Wilamêk le Helebcewe

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 30 Kanûn 2023 - 00:32

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (204)

Xelkî Helebce duway ziyatir le 50 sal xizmetekanî Dr.Cewad [Siyaweş Parsanejad] yan le bîr nekirdûwe. Min duway xwêndewe û wergêranî ew beşaney kitêbekey Dr. Parsanejad lemer serdemay xebatî le başûrî Kurdistan û xizmetî pijişkî le Helebce le kotayî 1960kanda, lay xom gutim bilêy Dr. Cewad le bîrewerî xelkî Helebce da mabê?

Be yarmetî hawrêyekî xoşewîstî Helebceyî ew pirsyaraney xuwareweman nard bo Helebce û berêzan kak 'Usmanî 'Ebe Rîş Sûr û kak Hemey Hacî Heme Şerîf be kurtî wilamyan daynewe, zor sipasyan dekeyn û lêre da be cêye zanyarîyekanyan têhelkêşî em kitêbe bikeyn wek numûneyekî cuwanî bîrewerî giştî û heq le çaw da bûn.

Zor sipastan dekem eger wilamî em pirsyaraney xuwarewe bidenewe. Le kotayî salanî 1960 kanda ber le îmzay peyannamey 11-î Azar le nêwan hukûmetî nawendî Iraq û bizûtnewey Kurd, desteyek komonîstî Iranî dêne Başûr bo ewey lewêwe biçin têkel be şerî çekdaraney têkoşeranî wek Şerîfzade û Mu'înî bibin le dijî rêjîmî şa. Belam leber kûjranî zorbey fermandeyekanî ew bizûtneweye u guşarî le zêdey Iran, ewan le Bekreco le lay mam Celal degîrsênewe û karêkî berçaw deken bo perwerdey siyasî çi le Bekreco û çi le Silêmanî û her weha xizmetî dermanî. Bo wêne le Helebce dermangeyk dayîr deken. Yek lew kesane Dr. Parsanejad bûwe ke le Kurdistan û le Helebce be Dr. Cewad nasrawe. Beşêk le bîrewerîyekanî xoy terxan kirdûwe bo ew serubendey le Helebce bûwe. Lew pêwendîyeda em sê pirsyaretan araste dekeyn.

1- Kes bîrewerî ew kate û Dr.Cewadî le fikir da mawe?

2- Qadir Kokoyî ke fermandeyekî bewecî Celalî buwe le nawçey Helebce, kengê şehîd bûwe?

3-Hîç zanyarî heye le ser ew Kurdaney ew dîu be nawî tayîfey Namdarî ke ew serubende penaber bûn û le Helebce jîyawin?

Wilam: Silaw, çend pirsyarêkt le 'Usman kirdibû

Wilam: Dr. Cewad Iranî bû. Katêk Mam Celal û cema'etekey mektebî siyasî Mam Celal le Hemedanî Iranewe geranewe bo Kurdistanî Iraq, Mam Celal legel xoyanda hênabûyan, dostî Mam Celal  bû yek dû kesî tirî legel da bû, beramberî malî Hacî 'Ebe Zurûf xanuyekyan bo girtibû tedawî pêşmerge birîndarekanî dekird, xelkî tirîş wek nexoş serdanyan dekird, nexoşî debînî bê beramber. Carêkyan min xom lewê bûm. Ayşêy Şêx Kerîm Baxewanyan hêna bo lay, zor hîlak bû deyqîjand azarî gurçîley hebû, fehsî bo kird, wutî berdî heye. Be yekêkyanî wit, biro le malewe qorîyek çayî xest bikulênin zor, paşan bî palêwin û sardî kenewe be perdax bîxwat ta qoryeke tewaw dekat paşan beyanî ke hesta mîzekey bikate we'deyek, bo sibeynê lay Dr. Cewad bû be dengubas ke Ayşê be çayî berdêkî gewrey gurçîley firêdawe û rizgarî bûwe lew azare qurse.

Wilamî duhem: Şehîd Qadir Kokoyî le şerî nawxo berwarî, 1995/1/1 le dewrî  Seyd Sadiq şehîd kra.

Wilamî sêhem: Xêzanî namdarekan 1- Qadir namdar nemawe 2- Heme Sale Namdar

nemawe 3- Rezay Namdar nemawe 4- Paşay Namdar nemawe 5- Tayerî Namdar le jiyanda mawe 6- Necim Namdar le jiyanda mawe.
dirêjey heye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.