Şikeftên Lav /Qeşayê û Keleha Qerehesenan

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 22 Cotmeh 2020 - 23:00

Navê gundê Qerehesenan ji zû ve, beriya komara Tirk jî Qerehesenan bû. Ev gund bi qasê 18 km li başûrrojhilatê Milazgirê ye. Ev ne tenê navê gund e, navê wê herêmê ye jî. Dibe ku ev nav ji navê eşîra Hesenan jî hatibe, lewre li vê deverê ezbeteke eşîra Hesenan heye. Ev gundê kevn niha weke nehiyeyeke Milazgirê ye. Di navbera Gundê Qerehesenan û çiyayê Sîpanê de tenê 15 km hene. Yanî mirov dikane bi hêsanî bibêje ku gundê Qerehesenan li ber pêşa Çiyayê Sîpanê ye.
Peyva lav, lava peyveke Îtalî-Fransiye, Fransî "lave" di Îtalyanî de weke Lavare tê bikaranîn. Yanê maxmaya ji çiyan diherike. Ev peyv hima bigire di tevahiya zimanên cihanê de wisa bê guhertin tê bikaranîn. Min jî bê guhertin ew wergirt.

Keleha Qerehesenan
Wê mijara me ya îro bi giranî li ser şikeftên "lava û qeşayê" be, lewra ev pêkhatina xwezayî berzîşeke cihanî ye. Bes ez ê di çarçoveya vê rêzenivîsê de berê çend agahiyên li ser Keleha Qerehesenê bidim. Ev keleh di paftayê de bi hêjmara J49A02 hatiye qeydkirin. Li ser vê kelehê agahiyên zêde tinin, lewra lêkolînên bingehîn lê pêknehatine. Tenê kurtedanasîn û koordînatên wê di dest min de hene. Ev keleh di nava koordînatên "30° 00`25 bakur, 42° 36`46 Rojhilat" de ye. Berziya girê ku keleh li ser e, ji rûyê deryayê 1936 mêtre bilind e. Keleh li ser dirêjahiya ji bakur ber bi başûr ve dirêj dibe û bi berahiya 180 metre x 60 metre dikeve nava kelehên navçe. Keleh li ser gireke zinarîn hatiye avakirin û bingehên wê di zinar de baş dane rûniştin. Li aliyên Başûr û bakur rêzek û du rêz zinarên sûrê yên li ser hîm hê jî li pê ne. Li ser gir li kêleka kelehê û di binê gir de xanî hatine avakirin. Xuya ye ku wan kevirên kelehê di xanî de bikaranîne. Ji ferfûr, cêr û bicîhkirina hîm û kevirên diwarê sûrê yên hê beşek jê li pê ye, tê fêmkirin ku ev keleh di Serdema Hesin de hatiye lêkirin, Ango keleheke Xaldiyan ya dema Menuwa ye.

Şikeften Lava û Qeşayê
Lêkolînên zanistî raberî me dike ku çiyayê Sîpanê 8050 berê Mîladê volkanekî çalak bûye. Ev tunêl û şikefta lavayên çiyayê Sipanê ta ji wê demê ve mane. Yanê berzîşeke dîrokî ye, li mala me ye, lê em vê xweşiya xwezayê nas nakin, ziyaret nakin. Eger ev tunêla lava, di nava Ereb, Faris yan jî Tirkan de ba, wanê weteyeke baweriyê û mîstîk lê barkirana û Kurd jî ji bo tewaf û ziyaretkirinê bikişanda wir. Ev tunêl yan jî boriyên lavayê bi giranî di volkanên nûjen de hene, ev jî taybetiyeke din ya vê berzîşekê ye. Ji bo pêkhatina tunêl û jûrên lavayê divê herî kêm meyleke ji sedî bîst hebe û lava germ jî herî kêm li ser 1200 °C yî re be. Wê çaxê pêk tê. Cihan ji bo ku bikane van tunêlên xwezayê bibîne, diçin "Hawai, Îzlanda, Cueva del Viento û Teneriffayê. Yê me ev 10 000 sal in ku li ber derê me ye, hem jî şikefta lava û qeşayê li ber hev in, lê mixabin ku em mala xwe, welatê xwe nas nakin. Welatê me bihuşta serê erdê ye, ne em welatê xwe nas dikin, ne jî hewl didin ku wê bihuşte bi cihanê bidin nasandin.
Derê tunêla lava û qeşayê di forma boriya pêxirîgekê de ye, divê mirov tê re bi bûlkanî biçe. Piştî 50 m bilindahî derdikeve 2 metreyan, li pey wê jî jûra pêşiyê Saloneke mezin ya cih bi cih 7 metre binlind derdikeve pêşiya mirovan. Ji aliyê rastê û çepê ve du tunêlên din dikevin vê salonê, ew tunêl bi qasê 2 metreyan bilind in. Bi dirêjahiyeke 20 metreyan e. Piştî salonê mirov bi meyleke ji %10ʼan 30 metre dadikeve jêr û dikeve saloneke din. Di vê salonê de zemzîlkên qeşayê, pîj û girên qeşayê derdikevin hene. Ev şikefta qeşayê bi qasê 100 metreyan direj e.
Bele ev xweşiya, ev mînaka bihuşt û dojehê, ev berzîşeke diyariya xwezayê 10 000 sal in ku li benda xwediyê xwe ye. Xwediyê wê li Xirabreşkê, li Newala Çorî, li nav Şikeftên Silîvan, li Waşûkanî, li Hekariyan, Xerzan, Dêrsim, Serhed, Urmiye, Hewlêr, Hewreman dijîn, lê mixabin ku jê bêhay in. Lema carna bi êvaran dengê nalîn û axînê weke kalîna berx û karikan ji wê rojinga qesra lava û qeşaye tê. Bi hêviya ti kes ji hebûna vê xweşiya xwezaya me bêpar nemîne û em di nava agahiyên keleheke din de bi hev re bin, bimînin di nava xweşiyê de.

 

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.