Eleşkirt li cihekî gelek stratejîk e. Rêyên ji başûr û bakurê çiyayê Agiriyê re tên hemû li vê herêmê digîhîjin hev û berê xwe didin rojava û derya reş. Dibe ku ji wê be, hawîrdora Eleşkirtê bi kavîl û berhemên dîroka veşartî dagirtî ye. Lê di vê serdema teknîka dîgîtal de ya ku li qatê heftan ê ezman direqise, hê jî di bin axê de nixumandî mane. Ji ber ku bi dîroka me re têkildar e, dagirker li benda talan û di bin axê de rizîn û hêrifandina wan e. Li gel wê, ti înîsiyatîfên ronakbîran jî ji bo lêkolînan tine. Bes gêncînegerên sorkirî dikanin bi serbestî herderê ser û bin bikin, birevînin û derdixin der. Hem jî wek saziyeke organîzekirî. Piştî vê şiroveya pêdivî pê hebû, em ê îro jî berê xwe bidin kavîlên bajarê kevn ê ku li keviya gundê Misûryan e. Navê gund di belgeyên Osmaniyan de weke “Mûsûrya /Musuyasekî”, di nava gel de bi awayê “Misûrî, Misûrya, Mizurya” tê binavkirin. Ev gund bi qasê 6, 7 kilometre li başûrrojhilatê navçeya Eleşkirtê û li bakurê rêya Agirî û Eleşkirtê ye. Gund gundekî gelek kevn û navçe ye.
Kavilên bajarê kevn û nekropola zêzîkê wê, bi qasê 100 metre li başûrê gund, di navbera Rêya Eleşkirt-Agirî û çemokê Çetê de ye. Çemokê Çetê ji çiyayên bakurê Eleşkirtê tê û diçe dikeve ser çemê Şeran. Cihê kavilên bajarê kevn ji deryayê bi qasî 1800 metre bilindtir e. Hin gundiyên havîrdor ji vî bajarê kevn re bajarê çîrokan jî dibêjin. Hin gornên di nava nekropolê de hê jî bi aliyê gundiyan ve weke gornên pîrozweran tên nasîn û ji wan re rêz tê girtin, bes di nava dîwarên xaniyên gund de gelek kevirên ji nava van kavilan birine, hene. Ev kavilên bajarê kevn, di deşta Eleşkirtê de ne, hawîrdor bi tevahî zevî û ziyan in.
Dewletê berê herzela yan jî stûnên xetên ceyranê di nava kavilên bajêr de çikandibûn. Û bi wê gelek zirar jî dabûne kavilên bajarê kevn. Piştî gilî û gazinên saziyên têkildar û piştî ku ev devera dîrokî 3´yê Gulana 2007´an bi aliyê saziya “Korî parastina çand û xwezaya herêmê ya Erzirumê” ve weke herêma SÎT a di pîleya yekemîn de hate pejirandin, ew herzêlên ceyranê ji wir rakirin. Lê ew ruxandina afirandî, wisa bi wan betonan ve ma. Bes vê biryara saziya li Erzurimê, hetanî radeyekê ev kavilên dîrokî ji gencînegeran jî parastin.
Di nava kavilan de li gel kevirên xwerû teraştî, gelek ferfûr, fera û fol, parçeyên çêr, kûz û hîzan parçeyên alavên şer yên serdemên cuda, haletên di malan de tên bikaranîn hatine dîtin. Piştî xebateke bingehîn a li ser wan alavên bi destketî, hatiye fêmkirin ku di nava wan de parçeyên serdemên Tûnc, destpêka serdema hesin û ya navîn hene. Her wiha parçeyên bi hunerê karazan hatine neqişandin jî tê de hatine dîtin. Min di gotarên berê de jî ragihandibû ku “karaz” ji gelekî bêhtîr wek komên hunermend û hosteyan, wek malbatên bi avahî û hilberînan re têkildar, tên zanîn. Lema berhemên wan li gelek cihan xuya dikin.
Bi qasê 4 kilometre li başûrê gundê Misûrîyan li gundê Xasdûr (Yucekapi) kevirek bi nivîsên mixî di dîwarekî de hatine dîtin, niha li muzeya Erziromê ye, pispor bawer dikin ku ev ji devera bajarê kevn anîne. Li ser wî zinarî behsa bajarekî mezin û bi hosteyan dagirtî tê kirin, lê mixabin cihê ku navê bajêr lê ye, kevir hatiye şikandin, parçeyên wê belabûne, nayê xwendin. Her wiha behsa kelehekê jî tê kirin ku nayê zanîn li ku ye. Di navbera herdu gundan de jî nîşaneyên xirbeyên kevn hene, bes hê ti tişt li ser wan nehatiye nivîsandin, hatibin nivîsandin jî, min ew nedîtine.
Di nabera gundê Xoşyan ê li bakurê gundê Misûriyan û Misûryanê de, her wiha di navbera gundê Şamiyan ê li rojhilatê Misûriyan û Misûryanê de jî nîşaneyên nekropolan hene, bes li ser wan jî ti lêkolîn pêk nehatine. Min çawa li jor jî gotibû; di her bihust axa vê herêmê de dîrok veşartiye. Bi lêkolîna wan, serdemeke dîrokê dikane were zelalkirin, lê dagirker ne rê didin, ne jî bi xwe vê lêkolînê dikin. Bi hêviya di vî warî de lêkolînên bingehîn pêkwerin, hetanî keleh û cihekî dîrokî yê din, bimînin di nava xêr û xweşiyê de.
parvê bike
Nivîsên Melîk AYKOÇ
Keleha Argûnê
18 teşrînê
Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê
Kavilên Mendekê
4 teşrînê
Keleha nav giran/Girêdirikê
28 cotmeh
Keleha Gulşahê
21 cotmeh
Keleha Sarê
7 cotmeh
Keleha Haremî
30 îlonê
Keleha Daharê / Karkaşanê
22 îlonê