Keleha Haremî

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 30 Îlon 2022 - 01:40

Keleha Haremî jî di nava erdnigariya nehiya Deharê de ye. Bi qasê 5 kîlometreyan li bakurrojava Deharê li ser şaxe çiyayê Kelxan Baba ava bûye. Kelxan Baba ber bi başûrrojava ve dirêj bûye û bilindahiya wî digihîje 2300 metreyî. Mirov dikane ji ser wê bi hêsanî Zuxrê Deharê yê li bakurrojhilatê navçeyê ye û rê dide rêya Hevirmêşê bi hêsanî kontrol bike. Her wiha Zuxrên li aliyê Pasînê, yê aliyê Uskxanê (Xuristan / Horasanê), herwiha yê aliyê Kalîswanê (Kaxizman) jî, bi hêsanî raçavîne. Di Keval û zinarên nivîsandî de tê fêmkirin ku ev dever di serdema keyê Xaldî / Urartuyan Menûwa de ketiyê destê Xaltan. Li vê herêmê gelek kevirên nivîsandî kevalên pijandî bi dest ketine. Hinê wan jî di baxiran de ne mirov nikane bigihîjiyê. Beşekî wan hatine xwendin û niha li muzeya Erziromê ne. Anegorî agahiyên berdest di dema dagirkeriya Rûsan de jî gelek berhemên dîrokî hatine revandin, lê em nizanin ka di muzeyên kîjan bajarên Rûsyayê de ne. Bes gelek ji wan kevalên pijandî li muzeya Tîflîs û bajarên din yên Gurcistanê ne.

Divê ev jî bê gotin; li herêma Erziromê jî bi navê “Haremî” kelehek heye, divê mirov van herdu kelehan têkilhev neke. Bê vê, ji ber ku dewleta dagirker nav hemû anegorî têgihîştina xwe ya nijadperestî guherîne, min bi telefon û pirsînan hin navên di nava gel de tên bikaranîn bi dest nexistin, lema ez navê “Haremî” bi kar tînim. Ne sedîsed jî be, anegorî agahiyên hin kesayetiyên heremê, keleha “Zinarên Fîraran” jî hatiye gotin. Bes ev nav çiqas rast e, nizanim. Bi hêviya yên ku rastiya navê wê dizanin, agahiyên têr bidin me, da em navê wê yê rast ragihînin bala giştî.

Ev keleha Haremî jî di serdema keleha Deharê de hatiye lêkirin, jixwe teraştina kevirên herdu kelehan jî vê rastiyê destnîşan dikin. Bi qasê 3, 4 kîlometre ji vê keleha Haremî wêde keleha Hesenbegê heye. Em ê di demên pêş de behsa wê jî bikin. Ji ber ku ew dever jî gelek kevn e û bi hev ve xuya dikin. Dibe hin agahiyên giring bi dest bikevin. Li Bakurê Kelehê newaleke gelek kûr a darîn û zinarîn heye, rêya Hevrîşimê ya dîrokî di wê newalê re derbas dibû, bi dibekuyeke mezin, ev keleh ji aliyekî ve ji bo kontrola wê rêyê hatiye avakirin. 

Dora kelehê nîvenîv wek zevî hatiye bikaranîn, vê jî hinek zirar daye dîwar û bingehê sûra  kelehê. Di rojavayê kelehê re çemekî piçûk ê ku dikeve ser çemê Erezê, diherike. Hin gundiyên herêmê jê re çemê Çapê, hin jî çemê Kelê dibêjin, lê navê rast çi ye nizanin. Min xwest ez bi telefonê bigihîjim mezinan, nebû. Tirkan jî navê vê rûbara dihereke Erezê kirine “Bozsu”. Bê vê, çemekî havînan carna tê ber miçiqandinê jî di rojhilatê kelehê re diherike. Li ser kelehê ti lêkolînên arkeolojîk pêk nehatiye. Lema agahiyên li ber destê me jî ne zêde ne. 

Keleh dikeve nava kelehên navçe yên bi giranî ji bo raçavandina herêmê û hewandina rayedarên payebilind hatine lêkirin û bikaranîn. Keleh li ser dirêjahiya başûrrojhilat û bakurrojava 87 metre, li ser bakurrojhilat û başûrrojava jî 50 metre fireh e. Li berpal û çalên bakur û başûrê kelehê, kavilên avahiyên ji serdema Xaldî / Uratuyan mana, hene. Gêncînegeran ev der û nava kelehê gelek tevlihev kirine. Li vir parçeyên ferfûr, cêr û hîzan yên hatine dîtin, rasterast serdema Tunc ya destpêkê û navîn destnîşan dikin, hin berhemên Karazan jî lê hatine dîtin. Her wiha kevirên obsîdenê (oltî) yên baş hatine teraştin û sîqalkirin jî hatine dîtin.

Mixabin ku li ser vê kelehê agahiyên pirr zêde tine ne. Mixabin ku li ser avahiyên di hundirê kelehê, hebûn û nebûna mahzen û kulînên li bin kelehê de ti agahî tine. Her wiha behsa nîşaneyên sarinc û tûnêlan, derê kelehê bi kîjan aliyê ve vedibe jî tiştek bi dest min neket. Bi hêviya em li ser keleheke din agahiyên hê têrtir bidin, bikanin bi rêya wan dîroka herêmê jî vekin. Hetanî keleh û cihgekî dîrokî yê din, bimînin di nava xêr û xweşiyê de. 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.