Teqîna mezin li pêşiya me ye

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 17 Mijdar 2022 - 10:02

Teqîna ku li Stenbolê pêk hat hê jî di rojevê de ye. Ji ber ku nakokiyên vê teqînê zêde ne, wê demekê di rojevê de bimîne. Gelek pirs hene li benda bersivê ne. Her çiqas ku dewlet û rayedarên wê ji vê teqînê Kurdan berpirsiyar bigirin jî, wê nikaribin bigihîjin armanca xwe. Ji ber ku gelek dane hene ku nîşan didin, teqîn ji aliyê Kurdan ve nehatiye kirin. Ji pêkhatina teqînê heta girtina jina li Stenbolê, gelek nakokî hene. Li ser vê mijarê gelek analîz û şirove hatin kirin. Ajansên li cîhanê jî bawer nakin ku PKK'ê ev kiribe. Lewma PKK çi çalakiya pêk aniye, xwedî lê derketiye. Û jixwe PKK'ê ti carî li dijî sivîlan çalakî nekiriye. Gelo çima wê PKK xwe reş bike?

Ev teqîn herî zêde bi kêra desthilatdariya faşîst a dewleta Tirk tê. Dema bûyerek çêdibe, divê em li encamê binihêrin. Di encamê de dewlet vê teqînê ji xwe re bi kar tîne. Hê ji deqeya pêşî û heta vê kêliyê, senaryoyên ecêb hatin amadekirin. Rayedarên dewletê ji bo karibin êrişî Kurdan bikin teqînê ji xwe re dikin hincet. Li aliyê din hilbijartin nêzîk dibe û bi vê aloziyê re çûyîna hilbijartinê wê bi kêra AKP û MHP'ê were. Desthilatdariya faşîst dizane ku êdî kes ji wan bawer nake. Dengê wan ê hilbijartinê roj bi roj kêm dibe. Ji bo vê yekê jî hin hemleyan dike. Heger were bîra we, hemleya pêşî jî li dijî HDP'ê kir. Heyetek ji AKP'ê bi HDP'ê re rûnişt. Kes ne li bendê bû ku ev hevdîtin pêk were. Lê piştî vê hevdîtinê jî teqîna li Stenbolê pêk hat. Hin kes dibêjin, MHP'ê ev teqîn kiriye û bi vê teqînê re peyamek daye AKP'ê. Lewma naxwaze AKP bi HDP'ê re tevbigere. Wekî din tê xwestin ku HDP'ê reş bikin û bi vê bûyerê re têxin rojevê.

Teqîna li Stenbolê dibe ku destpêka pêvajoyeke reş û tarî be. Bi teqînê re hin hincet ji dewletê re çêbûn. Kesî bawer nekir, lê di encamê de hincetek ji wan re peyda bûye. Bi vê teqînê re wê serî li gelek rê û rêbazên xerab bidin. Dibe ku teqînên hê mezintir li pêşiya me bin. Bi vê teqînê re dibe ku êrişî Rojava bikin. Vê desthilatdariyê dît ku nema dikare ji Zapê derkeve, bi hincetekê xwest ku ji Zapê berê xwe bide Rojava. Dema ku ji Zapê derkeve wekî ku xwe daye paş xuya nake. Wekî din wê bi vî rengî karibe êrişî Rojava bike. Her kesî dît ku li Zapê ti encam bi dest nexistiye. Lê bi teqîna Stenbolê re wê xwe ji Zapê vekişîne û berê xwe bide Rojava. Li ser çapemeniya cîhanê jî hin agahiyên bi vî rengî hatin belavkirin.

Di encamê de ji vê desthilatdariyê re şer û alozî lazim e. Êdî her kesî ev yek dîtiye. Civaka Tirkiyê êdî dizane ku ev desthilatdarî têk diçe û bi derewan li ser piyan disekine. Dewleta ku çete û mafya li dora xwe kom kirine, êdî hildiweşe. Berxwedana li Zapê encameke bi vî rengî bi xwe re anî. Desthilatdariya faşîst neçar ma ku teqîneke bi vî rengî li Stenbolê pêk bîne. Bi teqînan re wê biçe hilbijartinê. Li aliyekî wê rewşa awarte giran bike. Dibe ku girtin û binçavkirin zêde bibin. Li dijî HDP'ê êriş giran bibin. Wê demê, li pêşiya wê ti astengî namîne. Heger HDP di hilbijartinê de li derve bimîne wê maseya ji 6 kesan, nikaribe Erdogan têk bibe. Esasê vê teqînê reşkirina HDP'ê û tevgera Kurd e.

Teqîna li Stenbolê wê encamên giran bi xwe re bîne. Lewma jî divê her kes hişyar be. Erê rast e, teqîn di destê dewletê de teqiya, lê dewlet dizane ku wê çi lîstikan bike. Dewleta Tirk bi vê teqînê re xelkê mijûl dike, rojevê diguherîne. Lê hedefa wê ya esasî Kurd in. Heger li Zapê karîbûya berxwedana Kurdan têk bibira, îro wê rewş cuda bûya. Lê nekarî vê berxwedanê bişikîne. Ewqas çekên kîmyewî û gazên jehrê jî bi kar anîn, lê nekarîn encamê bi dest bixin. Di rojên li pêşiya me de teqînên mezin wê pêk werin. Hilbijartin nêzîk dibe û rojên giran li pêşiya me ne. Rojên dîrokî ne û qedera Tirkiyê bi vê hilbijartinê ve girêdayî ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.