Keleha nav giran/Girêdirikê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 28 Cotmeh 2022 - 02:24

Min berê behsa keleha Sarê kiribû. Xaldî /Urartûyan wê serdemê ji bo parastina rê û zuxrên heremê giringiyeke mezin dane vir. Keleh li ber kelehan e. Riya dîrokî ya ji serdema Xaldî /Urartuyan ve mabû di newala bin girê vê kelehê re derbas dibû. Rêya Erzurim û Agiriyê jî hetanî sala 1976 an di vê rêya kevn re diçû. Piştî rêya nû ya di nava gundê Sarê /Sarican re derbas dibe, hate vekirin, ev rê li cih hîştin, bi wê re ev keleh jî hate ji bîrkirin. Kavîlên bajarê dîrokî Mendeka navdar li rojhilatê vê kelehê ye. Nakropola Mendekê jî li berpalê girê li rojhilatê kelehê ye. Li vê heremê du bajarên dîrokî hene yek li kêleke keleha Gulşahê ye, yek ji ev cigeha di navbera keleha Sarê û vê girê dirikan de ye. Ezê di mijara li pey de xwerû li ser kavîlên bajaroka Mendeka dîrokî rawestim.

Keleh bi qasê 3 kilometre li bakurê gundê Sarê /Sarican, tenê du kîlometre li rojavayê keleha Sarê ye. Li dor kelehê şeş heft girên bi qasê girê kelehê bilind hene. Hin dibêjin çîroka „Heft gir e, kes nizane kîjan gir e“ ev der e. Hin gundî ji vê heremê re devera Heftgiran jî dibêjin. Mixabin ku lêkolînên arkeolojîk yên berfireh li ser kelehê û hawîrdora wê tine ji wê li ser avadaniya wê agahîyên têr kêm in. Anegorî pisporan hatine tenê li rûyê kelehê û dora wê nêrîne;  hebûna van girên hawîrdora kelehê parastina herêmê û kelehê hêsantir kiriye. Lewra li ser hin giran kozikên parastinê yên ji serdema Xaldî/Urartuyan mane hene. Rêya dîrokî kozikên li ser giran, nakropola li vir, her wiha kavîlên bajaroka Mendekê lêkolînên akeolojîk yên bingehîn dixwazin. Lê mixabin û mixabin, ev bêderfetî li ser her kelehên welatê me heye.

Ev cigeha kelehê weke gundê Sarican bi qasê 18 kilometreyî li rojavayê navçeya Eleşkirtê ye. Bi hêla her kesên di vir re çendî car derbasbûne ve tê zanîn, lewra li vir ji ber avên sar, cihê rawestan û  û bêhnvedanê jî heye. Ji wê tenê yên salmezin vê kelehê dizanin, haya ciwanan ji vê kelehê tine. Piştî ku di sala 1976 an de, rêya nû ya di nava Sarican re derbes dibe vebû, ev der di nava rûpelên ji bîrkirinê de ma, hima bigire nayê bîra kesî.

Li ser kelehê agahiyake kurt di kovara lêkolînî  MANAS Journal of Social Studies de heye, agahiyên DergîParkê jî li ser wan agahiyan rûniştiye, bê wê ti agahî tine. Anegorî vî agahiyê kevirên dîwarên sûra kelehê nîva nîv hatine teraştin, hin jî wan wisa bê teraştin hatine bicîhkirin. Lê dîwarên wê bi hostatiyeke wisa hatiye lêkirin, bi hezaran salan li hemberê erdhejan jî cih bi cîh lê pê mane. Hin dîwarên wê jî di dema êrişên Rûsan de hatine ruxandin, hê jî nîşaneyên lêdana topan hene. Ji ber ku cihê wê di nava giran de û ji gund dûr e, nayê parastin gelek gêncîneger nav û dor kelehê ser û bin kirine. Di wê ser û binkirinê de gelek parçeyên cêr, fera û fol, kûz û hîzan li hawîrdor reşandine. Piştî ev parçeyana li wir hatine dîtin bi aliyê pisporên muzeya Erzurimê ve hatine lêkolîn û nirxandin, hê baş hatiye fêmkirin ku ev keleh ta di destpêka serdema Tûncê de hatiye lêkirin, lê hetanî sedsala şazdehan jî hatiye bikaranîn, lewre parçeyên alavên şer yên wan serdeman jî, tê de hatine bi destxistin.

Keleh dikeve nava kelehên navçe, di nava vê keleha di nava giran de bingehê gelek avahiyan hene. Bes gêncînegeran wisa tevlihevkirine, mirov nizane, ka nîşaneyên sarinc yan jî tunêlên ku diçin mehzenên binê kelehê hene, yan tinene. Bes ji bingehê hê li pêne, baş xuya dike ku li çengehê rojhilat kelehê avahiyeke wekî koşkekê xwerû heye, hin nexş û rengên ji dîwarên wê hatine xwarê û parçeyên ferfurên binê wê, vê mîna koşkeke ji bo pêşwazîkirina rayedarên serdemê xuya dike û pisporên li rûyê wê nêrîne jî, di wê baweriyê de ne. 

Hawîrdora kelehê ji deryayê bi qasê 2400 metreyî bilind e û tevahiya herêmê ciheke zizanî ye, di newlên li dor kelehê re çemokên piçûk diherikin, diçin dikevin ser çemê Şeran. Herwiha di ber her girî de kaniyên avên sar hene. Bi rastî jî ne tenê keleh tevahiya herêmê hêjayê dîtinê ye. Mirov dikane di betlaneyê de biçe, li ser wan kaniyên sar rûne, li gel pincarên biharê, ji avên sar vexwe, di bin siya wan zinar û dîwaran de dakeve xewna bi rayedarên Xaldî /Urartûyan re ketina nava mijûlî û agahiyê wê serdemê hildanê. Bi vê mabestê em gihîştin dawiya vê mijarê jî, careke din hetanî keleh û agihiyên cigeheke dîrokî bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.