Keleha Gulşahê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 21 Cotmeh 2022 - 03:05

Keleha Gulşahê di nava xaka gundê Qerebaçixê (Karabacak) de ye û bi qasê 25 kîlometre li rojavayê Eleşkirtê ye. Ev keleh jî li ser wan rêzekelehên e yên ku rêya dîrokî diparastin. Ew bi qasî 15 kîlometre li rôjavayê keleha Sarê û sê kilometre li başûrrojavayê gundê Qerebaçixê li ser girekî li herêmê girê herî bilind e, hatiye lêkirin. Herêm bi giştî 2450 metre ji deryayê bilintir e, lê girê keleh li ser e, ji hawîrdora xwe bi qasê 250 metreyî bilintir e. Taybetiyeke vê kelehê jî ev e, mirov di rojên sayî de dikane ji dîharê kelehê li aliyekê deh gundên li rojava û başûrê kelehê ne, li rojhilat li ser giran re deşta Eleşkirt, herwiha kelehên Sarê û yên din, li bakur jî keleha Daharê bibîne. Yanê cihekî stratejîk ê navendî ye. Bi gotineke kurt, lûtkeya bi çavekî çivîkî raçavandina tevahiya vê herêma Eleşkirtê ye. 

Rêze kelehên Eleşkirtê tev de li dor çem û şetên rûbara Şeranê rêzbûne. Vî çemî ne tenê jiyan daye vê devera zozanî û bi adan, herwiha ji bo parastina vê biadaniyê jî ji şêniyan yan jî desthilatdaran ewlekariya herêmê xwastiye. Mirov di lêkirina ewqas kelehan de têdigihîje ku Xaldî / Ûrartuyan ewlehiya herêmê çendî ciddî dîtine û herêm ji her awayê dagirkirin û talanê parastine. Ev jî di vî warî de şarezabûn û têgihîştina Xaldî / Ûrartuyan destnîşan dike. Lema jî, hemû pispor bawer dikin ku li herêmê keleha herî giring keleha Gulşahê ye.

Girê keleh li ser hatiye avakirin, mîna tixa genim bi awayê kovikî bilindbûye, li dîharê wê erdeke rastê wek bêderekê sererastkirî pêk hatiye, Keleh di nava rasteya wê bêderêde hatiye lêkirin. Di bakûrê kelehê re çemê Şêran yê baskê çemê Arsînê (Muradê), di newala rojhilatê wê re jî aveke bi qasê ava aşekî lê biharan gelek boş e, diherike. Li rojava û başûrê wê jî hin kanîyên avên sar û bijûn hene. Beşeke zevî û ziyanên li rojava û bakurê wê, avî ne. Rêya Agrî û Erziromê bi qasê 3 kîlometre di bakûrê keleh û di ber gundê Qerebaçixê re derbas dibe. 

Hîna li her çar aliyên kelehê dîwarên sûrên kelehê nîvenîv li pê ne, cih bi cih hetanî du metreyan jî li pê mane. Kevirên ku di sûrên kelehê de hatine bikaranîn bazaltên reng tarî ne. Kevir baş hatine teraştin. Mezinahiya kevirên di sûra kelehê de hatine bikaranîn bi giranî li dor 50 x 35 santîmetre, 70 x 30 santîmetre, 60 x 40 santîmetreyî ne. Kevir bi teknika kîklopîk hatine teraştin û lêkirin. Lêkirina dîwarên sûrê ji ber teknînaka lêkirin û teraştina keviran, destpêka serdema tûncê destnîşan dike. Berahiya dîwarên sûrê jî li dor 1,50 metreyî ne. Piştî lêkolîna pisporan hatiye fêmkirin ku kevirên di lêkirina dîwarên sûr û avahiyên nava kelehê de ji kana kevirên bi qasê sêsed çarsed metrê li başûrê kelehê, anîne. Bi çi û çawa anîne, baş nayê zanîn.

Keleh li ser dirêjahiya bakurrojhilat û başûrrojava hatiye avakirin, dirêjahiya wê 50 metre, berahiya wê ya li ser xeta başûrrojhilat û bakurrojava jî 37 metre ye. Li aliyê bakur nîşaneya birca çavdêriyê heye, lê ji ber ku lêkolîneke zanistî li ser kelehê tine, mirov nikane ji sedî sed bibêje. Ev keleha Gulşahê jî dikeve nava kelehên piçûk. Dergahê kelehê li rojhilatê kelehê vedibe, berê ku mirov ji derî ve têkeve kelehê, çend derencên nimz hene, lê ew jî bi salan re hatine herifandin û şikandin. Bi kêmasî bi sedan salan e, wekî goma pez tê bikaranîn, binê kelehê kermeyên sergînên pez girêdaye. Vê her çendî keleh ji gencînegeran parastibe jî, her tişt porkiriye, ji wê di nava kelehê de bingehê çi avahî, sarinc, derê mehzenên binî û tunêla diçe çem, hene, yan tinene, nayê zanîn. Bes dibe ku vê jî ew sûrên kelehê parastibin.

Belê hûn di hemû nivîsên li ser kelehan de dibînin ku gelên ne xwedanê welatê xwe bin, fêrê dîroka xwe nebin, bermahiyên dîrokî wek bermahiyên serdemên kafirtiyê dibînin, heta ruxandina wan berheman weke alaveke xêr bidestxistinê têdigihîjin. Bes tekoşîna di van sih çil salên dawiyê de hişyariyekê, têgihîştineke neteweyî hetanî radeyekê afirandiye, lê mixabin ku ev hê jî negihîşitiye kemilandineke inîsiyatîfên parastina berhemên dîrokî ya bav û kalan. Bi hêviya ev jî pêk were, hetanî keleheke din bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.