Wê Erdogan çi bike  ?

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 6 Nîsan 2023 - 00:17

Ji bo çûyîna Erdogan her kesî zendê xwe ba daye. Ji heft heta heftê salî êdî her kes hemfikir e ku divê ev desthilatdarî biçe. Ji bo vê yekê jî gelek tifaq çêbûn. Wekî din gelek partî ava bûn û xwe ji hilbijartinê re amade dikin. Namzetên serokomariyê hene û bi vî rengî atmosfereke hilbijartinê dest pê kiriye. Niha derdê her kesî ew e ku divê pêşî ev desthilatdarî biçe. Desthilatdariya Erdogan ku 21 sal in zilmê li xelkê dike divê biçe. Kesên berê ji desthilatdariyê razî bûn jî fikrê xwe guhertine. Êdî kes nema dikare bi vê desthilatdariyê re bimeşe.

Lê tişta herî girîng jî wê ev desthilatdarî bi ku ve biçe ? Ji ber ku em qala 21 salan dikin. Di nava vê pêvajoya demdirêj de Erdogan her tişt xistiye bin kontrola xwe. Êdî li Tirkiyê artêş nemaye. Artêşa Tirk ku her demê di ser serê desthilatdariyê re bû, vê carê ne wiha ye. Ji artêşê bigrin heta polîsan, ji darazê heta saziyên fermî her tişt di bin kontrola Erdogan de ye. Yên li wan deveran wezîfedar û kar dikin jî peyayên wî ne. Wan kesan bi Erdogan re heman sûc kirine. Ji ber ku tenê peyayên Erdogan karîbûn li wan saziyan kar bikin. Lê eger Erdogan bikeve wê çi bi serê wan were ? Niha pirsa tê meraqkirin jî ev e. Ji bo vê yekê jî Erdogan hin amadekariyan dike.

Eger Erdogan ji desthilatdariyê bikeve wê encameke çawa bi xwe re bîne ? Eger nekeve wê rewşeke çawa derkeve holê ? Divê niha hesabê wê yekê jî were kirin. Erê rast e em di pêvajoya hilbijartinê de ne û her kesî berê xwe daye xebatên hilbijartinê. Her kes ji bo hilbijartinê seferber bûye. Li aliyekî namzet têne destnîşankirin, li aliyekî buroyên hilbijartinê tên vekirin. Lê divê li ser çûyîna Erdogan jî hesab werin kirin. An jî eger neçe wê çi bibe ?

Piraniya xelkê êdî bawer dikin ku wê Erdogan bikeve. Êdî ti şensê wî nemaye ku li ser desthilatdariyê bimîne. Zilma wî li ser her kesî çêbû. Ne tenê Kurdan, tevahiya civakê derba xwe jê xwariye. Di pêvajoya desthilatdariya Erdogan de tiştek nema ku bi serê civakê nekirin. Çi felaketek hebe ji aliyê vê desthilatdariyê pêk hatiye. Eger em li sed salên derbasbûyî binêrin wê rewşa hikumetên Tirkiyê bê dîtin. Lê ti hikûmetan wekî ya AKP'ê zilm li xelkê nekiriye. Em nabêjin yên din baş bûn. Bêguman yên din jî xerab bûn. Çi hikûmeta ku hat ji ya din xerabtir kiriye. Hikûmeta AKP'ê jî bi vî rengî tevgeriya. Dibe ku ya sibê were jî bi heman rengî be. Lê ti hikûmet wekî AKP'ê ew çend demdirêj li ser desthilatdariyê nemaye. Em qala 21 salan dikin. 21 sal in civak êşa vê zilmê dikşîne. Di desthilatdariya 21 salan de nifşek çêbû. Ev nifş jî bi zilma Erdogan mezin bû.

Êdî divê ev desthilatdarî bikeve. Dibe ku bi hilbijartinê jî neçe. Erdogan ji bo ku nekeve wê her tiştî bike. Ji niha de gelek dek û dolab amade kirine. Wê gelek xerabiyan bike û ji bo ku neçe. Eger biçe jî wê gelek xerabiyan bike. Wê destûr nede ku xelk aramî bijî. Di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de me ev yek dît. Çawa ku dît nabe desthilatdar, wê demê dest bi komkujiyan kir. Piştî bi 4 mehan hilbijartin dubare kir û careke din xwe kir desthilatdar. Tenê ji bo ku nebibû desthilatdar ewqas xerabî kirin. Îca bifikirin vê carê ji desthilatdariyê bikeve wê çi bike ? Divê civak karibe xwe li dijî êrişên wî biparêze. Vê carê ji MHP'ê bigrin heta çete û mafyayan her kes daye derdora xwe. Civaka Tirkiyê û xelkê Kurdistanê di vê pêvajoyê de bedelên giran dan. Dibe ku hinek din jî bedelan bidin. Lê êdî divê ji vê desthilatdariyê xelas bibin. Êdî heqê xelkê heye ku bi aramî bijîn. Girtiyên ku bi awayekî neheq li zindanan tên ragirtin hene û divê werin berdan. Kujerên jin û zarokan divê werin girtin. Tacîzkar û tecawizkar divê werin cezakirin. Ya herî girîng jî divê rayedarên vê desthilatdariyê werin darizandin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.