Şopdarên Heqîqetê

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 4 Adar 2021 - 01:53

  •  Ew çi dikin bila bikin, Çapemeniya Azad kaniyek e ku naçike. Em li ser şopa heqîqetê ne. Ew pênûsa ku Apê Mûsa ji me re hiştiye em pê rastiyan dinivîsin.

Çapemeniya Kurd ku pêşengiyê ji çapemeniya Azad re dike her tim bûye hedefa dagirkeran. Ji ber ku rastiyan dinivîse, gelek berdêl dan. Bi taybetî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi dehan hevalên me yên rojnamevan, nûçegihan û xebatkarên çapemeniyê bûn hedefa van êrişan. Di salên 1990'î de bi dehan xebatkarên çapemeniya azad hatin qetilkirin. Avahiyên rojnameyan hatin bombekirin û rojnamevan hatin revandin. Êşkence û binçavkirina rojnamevanan jî aliyekî vê êrişkariyê bû.

Çapemeniya Kurd kar û xebatên xwe zêdetir li derveyî Kurdistanê meşandin. Ev yek jî ji ber wan sedeman e ku min behsa wan kir. Çawa ku rojnameya pêşî ya Kurdan li derveyî Kurdistanê hat çapkirin, kanala neteweyî ya televizyonê ya pêşî ya Kurdan jî li derveyî welat dest bi weşana xwe kir. Rojnameya pêşî ya Kurdistan û televizyona pêşî Med TV mînakên vê yekê ne. Çapemeniya Kurd li derveyî welat xebat meşandin, lê çavkaniya wê Kurdistan bû. Vê yekê dagirker aciz kirin. Li derveyî welat jî destê xwe avêtin çapemeniya Kurd. Televizyonên pêşî yên Kurdan Med TV û Medya TV dan girtin. Ewrûpaya ku qala demokrasî û azadiya ramanê dike, li gorî Dewleta Tirk pîvanên xwe binpê kirin. Mînakeke din ku îro salvegera wê ye, ew jî serdegirtina Roj TV ye. Beriya bi 11 salan wekî îro ango 4'ê Adara 2010'an polîsên NATO'yê li Belçîkayê bi ser avahiya Roj TV´yê de girtin. Ji bo ku weşangeriya Kurd bidin sekinandin, her tişt kirin. Dest danîn ser alavên ragihandinê û xebatkarên wê kirin binçavan. Lê weşan nesekinî. Ango nikarîbûn bisekinînin. Di şert û mercên herî zor de weşan hat kirin.

Êrişên li ser çapemeniya Kurd, ango çapemeniya Azad îro jî dewam dikin. Herî dawî hevalên me yên Rojnamevan Kakşar Oremar û Medenî Ferho bûn hedefa van êrişan. Dewleta Tirk ev êriş jî li ser çapemeniya xwe ya qirêj meşandin. Kakşar Oremar demeke dirêj e di çapemeniya Kurd de navê wî heye. Di televizyonên Kurdî de bi bernameyên Navdarên Kurd tê naskirin. Li ser Ayşe Şan, Aram Tîgran û Komara Kurdistanê pirtûkên wî hene. Her wiha nivîsên wî li ser dîroka Kurdistanê hene. Hê jî van xebatên xwe didomîne.

Mamoste Medenî Ferho jî zêdetirî 30 pirtûkan nivîsandine û ewqas sal jî di çapemeniya Kurd de rojnamevaniyê dike. Dewleta Tirk ji bo reşkirina Mamoste Medenî ew kir hedef. Li ser çapemeniya şerê taybet nûçe der barê Mamoste Medenî û Kakşar Oremar de belav kirin. Bêguman heger destê wan gihabûya wekî salên 1990'î wê herdu hevalên me kuştibana. Lê ji ber ku nikarin bikin wan dikin hedef. Eger îro li Tirkiyê bûna wê girtî bûna. Mamoste Medenî Ferho û Kakşar Oremar rewşenbîrên Kurd in. Di çapemeniya Kurd de nasnasmeyên wan ên rojnamevanî û nivîskariyê hene. Dewleta Tirk çawa ku rewşenbîrê Kurdan Apê Mûsa qetil kir, niha jî dixwaze heman tiştî bike.

Îro li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hê jî çapemeniya Kurd di hedefê de ye. Bi dehan hevalên me di girtîgehan de ne. Bi dehan rojnamevan ji ber cezayên li wan hatin birîn ji Tirkiyê reviyan. Li Rojava û Başûrê Kurdistanê hevalên me yên rojnamevan di êrişên DAIŞ'ê de şehîd bûn. Lê tevî ewqas zilm û zordariyê jî çapemeniya azad nehat bêdengkirin. Çapemeniya Azad îro kevneşopiyek ava kiriye. Ji Mûsa Anter, Huseyîn Denîz heta Mazlûm Erencî îradeyek ji pola heye.

Îro di heman demê de doza dadgehkirina hevalên me yên rojnamevan li dadgeha Tirk a Stenbolê heye. 46 rojnamevan wê ji vê doza bi navê KCK'ê bên darizandin. Ev doz jî 10 sal in dewam dike. Ji bilî wê îro 20 hevalên din ên rojnamevan wê ji dozên cûda bên dadgehkirin. Dewleta Tirk welat veguherandiye girtîgeha rojnamevanan. Îro li Tirkiyê rojnamevan yan girtî ne, yan tên dadgehkirin yan jî li derveyî welêt in. Ew çi dikin bila bikin, Çapemeniya Azad kaniyek e ku naçike. Em li ser şopa heqîqetê ne. Ew pênûsa ku Apê Mûsa ji me re hiştiye em pê rastiyan dinivîsin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.