Tevna Xewnan navê pirtûka dawî ya Medenî Ferho ye. Mamoste Medenî di vê pirtûkê de romana berxwedanê ya gerîlayên Kurdistanê nivîsandiye. Ew gerîlayên ku li Mamreşo li dijî dagirkeran li ber xwe didin. Li dijî her cûre çekên giran û çekên kîmyewî serî netewandin. Mamoste Medenî jî xwest balê bibe ser vê berxwedanê û nivîsand. Li gorî wî, her bûyera li Mamreşo, Zendûra û Werxelê divê were gotin û nivîsandin. Ev yek jî wekî berpirsiyariyeke xwe dît û romana wê nivîsand. Ew gerîla bûn li Avaşîn, Zap û Metîna ji 23'ê Nîsana 2021'ê ve li ber xwe didin.
Tevnan Xewnan bi wêjeyî hatiye nivîsandin. Li aliyekî ew gerîlayên ku pîroz û azad in û li dijî teknîka şer a sedsala 21'ê li ber xwe didin, li aliyê din jî li ser wê axa Mezopotamya ya bi bereket, ji bo parastina wê canê xwe feda dikin. Mamoste Medenî jî doh û îro dighîne hev û bi zimanekî edebî di vê romanê de dibêje. Di çeper û tunelên şer de wan gerîlayan çawa li ber xwe daye û çi ji hev re gotine, hunê bibînin. Çawa ku li Girê Sor ê Avaşînê 10 gerîlayan 80 rojan li ber xwe da. Ew berxwedan divê were gotin û nivîsandin.
Her bûyer û serpêhatiyeke gerîla divê were nivîsandin û gotin. Lê li beramberî ewqas bûyeran kêm tişt tên nivîsandin û gotin. Ji Şêx Seîd û Seyîd Riza heta niha bi hezaran bûyerên berxwedanê çêbûn. Her serhildêr û berxwedêrekî Kurd xwedî çîrokekê ye. Bê çawa tên girtin û şehîd dibin. Berxwedana wan li zindan, deşt û çiyan dibe roman û pirtûk. Ew kêliyên azad ên li çiyayên Kurdistanê, dibin destan. Û divê ew destan jî werin nivîsandin. Ji bo ku bighêjin nifşên din. Çawa ku Anne Frank di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de pirtûka faşîzma Naziyan nivîsandiye û nifşên niha hovîtiya wê demê dixwînin, divê berxwedana gerîlayan û hovîtiya dewleta Tirk jî were nivîsandin. Nifşên piştî 50 salî wê ji pirtûk û belgeyan, wan rastiyan bibînin.
Dewleta Tirk a dagirker di 23'ê Nîsanê de berê xwe da Zap, Avaşîn û Metînayê. Ji bo ku axa welatê me dagir bike û ew gerîlayên wê axê diparêzin tine bike, her cûre sîlehên qedexekirî bi kar anîn. Li aliyekî PDK da kêleka xwe, li aliyekî jî çekên NATO'yê. Lê dîsa jî ti encam negirt. Her gerîla bûbû artêşek. Lewma jî Mûrat Karayilan di hevpeyvînekê de digot: Dewleta Tirk du artêşan jî bîne nikare bi me.
Ev gotinên wî ji ber baweriya wî ya bi gerîlayan bû. Gerîla tî dimîne, birçî dimîne û dîsa jî nabêje, ax û of. Ew zarokên pîroz ên Kurdistanê ne. Li ser axa pîroz a Kurdistanê cenga azadiyê dimeşînin. Di şert û mercên herî giran de dimînin, lê dev ji azadiyê bernadin. Ew ji bo rûmeta xwe şer dikin. Di heman demê de ji bo rûmeta mirovahiyê. Çawa ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de wan gerîlayan rûmeta mirovahiyê parast, îro jî heman tiştî dikin. Heger ne ji wan bûya, îro bi navê Kurd û Kurdistanê tiştek nedima.
Tevna Xewnan kêliyên dîrokî yên Mamreşo tîne ziman. Bê ka çawa li Mamreşo dîroka berxwedanê hatiye nivîsandin. Ew gerîla û fermandarên efsanewî, divê neyên jibîrkirin. Ji Mamreşo heta Werxelê û Zendûra, ew berxwedan divê were gotin. Ew berxwedan divê bibe çîrok û stran. Her kes nikare di tevna xewnan de cih bigire, lê her kes dikare qala wê xewnê bike. Ew xewnên ku dîroka berxwedanê dibêjin. Mamoste Medenî bi edebiyata xwe qala wê destanê dike. Ew gerîlayên ku bi şev û roj destanan dinivîsin. Rojekê dîrok wê bibêje, li van çiyayan berxwedêrên Mamreşo, Werxelê, Zendûra û Girê Sor hebûn. Wan berxwedêran bi mehan li dijî çekên giran û balafiran li ber xwe da. Tenê îradeya wan hebû. Bi vê îradeyê jî navê xwe li dîrokê neqişandin. Heger berxwedanek hebe, divê ew were nivîsandin û gotin. Mamoste Medenî jî ev yek kir û mala wî ava. Her nivîskar û rewşenbîrek jî divê karibe vê bike. Heger em jî dixwazin bibin parçeyek ji wê berxwedanê, divê em wan lehengan binivîsin. Tevna Xewnên her kesî heye û divê were nivîsandin.