Keval û tepikên nivîsandî

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 23 Hezîran 2022 - 22:12

  • Divê her Kurd devera Entavê / Dutaxê (Agirî) baş nas bike. Ew cih û warê dengbêjê navdar, bîra dengbêjiyê Evdalê Zeynikê ye. 

Divê her Kurd devera Entavê / Dutaxê (Agirî) baş nas bike. Ew cih û warê dengbêjê navdar, bîra dengbêjiyê Evdalê Zeynikê ye. Evdal li gundê Cemalverdî (Bulutpinar) hatiye dinê. Ev gund bi qasê 28 kîlometreyan li başûrrojavayê bajarê Dutaxê ye. Nêzîkê Sînorê Navçeyên Milazgir û Qereçobanê ye. Ji ber ku Evdal di sê saliya xwe de bavê xwe wenda dike, bi destê dayîkê tê mezinkirin. Navê dayîkê Zeynê ye.

Ji wê jî, ew bi navê dayîkê tê naskirin. Bi xwe dengbêjê Surmelî Mehmed Paşa ye. Tê gotin ku gorna wî li gundê Qereyaziyê li Qanciyê ye.

Bêguman ev mijareke bi serê xwe û taybet e. Lê mijara me Keval yan jî Tepikek pijandî ye. Peyva "Tepik" di zimanê Mîtaniyan de jî ji bo tabletên pijandî hatiye bikaranîn.

Dîrok her çiqas di çîrok, gotinên pêşiyan, qewlan, destan û hin stranên destanî de veşartî be jî, ew tenê ne bes in. Her wiha divê kavil û berhemên dîroki jî baş bên xwendin û nirxandin. Her wiha ev bi bîr û bawerî, anane û kevneşopiyên gel re jî werin rûberandin. Mînak baweriya bi rojê, sondên wek "bi erş û ezman!" Dîsa hêvî û sondên bi rojê, wekî "Bi roja xwedê!", "Bi wê guriya agir!", "Wî ji xwe destê min li ber rojê vekirî bû!", wekî din sondên weke bi ziyareta, bi girê, bi zinarê û yên din tev de ji bingehê dîrokê tên, ne tiştên nû ne. Her wiha mijara "çar derî, çil meqam" a di baweriya Riya Heq de. Mînak li Qilbanî Key (Toprakkale-Wan) li tilikê çiyayê Zimzimê deriyê Mîrgehê (kor, yê zinar heye) di perestgeha li jêr de cihê rûniştina çil kesî heye. Her wiha li Paganî, li Kurdzewtê jî.

Bêguman belgehên herî girîng jî keval û tepikên nivîsandî ne. Serwerên Xaldiyan jî gelek tepikên nivîsandî zinarên nivîsdandî li pey xwe hîştine. Hima bibêje, di her keleh û nav kavilên bajarên Xaldî/Urartuyan de hatine dîtin. Ji wan tepikên pijandî yek jî li Deşta Entavê (TUTAK /Dutax) tê dîtin. Ev bi zelalî radigîhîne ku ev deşt û devera Entavê, demekê dirêj di destê Xaldiyan / Urartuyan de maye. Li gelek cihan nîşaneyên bajarên kevn û nekropolê jî hene. Tepikek pijandî yê giring ê li deşta Entavê hatiye dîtin, bêguman zelal dike ku berê Miladê di 755-745´an de hatiye nivîsandin, dîroka wê serdemê wiha radigîhîne:

"Kurê Ruşa Argiştê dibêje; Min bi destûr û hêza bê tewan a Xaldî ji welatê Bîanîlî hetanî vira rêyeke fireh vekir. Li ser çemê Arsînî (Muradê) pireyek ji keviran lêkir. Ezê bi hêza Xaldî, Kurê Rûşa Argiştî, Padîşahê bi hêza bê tewan, Padîşahê vê xaka berfireh, Padîşahê welatê Bîanîlî, rêveber û serokê bajarê Tuşpayê me. Kurê Rûşa Argiştî dibêje; her kî ku vê tepika pijandî bişkîne, yan jî zirarekê bidiyê, her kî têkeve nava hewldaneke wiha, ji wan re bêjin; Wê xwedayê bahozê Xaldî wan di bin tava rojê de bifetisîne! Xişm û tinekirina rojê wan têk bibe! Ev Tepika pijandî ji bo vê pireya Argiştî ya li ser çemê Arsinî hatiye danîn!"

Li gundê Entavê / Dutaxê Nadirşêxê (Atabindî) hê bingehê lengerê pireyeke kevn ya li ser çemê Arsinî / Muradê heye. Anegorî hin pisporan dibe ku ew pireya bi destê Argiştiyê kurê Rûşa hatibe avakirin, ev pire be. Ev gund bi qasê 19 kîlometreyan li başûrrojavayê Entavê / Dutaxê di devê çemê Arsîniye de ye. Anegorî vegotinên mezinan, çaviyeke wê ya mezin û du çaviyên wê yên piçûk hebûne. Ji kevirên hîmê wê jê tê zanîn ku ev pire di dema Argiştî de hatiye lêkirin. Bes lengerek wê jî bi aliyê saziya dewletê DSA yê ve hatiye ruxandin.

Dagirkerî ev e. Hewl dide ku bingehên dîroka qedîm jî ji holê rakin û bi gel bidin jibîrkirinê.

Erdnîgariya Entavê erdnigariyek deştî ye, yanê cihê çandiniyê ye. Peyva Entav navê vê deştê ye û bi giranî ji bo bajarê Dutaxê jî tê bikaranîn. Ji agahiyên dîrokî tê zanîn ku Xaldi / Urartuyan nirxekî mezin dane çandiniyê. Bi taybetî li deşta Milazgir, Patnos û deverên din jî.

Ev jî tê wê wateyê ku dibe li deşta Entavê gelek paşmayiyên serdema Xaldiyan mabin. Bes mixabin ku li ser vê xakê ti lêkolînên arkeolojîk pêk nehatine. Lema em nizanîn ka li wir çi heye. Bes şaredariya bajêr jî dikane di vî warî de mînak di bin navê "Navçeya me di dema antîk de" gelek lêkolînan bike. Bi wê hêviyê, hetanî nîvîseke din bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.