Keleha Gundê Sarê (Sarican) di newala çemê Şeran de melisiye. Newala çem di nava çend newalan de mîna çovîgeke bi qasê kîlometre û nîvê dirêj dibe. Gundê Sarê bi qasê 18 ta 20 kîlometreyan li bakurrojavayê Eleşkirt û 15 kîlometreyan li başûrê nehiya Deharê ye. Berê du gundikên nêzîkê hev bûn, Sarê û Sarican, niha gîhîştine hev û yek gund in. Jê re gundê Sarê dibêjin. Rêya Erzirom û Agiriyê di nava gund re derbas dibe. Ev rê cara yekem di serdema Xaldî /Urartuyan de hatiye vekirin. Her wiha ev rêya dîrokî, Rojhilatê Kurdistanê jî bi Anatoliyê ve girê dide. Rêyeke hevrîşimê di bakûrê Darê re yek jî di vir re diçû. Di resmiyetê de weke Sari köy navê wê qeyd kikriye. Di nava gel de jî du nav tên bikaranîn, Gundê Sarê û Sarican. Gundekî navçe û gelek xweşik e. Li cihgehekî zozanî hatiye avakirin. Debara gundiyan hê jî bi giranî li ser sewalvanî û çandiniyê ye. Herî kêm nîvê gundiyan ji bo kar li rojavayê Tirkiyê û li Ewrûpayê ne.
Dema mirov ji Eleşkirtê derdikeve berê xwe dide Erziromê, dibîne ku li serê her çend kîlometreyan Kelehek hatiye lêkirin. Ev jî nîşanê me dide ku Xaldî /Urartûyan nirxekî gelek mezin dane vir. Her wiha ji bo parastina vê rêyê, bi kelehan tedarekên ewlekariyê pêk anîne. Jixwe, li vê herêmê gelek zinar û kevalên pijandî yên hatine dîtin û xwendin jî vê destnîşan dikin. Li vê herêmê dengbêjîya Kurdan jî gelek bipêşketî ye, bi dibekuyeke mezin ev jî ta ji serdema Xaldî /Urartuyan maye. Bi hêviya gelê me yê vê herêmê bi vê têgihîştinê rabe.
Keleha Sarê bi qasê 600-700 metre li başûrê gundê Sarê, taxa Saricanê ye. Keleh li ser girekî ji deryayê 2200 metre bilind, ji hawîrdora xwe jî bi qasê 200 metreyî bilind ê zinarîn hatiye lêkirin. Mirov dikane ji dîharê gir, yan jî kelehê tevahiya çovîga Sarê û Saricanê bibîne. Gundê Sêvikê, li aliyê din newalên hetanê Deharê dirêj dibin, mirov wan jî bibîne. Li gel wê, newalên şetên çemê Şeran yên ji çiyayê başûrê wê jî bibîne. Yanê di cihekî gelek stratejîk de ye, bi her awayî xûya ye ku ji bo raçavandina hawîrdorê û rê hatiye lêkirin. Niha hima di ber wê de du stûnên satelîtên TV´ê yên Tirk hatine çikandin.
Piştî me cih, hawîrdor û giringiya kelehê da nasandin, em niha jî li rewşa kelehê vegerin. Bêgûman çarenûsa vê kelehê jî dişibe çarenûsa kelehên din. Lêkolîneke wisa bingehîn lê pêk nehatiye. Bes hema wisa li rû nihêrîne û hin agahî weşandine. Mixabin, min nekanî ku ez xwe bigihînim gundiyekî Sarê, hin agahiya ji wan bigirim. Em ê jî neçarî wan agahiyên kêm bimînin. Bes, ev dever, ev keleh, ev çengê welêt nasîn jî ji bo me giring e. Em çendî rastiya welatê xwe binasin, ewqas dikanin lê germ bibin.
Pisporên çûne kelehê, hemû di wê baweriyê de ne ku ev ji bo ewlehiya rê hatiye lêkirin. Çemê Şeran ji bakûrê girê kelehê, yanê ji nava gundê Sarê tê di başûrê kelehê re diçerixe û berê xwe dide aliyê Eleşkirtê. Dirêjahiya Kelehê li ser xeta rojhilat-rojava 36 metre, li ser xeta bakur û başûr jî 12 metre ye. Ev dikeve nava kelehên piçûk yên di teşeyê qereqolan de. Sûrên kelehê hinek li aliyê başûrrojhilat û hinek jî li başûrrojava li pê ne. Berahiya dîwarên sûrê 2 metre ye. Kevirên di sûrê de hatine bikaranîn tenê hinek ji bo çîhkirinê hatine teraştin. Baş xuya dibe ku di lêkirina dîwarên sûrê de teknîka kîklopîk hatiye bikaranîn.
Dibe ku ev hevoka, "gencînegeran ev der jî rihet bernedaye" ji ber ku di her kelehê de derbas dibe, mirovan zivêr jî bike, lê rastî ev e, ev der jî tevlihev kirine. Ferfûr, hacet, parçeyên cêr, kûz û hîzan yên li vir hatine dîtin serdema destpêk, navîn û dawiya Tûnc hetanê destpêka Serdema Hesin destnîşan dikin, yanê ji kelahên destpêkê yên Xaltan /Uratuyan yek e. Mixabin em nizanin ka di bin kelehê de mehzen yan jî tûnêlên veşartî, goringeh hene, yan tine ne, avahiyên di nava kelehê de jî nayên zanîn, bes nîşaneyên sarincan hene. Li gorî texmînan deriyê kelehê li başûr vedibe, lewre ew alî gelek destdayî ye.
Mixabin min nekanî ku ez agahiyên zêdetir û berfirehtir yên li ser kelehê bi dest bixim, lê bi vî awayî jî vê nîşan û bermayiya dîroka me, cihê wê, devereke Kurdistanê ya xweşik nasîn, bi serê xwe jî agahiyeke giring e. Bi hêviya em bikanibin bigihîjin agahiyên têr, hetanî keleheke din bimînin di nava xêr û xweşiyê de.
parvê bike
Nivîsên Melîk AYKOÇ
Keleha Argûnê
18 teşrînê
Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê
Kavilên Mendekê
4 teşrînê
Keleha nav giran/Girêdirikê
28 cotmeh
Keleha Gulşahê
21 cotmeh
Kavîlên Misûrya / Eleşkirt
14 cotmeh
Keleha Haremî
30 îlonê
Keleha Daharê / Karkaşanê
22 îlonê