Dîroka bêlêkolîn

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 21 Tîrmeh 2022 - 22:12

  • Mînak Keleha Zencîrê, keleh û kîlîsa Noxtilî, kîlîseya li Dêrika Hecî Îso, li gel wan xirbe û nekropolên li gundên cuda hene. 

Li devera Dutax û deşta Entavê ji nekropol û kavilan hetanî nîşaneyên kelehan, gelek cihên dîrokî hene ku ti agahî li ser wan tine, tenê di hin gotar û nivîsan de navê wan derbas dibe. Mînak Keleha Zencîrê, keleh û kîlîsa Noxtilî, kîlîseya li Dêrika Hecî Îso, li gel wan xirbe û nekropolên li gundên cuda hene. Rêya Dîrokî ya ji aliyê Patnosê ve tê, tevde hêjayî lêkolînên bingehîn in. Lê mixabin ew derfeta me tine. Ewên li devera Dutaxê ne, em anegorî agahiyên hene, wan jî bi paragrafekê jî be bidin nasandin.

 

Keleha Zencîr
Anegorî agahiyên berdest, hetanî beriya bi sed salan jî di çengeyên sûrên wê de zencîr hebûne, navê wê ji wan zencîran tê. Ev Keleh li ser girekî şaxê çiyayê Katvînê ye. Ev dever nêzî rêya dîrokî ya ji aliyê Patnosê ve tê ye.

Keleh ji ber lêkirin û teraştina kevirên heyî û cihgeha lê hatiye lêkirin, mirov bi hêsanî dikane bibêje, keleheke dema Xaldî /Urartuyan e. Her çendî bi giranî hilweşiyabe jî hê çend rêz ji sûrên wê li pê ne. Di nava kelehê de nîşaneyên sarincan hene. Dibe ku ev keleh ji bo parastina rê û zozanvanan hatibe bikaranîn. Gêncînegeran ev der jî rehet bernedane..

Keleha Noxtilî

Ev gundê Noxtilî bi qasê 26 kîlometre li başûrrojavayê navçeya Dutaxê di sînorê erdnigariya Milazgirê de ye. Ev dever bi giştî devereke çiyayî ye. Dibe ku ev keleha li vir, ya ji bilî agahiyên gundiyan ti agahiyek li ser tine, ji Serdema Tuncê mabe. Ango di destpêka damezrandina serweriya Xaldî /Urartuyan. Keleh li ser baxirekî bilind e.

Bê hîmên wê û girê navenda kelehê, ti tişta din tine. Ti lêkolîn jî li ser pêk nehatiye.

Kilîsa Noxtilî

Di newala zinarîn ya di bin kelehê de baxirekî nerm heye, kilîse berê wek cihgehekî di wî baxirî de hatiye kolandin. Ew jûrên di baxir de hatine kolandin pirr dû re weke kilîse hatine bikaranîn, lê bi her awayî zelal e ku bi teraştin û planek beriya xiristiyaniyê hatine çêkirin. Bi tevahî dişibe, bajarên binê erdê yê Meya. Mirov bi derenceyên di zinar de hatine teraştin hildikişe û dikeve nava jûra mezin ya ku dû re wekî kilîse hatiye bikaranîn.

Li pêş wan jûrên di baxir de qadeke fireh bi kolan û teraştinan hatiye amadekirin, mirov dikane ji wir derbasê gelek jûrên din bibe. Li gel cihên lê hatiye jiyîn, cihên wekî depo hatine bikaranîn jî hene.

Kilîsa Dêrika Hecî Îso

Me di mijara keleha Birco de behsa Gundê Dêrika Hecî Îso kiribû. Li vê herêmê ev gund berê gundekî Ermeniyan bûye. Li vir kilîseyeke gelek kevn heye. Lê mixabin ku kevirên wê di avahiya dibistana gund de hatine bikaranîn.

Ango bi fermana dewletê ev pêk hatiye. Her wiha hin gundiyan jî kevirên wê di xaniyên nû de bi kar anîne. Niha hin dîwarên wê, dîsa beşa apsîs, xerca bi xîbaran dagirtî ya di nava dîwaran de li pê mane. Di nava sêwax û parçeyên banî de kuzên wek tas ji bo teyîsandina deng hatine bikaranîn, hene. Di kîjan serdemê de hatiye lêkirin, nayê zanîn.

Bêgûman ne tenê ev, gelek nekropol, xirbe û kavil jî li herêmê hene, lê mixabin ku li herêmê bi têgihîştina arkeolojîk ti lêkolîn û hewldan pêk nehatine. Ti înîsiyatîfeke bikane ji lêkolînên arkeolojîk re rê veke, yan jî wê daxwaz bike jî tine. Bi gotineke kurt, dîroka kevnar bi têkçûnê re rû bi rû hatiye hiştin. Dema mirov xwediyê welatê xwe nebe, hertişt dimîne li ber talan û bayê. Bi hêviya gelê me bi înîsiyatîfên cidî li cihên xwe yên dîrokî xwedî derkeve, rastiya wan ragîhîne cihanê, hetanî keleh û cigeheke dîrokî ya din, bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.