- Gundê Zêt / Zuxrê Zêt, di belgeyên Osmaniyan de bi awayê “Ebûzeyt” cih digire û di yên Komara Tirk de jî bi awayê “Güneykaya” hatiye nivîsandin.
Gundê Zêt / Zuxrê Zêt, di belgeyên Osmaniyan de bi awayê “Ebûzeyt” cih digire û di yên Komara Tirk de jî bi awayê “Güneykaya” hatiye nivîsandin. Ev gund bi qasê 10 km. li rojavayê bajarê Zêtkan (Eleşkirt) di destpêka Zuxrê Tahîrê de ava bûye, lema kalên berê jê re “Zuxrê Zêt” jî gotine. Ev zuxrê Tahîrê di her dema dîrokê de cihana rojhilat bi cihana rojava ve girêdaye û li gel rêyên artêşan rêyên karwanan jî di vir re diçûn. Dema ev nivîsa li ser kelehê were xwendin, giringiya wê ya dîrokî hê baştir tê fêmkirin.
Li ser kelehê gelek agahî hene. Keleh li ser girekî Zuxrê Tahîrê yê li deşta Zêtkan vedibe, hatiye avakirin. Ev girê keleh li ser hatiye avakirin, hem ji bo raçavandina deşta Zêtkan û hem jî ji bo çavdêrîya Zuxrê Tahîrê pinda herî bikêrhatî ye. Li ser girê li bakurê çemê Şeryan ê ku jiyanê dide deşta Zêtkan hatiye lêkirin. Mirov dikane li dîharê kelehê hem Zuxrê Tahîr, Deşta Zêtkan, zuxrê berbi bakur û başûr ve dirêj dibe jî, bê kêmasî kontrol bike, raçavîne. Yanê li cihekî herî stratejîk hatiye avakirin.
Dirêjiya kelehê li ser xeta bakur- başûr 22 metre û li ser berahiyê jî yanê rojhilat-rojava jî 17 metre ye.
Keleh li ser girekî zinarîn ê gelek asê hatiye lêkirin. Bilindahiya girê kelehê ya ji deryayê 2160 metre û ji zemîna dora xwe 340 metre bilindtir e. Aliyên rojhilat, başûr û rojava yên girê kelehê, pirr asê ne, ji wan aliyan ve hilkişîna ser kelehê pirr dijwar e, yanê bingehê wê jî weke keleheke xwezayî ye. Beşeke bakur jî her wisa asê ye, tenê bakurrojhilatê wê rê dide, ew jî bi dijwarî ye. Derê kelehê bi berahiya metreyekê ye. Bi siwarî derketina vir jî gelekî dijwar e. Li hin cihên rê, derence hene.
Di nava kelehê de sarincek yan jî bi gotina arkeologên li rûyê wê nihêrîne “tunêla avê” heye. Ji ber ku bi pirranî tijî bûye, kûrahiya maye û hatiye pîvan 1,5 metre ye. Berahiya devê vê sarincê 80 santîmetre, dirêjiya devê jî 1,5 metre ye. Ji ber ku nekanîne bi tevahî lêbikolin, kargîna wê ya bingehîn baş nizanin. Ji wê ew dibêjin, dibe ku ev tenê sarinc be, yan jî wek sîloya zexîreyê hatibe bikaranîn. Li rojavayê vê sarincê rêzên li ser hîm ya dîwarên sûra kelehê yên di rêza rojhilat û raojava de dirêj dibe, xuya dike. Her wiha li kêleka wê beşek sûrên 4-5 metre bilind ku pirr dûre hatine lêkirin jî heye. Hinek ji sarinca yekem wê de jî bi awayê sarinc an jî sîlo bîreke din heye, dirêjahiya devê wê 1,70 û berahiya wê jî metreyek e. Kurahiya wê bi tevahî nayê zanîn.
Anegorî agahiyên mezinên gund berê li kêleka wan hin avahiyên din jî hebûne, lê piştî erdhejê ew bi tevahî hilweşiyane, bê lêkolîneke arkeolojîk mirov nikane bêje; ka ew çi ne. Li gel wan du conîyên /çalav hene yên ku ji bo gorîkirinan hatine bikaranîn.
Dirêjahiya wan 50 santîmetre, berahiya yekî 40, ya diduyan 30 û ya sisiyan jî 20 santîmetre ye, kurahiya çalavan jî digihîje 25 santîmetreyan. Li ser zinarên li kêleka kelehê, perestgeheke servekirî ya bi tevahî dişibe perestgeha Pagan (Seray/Wan) û ya Girêsor (Milazgir) hatiye kolandin. Mirov bi heft derence/sewkiyan ve hildikişe û derdikeve perestgehê. Ev sewkî bi berahiya 70 santîmetre, bilindiya 40 santîmetre û kurahiya 25 santîmetreyan in. Mixabin ku ji wan derenceyan du heb hatine şikandin.
Yanê cihê perestgehê bi qasî 3 metreyan ji cihê kelehê bilindtir e. Li ser perestgehê jî hin derence hene, bes wisa hatine ruxandin, mirov hîç nizane ka bi tevahî çend derence ne.
Li bakur rojavayê kelehê hê beşeke sûrên ji dema xaldiyan hene. Dîwarên sûrê bi teknîka Kîklopîk hatine lêkirin, yanê kevir nîv teraştî ne. Mixabin ku hin cihên nav û dora kelehê ketiye ber xişmê gencînegeran, hima bigire li her çengeyê kelehê û nava kelehê de texrîbatên pirr mezin pêk anîne. Ferfûr, kûz, cêr û perçeyên hîz (pîtonan) yên li vir hatine dîtin, ji serdema tûnc ya destpêkê, navîn, dawî û ji serdema destpêka Hesin mane. Ev jî nîşaneya dema avakirina kelehê raberî me dike. Agahiyên di destê me de ev bûn. Hetanî keleh û cihgehekî dîrokî yê din, bimînin di nava xêr û xweşiyê de.