Li Nadirşex Gornên Xaldiyan

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 30 Hezîran 2022 - 21:15

  • Di nava gornên Xaldî/Urartuyan de gornên herî giring yên di baxir û zinaran de teraştî ne.

Di nava gornên Xaldî/Urartuyan de gornên herî giring yên di baxir û zinaran de teraştî ne. Bi girani di nava baxir û zinarên ku li ser kelehê hatine avakirin yan jî di rengekî navendî de ne, hatine kolandin. Ev gornana, rasterast gornên rayedar û rêveberên cihgehî, yên serweriya Xaldiyan in. Hima bigire, di piraniya kelehên Xaldiyan de gornên bi vî rengî hene. Mînak; li keleha Palu, Pax, Darahênê, Xinzora Jêrîn, Girêsor, bêguman li paytext Tuşpayê jî hene. Ev gornên li gundê Nadirşêx / Dutaxê jî xwedanê taybetiyên xwerû ne. Bi giranî deriyê van gornan teng in, lê di hundir de du jûr carna sê jûr hene. Yek jûra pêşiyê yek jî jûra tê de mirî hatiye veşartin. Gornên gel, bi giranî di nava nekropolên cihgehan de ne mezinahî û awayê avakirina wan gornan anegorê dewlemendî û berpirsiyariya wan in. Mînak di gorneke li Heftkîlîseya li pişt bajarê Mûşê, kûçikê mirî bi mirî re hatiye veşartin. Di hinan de cêrên avê û hin xişir û mişir jî bi tevê mirî hatine veşartin.

Gornên di navbera gundên Nadirşêx û Noxtilî (Dutax) yê de jî gornên gelek taybet in. Cihê gornan bi qasî 5 kîlometreyan li rojavayê gundê Nadirşêxê ye. Gorn di baxirekî li ser girê herî bilind e. Di baxirê berî li rojhilat de hatiye kolan. Tîrêjên rojê yên sibê zû berê li wan gornên baxir dixe. Yanî baweriya rojperestiyê serdest e. Mirov nikane di aliyê rojhilat ve xwe bigîne gornan, lew re baxirekî pirr asê ye. Lê ji aliyê rojava û ji jor ve dikane têkeve jûrê gornan. Mixabin, ji ber ku zinarên devê gorna mezin kerîbûye û parçeyek şeqitiye, devê yan jî deriyê diçe gornan gelek teng bûye, di vê rewşê de bi berahiya 1,30 x 0, 60 metreyî ye. Mirov tenê dikane serzik xwe bigihîne gornan. Dema mirov bi qasê metre û nîvê du metreyan diçe, di 13 derenceyan de dadikeve jûra pêşiyê. Ev jûr bi berahiya 4 x 2 metreyî ye û bilindahiya wê jî ji 2 metreyê dibihure.

Di dîwarê rojhilat de pencereyek heye, dema sibehan zû roj derdikeve di wê pencereyê re li dîwarê hember dixe, ew jî tîrêjan diteyîsîne ser dîwarên din. Di dîwarê rojhilat de derîyekî çarnîşk heye mirov di wir re derbasê jûra dawiyê dibe. Jura dawiyê ya weke gorn hatiye bikaranîn, bi berahiya 6 x 8 metreyî ye û ew jî ji 2 metreyan bilintir e. Di vê jûrê de ber û berê arîkên jûrê nexşên bi kevirên glover hatine çêkirin hene, her wiha li zemîn jî bi berahî û bilindahiya nîv metreyî sewkiyek heye. Di vê jûra bingehîn de 36 çalên (çalavên) bi berahiya  0.50x 0.30 x.0.50 m hene. Mirov ji vê jûra mezin jî derbasê jûreke din dibe ev jûra piçûk jî bi berahiya 1.40x1.72x1.75 metre ye. Anegorî pisporan ev der weke cihê xwarina ji bo miriyan hatiye bikaranîn. Di vê jûrê de jî 6 nîşên çalavî hene, ji ber ku tijî bûne, berahiya wan nehatine pîvan.

Gorna diduyan jî li ser heman zinarî û di heman formî de hatiye kolan, bes ew gorn hem ji vê gornê piçûktir e û hem jî bi hostatiyeke kêm e.

Dibe anegorî payeya kesê mirî hatibe kolan. Piştî ku mirov di deriyê 1,80 metre bilind re bi qasê 3,70 metreyî diçe, hê nû dikeve vê gorna diduyan. Berahiya wê bi qasê 5.10 x 6.70 metreyî û bilindahiya wê jî 2.30 metre ye. Me çawa gotibû, dibe ji ber payeya mirî be, teraştina wê ne bi qasî ya din bi rêk û pêk e.

Xuya ye jûra mezin ya gorna yekem û mezin dû re, dibe ku di serdema Bîzans, yan jî Ermeniyan de wekî kîlîse hatibe bikaranîn, lew re li ser deriyê dikeve jûra mezin xaçek hatiya koland. Li hin diwaran jî hewl dane ku hin nîşaneyên xiristiyaniyê xêz bikin. Şopa kuling û tevşoyên wan ji ya Xaldiyan cûdatir e. Ji ber vê jî hin nîşaneyên di gornên Xaldî/Urartuyan de bi murcan hatine xira kirin. Her wiha li erdê jî hin parçeyên xaçên darîn hatine dîtin.

Taybetiyeke gornên Xaldiyan jî ew hin nîşaneyên di rengê tîpan de li ser zinarên gornên di baxir de xwerû jî li dor cihê weke derî hatine bikaranîn hatine kolandin, hene. Li vir jî, her çendî hin dû re hatibin şikandin jî, bi zelalî tên xwendin. Hinek gilover di forma daîreyê de ne, mîna sembola rojê xûya dikin, hin jî wekî tîpên "V, U" ne. Hin jî nîv daîre ne û dişibin dasokên genim, her wiha hin jî wekî kanal û di teşeyê maran de ne. Ev kolana Tîpan bi berahiyek 10 ta 15 santîmetreyan de ne. Tişta herî balkêş jî ev e: Ev nîşane, tîp, nexş û nîşaneyên pîroz li dor devê gornên di baxir û zinaran de hatine kolan, li ser stûnên Girê Mirazan jî hene.

Belê em îro jî li gornan geriyan. Agahiyên berdest ev bûn. Bi hêviya em bikanin di berhemeke din ya serweriya Xaldî/Ûrartuyan de bi hev re derkevîn geşta hînbûna rastiyên wan. Hetanî mijareke din bimînin di naxva xêr û xweşiyê de.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.