Wext nema!

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 13 Nîsan 2023 - 01:02

Ji hilbijartina 14'ê Gulanê re mehek ma, ango wextekî pir hindik maye. Li aliyekî lîsteya namzetan eşkere bû, li aliyê din xebatên hilbijartinê hene. Partiya ku di vê hilbijartinê de jî herî zêde balê dikşîne ser xwe Partiya Çep a Kesk e. Ji ber ku lîsteya namzetan ji ciwanan pêk tê. Cara pêşiye ku ewqasî ciwan di lîsteya partiyekê de cih digrin. Li Enqerê danasîna namzetan çêbû. Destpêkê namzetên jin derketin ser dikê. Tişta ku bala min kişand jî herî zêde namzetên jin ên ciwan bûn. Temenê wan ji 18 salî dest pê dike û heta 20 û 25'an diçe. Ev yek jî mejiyekî nû û rihekî nû destnîşan dike. Piraniya wan jî kesên xwende ne. Ji parêzeran heta endezyaran, ji aktîvîstan heta bijîşkan cihê xwe di lîsteyê de girtine.

Wekî din ji rewşenbîrên Tirkiyê heta rojnamevan, akademîsyen û nivîskaran jî cihê xwe di lîsteyê de girtine. Ev yek jî bayê guherînê destnîşan dike. Ev pêvajo dişibe wekî ya hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an. Wê demê jî HDP tevahiya reng û nasnameyên Tirkiyê dabû pey xwe û çûbû hilbijartinê. Niha jî heman atmosfer heye. Partiya Çep a Kesk tevahiya deng û rengên Tirkiyê li dora xwe kom kirine. Ji Kurdan heta Ermenan, ji Suryaniyan heta Êzidî û Çerkezan berê wan li meclisê ye. Tenê ev partî dikare wan nasnameyan bighîne meclisê. Lewma jî pêdiviya civakê bi partiya çep a kesk heye. Êdî ji partiyekê zêdetir veguheriye nasnameya civakê. Her kes xwe di wê partiyê de dibîne û temsîla xwe destnîşan dike.

Li aliyê din li qadan jî buroyên hilbijartinê têne vekirin û coşa gel a hilbijartinê heye. Ev coşa gel jî têkçûna desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê nîşan dide. Eniya faşîzmê jî bi çete û mafyayan tijî bûye. Çiqas çete, mafya, kujer, tecawuzkar û kontra hebin li dora AKP-MHP'ê kom bûne. Lîsteya wan a namzetan jî vê yekê nîşan dide. Li aliyekî HUDA-PAR ango hizbul-kontra dane kêleka xwe. Wekî din kujerên Kurdan, dijminê jinan û çiqas kesên xerab hebin cihê wan bûye eniya faşîst a AKP-MHP'ê. Lewma êdî divê dawî li vê eniya faşîst were anîn. Ev ne tenê karê tifaqa ked û azadiyê ye. Ev karê civakê ye jî. Çi kesên ji vê pergala faşîst nerazî bin, divê di 14'ê Gulanê de li ser sindoqan bin.

Wê di 14'ê Gulanê de faşîzma AKP-MHP'ê li erdê bikeve. Yê ku vê yekê bikin jî wê jin bin. Çawa ku jinan dawî li dagirkeriya DAIŞ'ê anîn, wê li Tirkiyê jî dawî li faşîzma Erdogan bînin. Niha jî amadekariya wê dikin. Dîmenên ji qadan tên û coşa gel jî vê yekê nîşan dide. Ji bo vê yekê jî wextekî hindik maye. Êdî divê her kes ji bo têkbirina faşîzmê xwe bijdîne. Êdî ne wextê nîqaşkirina namzetan û polîtîkaya hilbijartinê ye. Niha jî tişta lezgîn ewe ku divê pêşî ev desthilatdariya faşîst biçe. Eger her kes bi vî rengî tevbigere wê faşîzm têk biçe. Lê eger lîsteya namzetan têxin nîqaşê û stratejiya HDP'ê were nîqaşkirin wê demê wê encam bi dest nekeve.

Tişta ku faşîst û nijadperest jî dixwazin ev yek e. Lê niha tişta ku divê were kirin têkbirina faşîzmê ye. Derdorên xerab hene û bi zanebûn vê yekê didin nîqaşkirin. Lê bi vê yekê re jî rê li ber faşîzmê vedikin. Eger di 14'ê Gulanê de ji sindoqan faşîzm derkeve, wê demê wê heta heta bi faşîzmê re bimînin. Ji bo vê yekê jî dem dema têkbirina faşîzmê ye. Dibe ku namzet ne li gorî dilê hinekan bin, lê niha mesele ne namzet in. Ji ber ku Erdogan jî vê dizane û şerê vê dimeşîne. Ji bo Erdogan niha dema man û nemanê ye. Divê em jî bi vî rengî tevbigerin. Ji bo namzetekî an jî du namzetan em nikarin paşeroja civakê têxin talûkeyê. Li pêşiya me rojên xweş û azad xuya dikin. Eger em dûr û dirêj bifikirin û li pêşiya xwe binêrin wê demê em ê serbikevin. Bi hêviya ku em mehek din pêvajoya piştî çûyîna Erdogan biaxivin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.