Li ser Îdir/Egîda

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 11 Mijdar 2022 - 03:51

Ez ê demekê li ser keleh û cihgehên dîrokî yên devera Îdirê (Ixdirê) rawestim. Berê ku em dakevin nava cihên dîrokî divê em hinekî mijara nav û cihgeha Ixdirê vekin, lewra dagirkerên Tirk herî zêde li ser vê herêmê lîstine, beşeke gelê li herêma Ixdirê ji xwe re Azerî dibêjin. Her çendî peyva Azerî, navê eşîreke Kurdan jî be, îro wek Tirk bi nav girtiye. Xwerû jî li ser dîroka heremê gelek hatiye lîstin, lihevanînên ji rastiyan dûr derxistine pêş, gelek caran pişta xwe dane zinarên nivîsandî û ji tengalê avêtine, ji wê, pêdivî bi zelaliyekê heye. 

Tirkan Ixdir kirine navê kurekî Oguz Begê ku li rûyê erdê hîç xuya nekiriye û ji peyva “Buxduz” hatiye wergirtin. Bes ew mijara doh e, ji hemû rastiyan dûr e, ji wê jî ti dîrokzan û ti paleoantropolog vê rika wan cidî nagire. Di nava belgeyên Ermeniyan de jî wekî Salokirt /Skolokirt hatiye nivîsandin. Ew dinivîsînin ku kurê Amasya Tsolak ji Amasyayê hatiye vir, ev bajar ava kiriye. Hêjayê gotinê ye ku mirov bibêje; di hin daneyan de tê ragihandin ku Ermenîyên li bakurê navenda Anatolyayê di serdema Urartu/Xaldiyan de berê xwe dane rêvebiriya Xaldiyan, wan jî rê dane wan ku li hin cihan bi cih bibin. Teoriya diduyan jî dibêje, ji nava Hemşîniyan hatine (Hemşînî ermenîkiya orjîn diaxivin. Yên Ermenîstanê gelek di bin bandora Kurdî de mane. Mînak anegorî zimanzanê wan Xiraçya Açaryan peyva “kirt /kert” ji “kirin û kerdena” kurdî tê.) Her wiha di belgeyên Ermenîkî de navê bajêr bi awayê “Artyank” tê hildan. 

Niha jî em werin rastiya navê herêmê û belgeyên nivîskî yên Xaldî / Urartuyan:  Anegorî arkeolog û dîrokzanê Spanî, Clawijo navê vir yê kevn “Egîda” ye û tê wateya sîper û parastinê. Anegorî arkeologê Elman F. Lehman Haupt di keleha li berpalê çiyayê Agirî de keval û zinarekî nivîsandî hatiye dîtin. Di wir de navê herêmê heye pir dû re ew kevirê nivîsandî hatiye xwendin. Kurê Işpûnî Menuwa di wê kevalê de dinivîse:

Xweda Xaldî bi rima xwe derket qada şer, di vî şerî de ew li dij welatê Erekuahî û bajarê Luhuinî bi ser ket, serkeriya wan neçar ma bi serî çemandinî teslîmê kurê Îşpûnî Menuwa bûn. Xweda Xaldî bi hêz e, rex û rima wî bê tewan e. Ev welatê ta wê rojê teslîmê ti kesî nebûbû, bi hêza Xweda Xaldî teslîmê Menuwa bû. Li dij bajarê Luhuinî bi ser ketim û min bi pejirandina bacdayînê, ew serbest berdan. Herçî ku li dij vê rastiyê derkeve, Navê Menuwa ji bîr bike, zirarekê bide vî zinarê nivîsandî, Xweda Xaldî, Teişeba (Teşub), Xweda Şîvînî û xwedawendên din wan bisojin, roja wan vemirînin. (Bi nihêre li König, 1955-1957: nr. 21 û li Payne, 2006: Nr. 5.1.3)

Anegorî pirraniya arkeologan ev bajarê ew kavîlên Luhuinî li başûrê bajarê Ixdirê, li nêzê keleha Arhac /Argancê ye. Bi vê zinara nivîsandî jî li herêma ser şaxê çiyayê Agirî ya herî zêde ketiye nava deşta Îdirê û Tirk jê re Başbulak dibêjin, hatiye dîtin. Di wî kevirê nivîsandî de cihê bajarê Luhuini weke Girê Şikeftan û hawîrdora wê tê destnîşankirin. (binihêre li König, 1955-1957: Nr. 45 û li Payne, 2006: Nr. 5.3.13)

Bajarê Îdirê yê berê li berpalê zozanê Korxanê bi awayê bajarê nava kelehê yanê Çarşîkelha bû. Di Serdema dagirkeriya Rûsyaya Çar û navbera salên 1828-1918´an de bajêrê nû li gundê Surmelû bi navê “Igdir Novo” hate avakirin. Wê demê ev dever di destê Ermenîstanê de bû. Dewlete Tirk bi rêya fermandarê xwe Kazim Karabekir sala 1920´an ev der dagir kir (anegorî hin daneyan ti şer çênebûye. Rûsya ya Lenîn ew diyarî Tirkiyê kiriye, û Tirkan jî ji bo guhertina demografyayê Azerî anîne li vir bi cih kirine. Dû re jî Kurdên ji ber êrişa Rûsan ji herêmê derketibûn rasterast vegeriyane vî bajarî. Bi Taybetî jî di sala 1930´î de ji ber serhildana Agiriyê, gundê Kurdan yên bi navên “Dilican, Ahura, Tezharaba, Geliyê Çetê, Maksozillo, Atici” yên li berpalê çiyayê Agiriyê bi darê zorê vala kirine. Ew jî di nava bajarê Igdirê ya nû de bi cih bûne.

Dema mirov di nava rûpelên dîroka qirêjgirtî de digere dibîne ku Rûsan ne tenê li Azerbeycan û Kurdistana Sor, li Serheda îro di bin dagirkeriya Tirkiyê de jî Kurd ji cih û warên wan kirine. Anegorî hin daneyan, hejmara van Kurdan li ser milyonekê re ye. Hêvî dikim bi kurtî jî be min hinek herêm dabe nasîn, em ê di nivîsên pêş de jî li ser kelehan rawestin. Hetanî wê demê bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.