û biryarman da be hêzî xoman nawendêk, mekoyekî serheldaw, le Iran pêk bênîn. Lew bareyewe zorman xwêndewe le nûsînekanî Gêwara u Dêbrê we bigre ta Ciyab, le ezmûnekanî Jeneral Grîwas le Yonan ta ew kitêbaney ke le zankoy Emrîka bo şerî dijî partîzanî nûsrabû. Helbet têgeyiştnekanî ême yekdest nebû birîtî bû le bîruray têkel, belam her çonêk bû ew rêbazeman girte ber û grûpêkî be rêje gewreman nard bo Kûba. Ew grûpe le wênderê gişt ezmûnekanî şerî partîzanî le Emrîkay Latîn mutala kird u lêyan fêr bû. Belam her le seretawe nakokî denaw da bû. Ême le ser zor meselan legel Kûbayiyekan kêşeman lê peyda bû.

Dirêjey heye... 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.