Kavilên Mendekê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 4 Mijdar 2022 - 01:47

Min di nivîsên berê de ragihandibû ku ez ê behsa kavilên Mendekê bikim. Lê ji ber ku ez ê bi vê nivîsê ji vê herêma Eleşkirtê derkevim, dixwazim li pey jî wek encamnameyeke vê kurtelêgerîna li herêmê, têkilî û giringiya wê ya bi Xaltan /Ûrartuyan re ragihînim. Ev bi kurtî jî be, dikane rastiya herêmê û bingehên wê yên dîrokî jî veke. Dibe ku rojekê bala arkeologên Kurd bikişîne ser xwe û li herêmê lêkolînan bikin.

Min di nivîsa keleha Girê Dirikan de ragihandibû ku li berpalên gir hin xirbe û nîşaneyên kavilên dîrokî hene. Ev hetanî Kavilên Mendekê ku nêzîkê kîlometrekî ye, didome. Lê mixabin bê bingehê du koşkên Mendekê, lêkolînên bingehîn ên tevahiya heremê ku nekropolek jî di navê de ye, pêk nehatine. Tenê bi li rûyê wê nihêrîne, parçeyên ferfûr û hîzan civandine; em vê jî lê zêde bikin mezinahiya bingehê herdu koşkan jî pîvane. Lê ji wê wêdetir neçûne. Ez ê wê agahiyê jî li vir ragihînim, dibe ku bala hin kesên ku di vî warî de bikêrhatîne, bikişîne ser xwe.

Ev cihgeha dîrokî di navbera Keleha Sarê û keleha Girê Dirikan de ye. Bi qasê 2 kîlometre li bakur rojhilatê Saricanê ye. Her wiha nêzîkê rêya kevn e. Hêjayê gotinê ye ku mirov bêje, li nêzîkê vê cihgeha dîrokî tamareke komirê heye, devê wê hatibe vekirin jî, îro ti sûdek jê nayê wergirtin. Anegorî pisporan kalîteya wê gelek baş e, çima nayê derxistin, ew jî nayê zanîn. Ev dever bi giştî cihekî zozanî ye, bi giranî li ser bilindahiyeke li dor 2200 metreyî re ye. Mirov dikane li her çengê wê li mezinahiya çiyayê Agiriyê binêre.

Ev kavilên cihgeha dîrokî li ser xeta bakur – başûr li dora 200 metreyî, rojhilat – rojava jî li dora 120 metreyî ye. Ev dişibe cihgehê kelehî yê mezin, bes ne nîşane ne jî bingehên sûrên wê hene. li dor wê jî gelek xirbeyên kevirên wan hatine teraştin, xuya dikin, lê li ser wan ti lêkolîn tinene. Bingehên avahiyên li vir hetanê du û sê rêzan li pê ne. Mezinahiya herdu avahiyên bi teşeyên xwe wekî koşk xuya dikin, wiha ne: Dirêjahiya yekê 17 metre, berahiya wê 11 metre ye. Ya diduyan jî li dora 13 metre û 11 metreyan e. Kevirên dîwar bi hostayî hatine teraştin, berahiya dîwar jî li dora 1,5 metreyî ne. Li vir gelek parçeyên ferfûr, hiz (pîton), fera û cêran, heta hin alavên şer jî bi dest ketine. Ji serdema Tunc hetanî serdema navîn parçeyên cûda di nav de hene. Ev di sedsalên piştê mîladê de jî hatine bikaranîn. 

Encama lêgerîna li Eleşkirtê

Em di vê rêze nivîsê de li ser 11 cihên dîrokî ku pirraniya wan bi aliyê dewleta dagirker ve wek cihên dîrokî yên parastinê hatine hilbijartin, geriyan. Lê li herêmê ne tenê ev, li gelek cihan nîşaneyên kavil û xirbeyên dîrokî hene, bes li ser wan hê  jî ti lêkolîn pêk nehatine û agahiyên zanistî neketine destê me. Hima bigire, di nava her keleh û cihgeha dîrokî de alav û daneyên serdemên cûda yên Xaldî /Ûrartuyan bi dest ketine, ev jî tê wê wateyê ku Xaldiyan giringiyeke gelek mezin daye vê herêmê. Dibe ji ber rêyên karwanan yên li vir digihîjîn hev jî be.

Mirov carna matmayî dimîne ka çima ev serweriya wisa organîze, nekaniye xwe li hemberê dijwariyan ragire û têk çûye. Bes mirov dikane vê bêje, mîna ku çarenûsa vê herêmê be; Serkariyên li vir tim bi êrişen gelek aliyan ve rû bi rû mane. Xaldî / Ûrartû jî ji bakur ve rastê êrişên Skîtan, ji başûr ve rastê êrişên Asûran, ji rojhilat ve rastê êrişên dînestiyên piştî Hîtîtan li pê mane, hatine. Van êrişan ew ji xar xistine, bi hatina Medan ve tevê Medan bûne.

Hetanê salên 1820´an ji sedî node gelê me yê li herêmê, hê baweriya gelê me ya qedîm ku îro weke Êzdayetî tê zanîn, parastibûn. Dewleta Osmanî piştî tenzîmatê, xwerû di sala 1830´î de dest bi komkujî û îslamîzekirina herêmê kir. Li hember van êrişên hovane ku hin eşîrên îslamîzebûyî jî tevê bûbûn; beşeke gelê herêmê berê xwe da çiyayê Elegezê, beşek hetanê Şengalê çû, beşek hate kuştin, beşek jî hat îslamîzekirin. Yanê devereke trajediya trajediyê ye. 

Gelê me yê ku li vê herêma Eleşkirtê mayî, her çendî di warê çandî de xwe parastibe jî, di warê siyasî de gelek di bin bandora Erziromê de maye û di warê siyasî de ji rastiyên xwe gelek dûr ketiye. Hefteya bê, em ê berê xwe bidin Îdirê. Hetanê wî çaxî, bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.