Keleha Argûnê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 18 Mijdar 2022 - 01:13

Dema mirov dikeve nava lêkolînan li hemberê lihevanîn û derewên qaşo lêkoler û kesên bi bernavkên “Dr.” ên di tora nijadperestiye Tirk de mirov metalmayî dimîne. Li ser her tiştî lîstine, dilîzin, di encamê de dibin, bi nivîsê Orhûn û Mehmûdên xwe ve girê didin. Lê li ba Orhûn û Mehmûdê wan jî ew gotin tinene. Wan hewldaye ku navê “Argûn” jî bi kurê oguz û moguzan ve girê bidin. Lema ezê berê hinek vê peyvê vekim. Carê peyv yan jî kîteya “ar” gelek zelal e, têkiliya xwe  bi agir re heye. Mînak; “ar” Argan / Adirgan ne tenê ji bo agir ji bo Atêşgedehan jî hatiye bikaranîn. Hê îro jî ji mangal ê re “argûn” tê gotin. Bê vê  baş tê zanîn ku herî zêde serwerê Xaldî /Urartuyan Argiştî li vê herêmê hin berhem û cihgehên giring ava kirine û li pey xwe hiştine. Weke mînak “Armawur, Argûnî Blur Arwar û pirraniya arkeologên biyanî bawer dikin ku peyva “argûn” ji peyva “argin, arguşt” tê û ew jî di navê Argiştî de heye. Yanê ev navê Argiştî ye. Bê vê, baş tê zanîn ku tîpên “rg” herî zêde di nava zimanê Îndo-German de tê bikaranîn, Mînak: Berg, derg, cerg û wekî din. Li gel wê, li gelek welatên Ewrûpayê navên wek “Argency (Fransa), her wiha li Îtalya, Spanya û Yewnanistanê jî navên bi vî rengî hene. Lê ew “Gotan” dikin Tirk û vê peyvê jî bi riya Gotan bi Moxolan ve girêdidin. Dîsa baş tê zanîn ku di pirraniya zimanên Indo- Ewrûpî de “Argun /Arg ..” tê wateya çirûsk, koz, tîrêjê agir. Bi gotineke kurt û kurmancî peyveke zimanê Kurdî ye.

Min di gotara hefteya çûyîn de ragihandibû ku bajarê Îdir /Egîda di serdema dagirkeriya Rûsan (1830) de ji cihê kevn rakirine û anîne vî cihê nû. Cihê bajêr yê kevn nêzîkê gundê Argûn / Argancî bû, Ev gundê Argancî (Erhaci) bi qasê 7 kîlometre li başûrê bajarê Îdira / Egîda îro ye. Ev gund ji du taxan pêk tê û li ser şaxekî çiyayê Agiriyê ye. Li taxa jor du kelehên dîrokî hene, keleh li ser girên li kêleka hev hatine avakirin. Her çendî wek kelehên Argancî (niha kirine Erhacî) tên zanîn jî gundiyên Argancî ji yekê re “keleha Lawan” û ji ya din re “keleha Keçan” dibêjin. Li hawîrdora kelehan xirbe û kavilên bajarê kevn ên li herêmeke berfireh bela û kavilên nekropolekê hene. Min berê ragihandibû, dibe ku ev der bajarê Luhuînî / Luxînî be. Lê ji ber ku lêkolînên arkeolojîk pêk nehatine, em nikanin tiştên zêde bibêjin.

Keleha Lawan li ser girekî kevirê sorê nerm hatiye avakirin. Ji wê, jê re keleha Sor / keleha Qizil jî tê gotin. Ev keleh dikeve nava kelehên mezin û di awayê çarşîkelta de ye, yanê bajarê nava kelehê tê gotin. Gir ji kewkeyeke sorê nerm pêk hatiye. Dîharê gir, berê ku keleh lê were lêkirin, keleh lê hatiye kolan û sererastkirin. Ev girên li berpalê Agiriyê ji hawîrdora xwe bilintir e, mirov dikane bi hêsanî newalên hawîrdorê jî lê bibîne. Mixabin ku di serdemên cûda de li ser hatiye lîstin. Di dema Komara Tirkiyê de jî pirraniya kevirên sûrê hatine rakirin û bi wan xanî hatine lêkirin, lema tenê hîm û cih bi cih hinek dîwarên sûrê li pê mane. Anegorî ragiyandina pisporên çûne û li rûyê wan nihêrîne, ji ragihandinên wan zelal dibe ku teraştina keviran, bicihkirina hîmên kelehê, her wiha parçeyên ferfûr, cêr û hîzên reng sorên birqonek, rasterast serdema Xaldî / Urartuyan destnîşan dikin. Me di nivîsa berê de behsa Clavîjo kiribû ew di sala 1404´an de di vir re derbas dibe û li ser rewşa kelehê dinivîse. Di wê serdemê de hê gelek sûrên kelehê li pê ne. Niha tenê cih bi cih hin rêzên kevin û yên dûre hatine lêkirin, hene.

Anegorî daneyên heyî, Keleha Keçan jî di heman serdemê de bi heman teknîkê hatiye lêkirin. Di herdu kelehan de jî cihên sarincan hene, di hinan de derence jî dadikeve binê sarincê. Kunên avê ku ji berpalên jor ên Agiriyê anîne, xuya ye ku ne berhemên Xaldî /Urartuyan in, ew pirr paşê hatine çêkirin. Ji ber ku di kevalê nivîsandî de Behsa bajarekî bi navê Menuwahînlî jî tê kirin, hin arkeolok vê deverê weke cihê wî bajarê di nava kevalê Menua de dibînin.

Dever bi giştî cihekî gelek dîrokî ye. Hem berê Mîladê û hem jî piştê Mîladê gelek şaristanî li pey hev li vir ava bûne. Qaşo lêkoler û dîrokzanên Tirk hemû, yên ku qaşo li ser herêmê xebitîne, her hewl dane tevahiya dîroka kevnar bidin jibîrkirin û her tiştî bi dereke Oguzan, yan jî bi rêya Akkoyunan / Pezkelan (ku ne Tirk in, ew jî yek ji gelên Arî ne) bi Tirkan ve girê bidin, lê bi ser neketine. Di rastiyê de berhem û paşmayiyên dîrokî wan pûç dikin. Hetanî mijareke dîrokî ya din tevde bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.