Keleha Daharê / Karkaşanê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 22 Îlon 2022 - 22:12

  • Keleh parçeyekî gund, yan jî nehiya Daharê ye. Dewleta Tirk jê re “Tahîr” gotiye û di fermiyetê de ev nav heye. 

Keleh parçeyekî gund, yan jî nehiya Daharê ye. Dewleta Tirk jê re “Tahîr” gotiye û di fermiyetê de ev nav heye. Nehiya Daharê bi qasê 32 kîlometreyan li bakurrojavayê navçeya Zêtkan/Eleşkirtê ye. Cihê wê cihekî gelekî navendî û stratejîk e. Ew di navbera navçeyên Xoristan, Qaxizman û Eleşkirtê û li ser rêya hevrişimê ya kevn hatiye avakirin. Ji ber ku bê rencberî û sewalvaniyê karekî din nebû, pirraniya Dahariyan ji gund derketine, beşekî wan li Elmanyayê weke karker dixebitin, hinekan jî jê bar kirine, çûne rojavayê Tirkiyê, bi vê ji gund derketinê, şêniyê navçeyê gelek kêm bûbû. Ji wê, serkariya dagirker anegorî pergala dewleta Tirk demekê xwest belediya Daharê rake û li ser keyatiyê bihêle, lê dû re gundên li dorê pêve hatin girêdan û belediya wê ma. 

Di 19´ê Sibata 2020´an de  xortê bi navê Gokhan Gultekîn bi tevê 8 kesan li bajarê Elmanyayê Hanau bi destê Elmanê faşîst hatibû kuştin. Dagirkeran hewl da ku vê mijarê ji bo bangeşiya xwe bi kar bînin. Divê mirov vê jî lê zêde bike; bi vê mijareya li cîhanê jî dengvedayî re, navê Daharê jî li cihanê û her çengeyê welêt hate bîhîstin. Navekî wê yê din ê ku baş tê zanîn jî ji Zuxrê Daharê yê li ser rêya hevrişimê ye, tê zanîn. Ev Rêya Hevrişimê ji Îranê tê û di ser Erziromê re diçe Deryareş û navenda Anatolyayê. Ew zuxr jî ji gund û keleha Daharê ne dûr e. 

Çaravêlê Daharê çiyan e. Li bakur Çiyayê Kelxan Baba, li rojhilat Bayêraz, Li başûrrojavayê wê jî çiyayê Mêrgemîrê heye. Keleha ku em îro li ser rawestin jî, li ser şaxekî çiyayê Mêrgemîrê ye. Hêjayê gotinê ye ku mirov bibêje; ta ji dema Xaldî /Ûrartuyan û vir ve niştecihên herêmê Kurd in, gelek eşîrên Kurd yên tên nasîn li vir û hawîrdorê niştecih in. Ji wan eşîran yek jî Eşîra Redkiyan e ku em ji dîroka Surmelî Mehmet Paşa û Stranên Evdalê Zeynikê dizanin. Hê jî dengbêjiya ji wê serdema Evdalê Zeynikê mîrate maye, li vir hatiye parastin û gelek ciwan jî bi Kurdî distirên.

Ji ber ku zuxrê Daharê yê li aliyê Îdirê vedibe û ji berê ve rêya karwanan e, her wiha geliyê wê yê hetanî deşta Zêtkan dirêj dibe, ev nav rê û cihan, ta wê serdemê xweber bi rengê xwe yê stratejîk bala Xaldî /Ûratûyan kişandiye. Lema pêdivî bi keleheke bikane van zuxr û rêyan raçavîne dîtine û li vir ew ava kirine.

Keleh bi qasî 600 metreyî li başûrrojhilatê nehiya Daharê û li rojhilatê rêya Agirî û Erziromê, li ser girekî zinarîn hatiye lêkirin. Girê keleh li ser, ji havîrdora xwe herî kêm 100 metreyî bilintir e. Herêm jî bi qasê 2230 metreyî ji deryayê bilintir e. Bingehê kelehê baxireke bazalt e û weke keleheke xwezayî xuya dike. Rêya hevrişimê ya kevn ku îro jî heye, di bakurrojavayê kelehê re derbas dibe û dikeve ser rêya Erzriromê. Baskê çemê Şeran ku jê re çemê Karkaşanê jî tê gotin di rojavayê kelehê re derbas dibe. 

Keleha Daharê ne keleheke mezin e, dikeve nava kelehên piçûk yên di forma qereqolan de. Li ser dirêjahiya rojhilat – rojava bi qasî 50 metreyî, berahiya wê jî 39 metre ye û li ser berahiya bakur û başûr e. Dema mirov li xaniyên gund dinêre, bi hêsanî dibîne ku kevirên sûr û dûwarên kelehê bi piranî di lêkirina avahiyên gund de hatine bikaranîn. Ji ber vê sedemê jî dîwarên sûra kelehê û avahiyên di nava kelehê de bi giranî hatine ruxandin. Bes li aliyê başûrêrojhilat hê jî hîmên sûrê û cih bi cih jî kevirên li ser hîman mane. Pisporên saziya “kelehên serdemên berê” ya li Erziromê carinan çûme Keleha Daharê, ji bo lêkolînê parçeyên ferfûr cêr û hîzan yên ji ber ruxandinên gencînegeran mane civandine, ew birine û bi awayê zanistî nirxandine. Di encama van xebatan de radigîhînin ku parçeyên ji serdema Tunc a destpêkê heta serdema Hesin a dawiyê hatine dîtin. Li gel wan, di zinar de bicihkirina hîmên bingehê sûrê jî serdema Tunc ya dawiyê destnîşan dikin. 

Di hundirê kelehê de nîşaneyên sarinc û tunêla ku diçe binê kelehê hene. Bes bê lêkolîneke têr a arkeolojîk, rastiya kelehê zelal nabe. Li jêr di devê çemê Şeran de jî devê şikeftên piçûk hene, dibe ku ew devê tunêla hundirîn jî bin. Li berpalên girên hember jî nîşaneyên nekropolekê hene, her wiha li hawîrdor jî bingehên xirbeyên kevn hene. Dibe ku wê serdemê li dor kelehê avahiyên xelkê jî hatibin lêkirin, lê bê lêkolînên arkeolojîk mirov nikane tiştekî bibêje. Bi hêviya di demên pêş de li hawîrdora Daharê lêkolînên arkeolojîk pêk werin, da ku em bigihîjin rastiya serdema keleh li vir şên bûye, hetanî cihgehekî dîrokî yê din, bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.